* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


XWE-Serî
 

 

          

Xweseriya Demokratîk tê wateya Herema Otonom ku bi gotinek din, tê wateya Herema Ser-Bi-Xwe. Felsefa sîstema rêvebirina Xweseriya Demokratîk xwe dispêre fîlozof û nivîskarê navdar ê Elman Immanuel Kant. Xweserî ji du bêjeyan pêk tê: “xwe” û “serî”.

Ev dibe mirovek be, dibe taxek be, dibe gundek be, dibe navçeyek be, dibe bajarek be û dibe jî herêmek be, ev xwedî erk û hêzêne û biryarên “xwe” bi “serê” xwe didin.

Bêyî ku mekanîzmayek ji derve dest biavêje sîstema navxwe ya rêvebirinê, ev herem, ev bajar, ev navçe, ev gund, ev tax yanjî ev kes bi serê xwe biryarên xwe dide û dixe jiyan ê.

Ji aliyekî ve min diparast ku hîna îlankirina Xweseriya Demokratîk zû û bê pêş-amadekarî bû. Ji ber ku sîstemek herî pêşketî û zahmet, mirov hewl bide di nava gelekî ku hemû dîroka xwe di bindestî yê de derbas kiriye depêk bîne, bê gûman gelek ked û xebat jêre dixwaze.

Ji aliyê din ve jî, îlankirina Xweseriya Demokratîk di vê demê de ji bo berdewamiya hebûna gelekî wekî man û nemanê girîng bû. Yanî êdî ne Dewleta Tirk dikare wisa li ber xwe bide û berdewam bike û ne jî Gelê Kurd êdî ew taqeta wî ya ku xwe bi hemû rengên xwe yên çandî biparêze nemaye. Ji bo wê jî, dema mirov hinekê li rastiyên heyî, yên li Kurdistanê temaşe dike, mirov dikare bi hêsanî bibîne ku ev îlankirina Xweseriya Demokratîk di dema xwe de bû, ne zû, lê dibe teww dereng bû jî.

Niha em werin ser mijara di pêkanîna vê sîstemê de rola ciwan û xwendevanan. Ez wek ciwanekî xwendekar dixwazim li gor bîr û boçûnên xwe berî her tiştî balê bikşînim ser erk û peywirên ciwan û xwendekaran.

Di her sîstemên desthilatdariyê de herdem mekanîzmayek du-alî heye, bi gotinek din “Dualîzmtiya” Sîsteman. Di nava hmû sîsteman de pêşîn hêzek motorîk ango çalak û hêzek rêvebir heye. Di modêla Xweseriya Demokratîk de, hêza diyarker hêza bingehîn, hêza motorîk û çalak e. Hêza bingehîn hêza rêvebir ji binî ve hildibijêre û bi erk dike, ku li ser navê gundekê, bajarekê yanjî heremekê wek wekîl pêşniyaran bike û biryaran bigre.

Di vê dema ku xweserî hatiye îlankirin de mirov dikare bêje, ku ewê pêwîstiya civakê û vê modêlê bi mirovên têgihiştî û zana hebe, ku ewê di gelek baskan de cîhê xwe bigrin û wê zanebûna xwe li gora têgeha xizmeta civakê, têxin jiyanê.

Niha rewşa siyasî li ber çava ye, ji aliyekî ve êrîşên leşkerî her ku diçe zêdetir dibin, dewlet bahsa tîmên taybet dike, ku ewê mirovên îtirafçî û endamên JÎTEMê di nav de cîhê xwe bigrin, ji aliyê din ve jî bangên sazî û kesayetên navdar û akademîsyen yên ji bo hikumetê û KCK’ê ji bo îlankirina agirbestê. Ji xwe Rêberê Gelê Kurd Birêz Öcalan di hevdîtinên xwe de bi rengekî bang li KCK kiribû, ku vê carê jî agirbestekê îlan bike, heta piştî referandûmê bê ewê nêzîktiya dewlet û hikumetê çawa be.

Li gor van bang û pêşniyara Rêberê Gelê Kurd, KCK’ê jî heta piştî Referandûmê agirbesta yekalî îlan kir, ku ji aliyên her beşên civakê ve, bi awayekî erênî hate pêşwazîkirin.

Herî dawî Notên Rêberê Gelê Kurd yên hevdîtinê, bal di kişîne ser girîngiya van mehan. Ev meh dikare qedera du gelan diyar bike; dikare him bibe bingeh ji bo aştiyek mayînde jî û dikare bibe bingeh ji bo şerekî di navbera civakan de jî. Êdî heta piştî Referandûmê heger hikumetê û dewleta Tirk gavên berbiçav avêt, hingê dikare rê li ber agirbestek bê dawî jî vebe û li ber aştiyê jî. Dijbera wê jî, ku heger di tasfiyekirinê de rayedarên hikumetê bi israr bin, wê ev “Fersenda Dawî” jî bê bersiv bimîne.

Medya Tirk pişta xwe daye herema ku kurd lê dijîn û berê xwe daye devê Serokwezîr û Serokên Muhalefetê, ku her roj mîna ku hemû pirsgrêk û cîhana tirkiyê li dora Referandûmê dizîvire...Rastiya heyî jî ewe, ku hinek boyax-moyaxê dixwazin li destûra bingehîn bidin û vî nanê beriya bîst salan bi gel bidin xwarin.

Bersiva herî mezin û di cîh de, ji bo Referadûmê û kesên ne wek xwe, ewê ew be  ku mirov xebatên Xweseriya Demokratîk bi leztir bimeşîne û xurtir bike.

Bi vî rengî, agirbesta ku hatiye îlankirin jî, ewê wisa bigehe armanca xwe.

Siyamed Sipan Uğurlu