|
|
Duran KALKAN
Partî çi ye? Çi
nîn e? em çima ewqas girîngiyê didin partiyê?
Çima Rêber APO partîbûyînê wekî hêza serkeftinê
nirxand. Divê girîngî û wateya partiyê baş bê
nirxandin
Rêber APO wiha
dibêje: “Ku em bibin partîger em ê serkeftinê
qezenc bikin. Ger em bibin PKK em ê şer qezenc
bikin.” Ev tê wê wateyê ku di siyasetê de jî,
di leşkeriyê de jî, di her derî de jî şer kirin
û serkeftin girîng e. Ev jî girêdayî rast fêm
kirina partîbûyînê û rast nirxandinê ye.
Partî çî ye û
ne çî ye
Çima Rêber APO
partîbûyînê wekî hêza serkeftinê nirxand. Çima
partî ewqas girîng e. partî van karan çawa dike?
Partî çi ye, bi çi pêk tê? Pêwîst e em pirsan ji
xwe rast bipirsin û rastiya partiyê baş fêm
bikin. Dema me got partî, ev tê wateya ruhekî,
zanebûnê, nasnameyê, hêza têkoşînê û li hemberî
hemû qetlîam û pişavtina di xeta azadiyê de
derxistina holê û jiyînê. Ji ber vî li her derî
gelê Kurd dibêje: PKK gel e, gel li vir e. PKK’ê
wekî ruhê xwe, nasnameya xwe, jiyana xwe ya azad
dibîne, pênase dike, digire dest û li ser vî
bingehî lê xwedî derdikeve.
Dema me got
partî ev tê wateya hemû bandorên dijmin li ser
xwe avêtin, hemû cureyên parçegeriyê, ezezîtiyê,
fesadiyê danîna aliyekî din, di ser bingehê
hevaltiyek rast de di armanca wekhev de îradeyek
wekhev e. Ji ber vê partî dibe navê paşvexistina
hemû paşverûyan, dibe navê bandora dîjmin
binxistin, xet û nasmame yê. Dibe cihê hemû
jiyanên demokratîk, jiyan derxistina holê,
afirandina hemû cureyên bedewbûna, rastiya,
afirandina başiyê, pêşvexistina kesayet û civaka
azad. Partî dibe hêzek têkoşînê, ruh, berxwedanê.
Partî dibe xercê têkoşîn û yekitiyê. Ji bo ku
serkeftin bê qezeckirin pêwîst e ev xerç rast bê
çêkirin û derbasî jiyanê bibe. Ji ber vî jî
pêwîst e pênaseya partî ya ku Rêbertî û gel jî
pêş dîbîne mîsoger xwedî lê bê derketin, pêwîst
e em wan rast bigirin dest, rast pêk bînin.
Çareserî
Partîbûyîn e
Heya partîbûyîn
nebe, derbas kirina paşverûtiyan jî nabe. Heke
ku paşverûtî derbas nebe, îrade jî nabe.
Pirsgirêkek wekî pirsgirêka Kurd ku ev qas
tevlihev nayê meşandin û serkeftî nabe. Ji ber
vî jî em jibîrnekin her tişt bi partîbûyînê ve
me pêşxist. Destketinên 38 salan hemû di xeta
partîbûyînê de pêş ketin. Di gelê Kurd de ruhê
azadiyê, zanebûnê, bûyîna xwedî îrade,
afirandina rasriya Rêbertî, pêşengtiyên xwe
derxistina holê bi kurtî hemû tişt bi
partîbûyînê pêşket.
Çareserî bi
partîbûyînê ve dê pêş bikeve. Pêwîst e em di vê
zanebûnê de bin ku ancex bi partîbûyînêve em ê
bikaribin di xeta Rêber APO û şehîdan de xwe pêş
bixînin, kesayetên xwe ava bikin. Em çiqas cihê
ku lêbin bi rêxistin bikin em ê hemû pirskirêkan
çareser bikin, hemû paşverûtiya em ê bin bixînin,
di hemû erkên ku em didin li ser milê xwe de
serkeftî bibin. Pêwîst e em bi vî bawer bikin.
Ev ne têgînek razber e. Bangawaziyek e vala
mîsoger nîn e.
Pratîka PKK’ê ya
37 salan ev bi hezaran car, bi milyonan car
îspat kiriye. Ji ber vî jî ev rastî di dîroka
têkoşîna me de hatine erêkirin îspat kirin.
Pêwîst e em hemû jî vî baş bibînin û baş
bizanibin. Ji ber vî em hemû qasî ku em rastiya
şehîdan, partiyê û Rêbertiyê rast fêm dikin,
dersên PKK’ê yên 37 salan jî pêwîst e em hewl
bidin ku fêm bikin û derbixînin zanebûnê. Ji bo
ku em xwe ji bo paşerojê amade bikin, ji bo ku
salvegera 33’yemîn a PKK’ê de xwe anîna rewşa
mîlîtanek ancax bi partîbûyînê ve mimkûn e.
Em wekî roja
yekem li ser xeta xwe ne
Xeta partiya me,
rastiya partiya me sîh sal rê nîşanê têkoşîna
azadiyê daye, jê re pêşengtî kiriye, em di
rêveberiya Rêber APO û şehîdan de dijîn, şer
dikin, xwe bi rêxistin dikin. Yên ku fermanê
dide ew in, yên ku xeta serkeftinê îfade dike ew
in. Her wiha di sala 33’yemîn de erk û
berpirsiyariyê me çiqas giranbin jî, heke em van
rastiya baş derbixînin zanebûnê, rastiya partî û
serokatiyê rast derbixînin zanebûnê, em di vê
baweriyê de bin ku em ê di pratîkê de hemû erk û
berpirsiyariyê xwe serbixînin.
Em jibîrnekin ku
di sala 33’yemîn de wekî partî û gel em bêtir bi
hêz in, bêtir bi îdia ne, bêtir nêzîkê
serkeftinê ne. Heta sala 33’yan mîsoger em ê
sala serkeftinê îlan bikin. Ev ne daxwazek an jî
xeyalek e. Em di kîjan milî de lê binhêrin hemû
nîşane diyar dikin ku em ê serbikevin. Ji bo ku
em vê rastiyê pêk bînin bi hemû hêza xwe ve û
rastiya partiyê rast fêmkirin ve têkoşînê bidin
meşandin. Çi qas rastiya partî û şehîdan rast
fêm bibe, em ê erkên xwe yên pêk bînin. Em bi vê
baweriyê ve nêzîkê sala 33’yan dibin, bi
helwesteke wiha ve têkoşînê dikin. Ji ber vî jî
îdiaya me bêtir mezin e, baweriya me ya
serkeftinê xurtir e. Îdiaya me ya serkeftinê
bêhtir xurt e.
|