|
Rûbar silopî
Derketina Rêber APO ji suriye roja 9 cotmehê wê
li gel xwe rê ji serdemek nû
re
vekiriya,
Di
vê serdema nû de wê berxwedanên wisa bibûna ku
dîroka mirovatîyê çi carî jê re şahidî
nekirîbi,wê bi dehan ciwan ji nû mêr ji bo
parastın û şerrmizarkirina zext û bêbextiya ku
di kesayeta Rêber APO de li ser gelê kurd û hemû
mirovahîya demokratîk û azadî xwaz tê
meşandin,ji bo parastina Rêberê xwe û hemû
nirxên mirovahiyê azadî xwaz û demokratîk li
beranberî vê bêbextîya dîrokî , ya ku Emerîka û
hevalbendên xwe pîlankirine û gav bi gav di
meşandin , wê gelê kurd bi agirê can û bedenê
xwe mertal bidana çêkirin.
Bêbextîya li hemberî Rêber APO çiqas mezin û her
alîbe, ji bo vala derxistina wê ji wê gelê kurd
li her devera ku lêye bi her awayî û bi her
bedelî berxwedanek dîrokî bidaya nîşandan. Vê
berxwedana dîrokî ji roja 9 cotmehê despêkir û
her çû berfereh bû.
Ev
berxwedanê li Kurdistan û derveyî kurdistanê her
devera ku kurdek azadîxwaz lê hebe hate
meşandin,di rastîya xwe de ev berxwedan li
hemberî modernîte capitalist bû ku eve pênc
hezar sale li ser civaka xwezayî hemû zext zor
ketxwarî û bê mafî çespandîne,ku roja îro ji
temsîla vê pergalê Dewletên ku li dijî Rêber Apo
û gelê kurd ev pîlangerî pêşxistinê dikin.
Ger
em li mezinbûn û berferebûna vê bêbextîyê temaşe
bikin,em ê bibînin ku ger berxwedanek ne ji dil
û cergên polayî bi wê nekari vê pîlangerîya nav
dewletî vala derxîne.
wekî ku Dîroka pênc hezar sal bi wê hewara ku
azadî jêhatiye dîzîn ji gelê kurd re digot
bêbextiya li serte gelek mezin û Dîrokî ye,ger
dixwazî tune nebî û valederxînî pêwîste
berxwedana te wisa dijwarbi mertalên ji agir
bi,pêtên bedenên ciwanên te wesa geş û gurbe
Ahraman jê birevin,hemu war û cihên tarî lê
hatiye çandin pê geş bibin, ev berpisiyariya te
ya li beranberî dîrokê ye,ji ber ku tuvê
şaristaniyê li ser singê te hatibû çandin û li
beravên te ji Dayîk bû,di dergoşa te de hate
hejandin,li ber sîngê Dayîk afirîner Mezobotamya
dikete xewa şirîn. Lê her demê dîsa weke roja
roj Ahremanên bêbextî û bê wijdan li ser serê me
xezep û xwîn dibarandin,tuvê jiyana azad û wek
hev dixwastin tune bikin.
Lê
her demê li henberî vê tarîtiyê û koletiyê
derketine holê yên weke zerdeşt ,xwediyê ramana
rastiyê ,başiyê û wek heviyê,ew şopandine yên
weke Manî û Ehmedê xanî, ne hêl an tu caran
vemiri li vî warî agirê parastina nirxên
mirovatiya azad û demokratîk, roja îro ji
şopdarê wê ye Rêber Apo xwedîyê ramana ronahî
,Azadî û jiyanek xwezayî,temsîlkarê hemdem yê
hemû nirxên dîroka mirovahîyê,nîşan û çira
aşitîyê ye Rêber Apo. Ji ber wê ye neyar û
dijminên rastî û aşitîyê ev qasî êrişê dîınin
ser Rêber Apo û dixwazin di kesayeta wî de
rastî azadî û wek hevîyê tune bikin,bi vî awayî
koletîyê li ser mirovahiyê û bi teybetî jî li
ser gelê kurd û hemû civakên Rojhilata Navîn
bidin çespandin.
Rêber Apo bi ramana xwe ya azad û demokratîk ew
pilanên moderrnîta kapitalîst yên li ser
Kurdistan,Rojhilata Navîn û cîhanê deşifre û têk
dibir ji ber wê jî hegomonên ku koletî ji muyê
mirovahîyê maf dibînin,ev bêbextî li ser Rêber
Apo pêk anîn.
Dewletên weke ingelizstan û DYE dewletên
yêkbûyî yên Emerîka ku ev bi setsalane li cîhan
û bi taybetî jî li Rojhilata Navîn û kurdistanê
tuvên şer û fesadîyê bi navê netewe dewleta di
nava gel û civaka de çandiye û sînurên sexte
raçandine.
Bi
vî awayî civakên û warên ku ji şaristanîyê re
bûne dergûş û malevanî kirine,bûn qadên şer
,talan, çewisandin û komkujiyan.
Modernîta kapitalîst ,gorî berjewendî û
daxwazên xwe netew dewlet çêkirine û her
dewletek ji wan rêveberîyek kokla danîye ser
,ji bo ku ev rêveberîyên sexte li ser civakên di
bin deshilata xwe de bi çewisînin û tune
bihesibînin,dewletên weke İngelîzstan ,DYE
Firansa û Elmanîya hemû derfet û pişgirî daye
wan dîktator û faşîstan.
Gelek û civakek ku herî zêde û bi her awayî ji
vê pergala ketxwar û înkarker para xwe girtiye û
tune hatiye hesiibandin civaka gelê kurd e.
Gelê kurd yêk ji gel û civakên herî mezin û herî
kevnare yên Rojhilata Navîne,li gel vê rastiya
dîrokê ji modernîta kapîtalîst li gel
hevalbendên xwe yên herêmî xwestin gelê kurd
tune bikin,ji ber wê jî navê welat gund cih war
û her tiştê ku bêhna kurdîtiyê jê bê tune
hesibandin û li ser mafê wî yê herî xwezayî
qedexe meşandin. Daxwazek û hewildanek herî
biçuk terorîze dikirin û komkujî li ser di
meşandin,ji ber ku ev biryarek ya hegomonya
kapîtalîst dagirkerên kurdistan bû.
Bê
guman pêwîste em çar parçekirina Kurdistan baş
û rast şîrove bikin,ger em vê baş şîrove nekin,
em ê bêbextîya li henberê Rêber Apo jî hatî
kirin, baş û rast şîrove nekin. Pergala
kapîtalîst ya ku İngilizstan û Emerîka van çen
setsalên dawîyê serkêşiya wê dikin. Pîlangeriya
xwe ya herî mezin û demdirêj bi çarparçekirina
kurd û kurdistan li ser herêmê dest pêkiriye.
Bi vî awayî tov û nexşa ku ingilîzan berî set
salan danîbû û reşandibû, ku roja îro jî Emerîka
bi rengek kareger temsîlkasrîya wê dike. Ji vê
yêkê armanca wan ew bû ku li vê heremê di
kesayeta kurd û Kurdistan de herdem şer û
alozî hebin û aşitî û aramiya civaka li vê here
wê pêk neyê.
Çima kurd û çima Kurdistan di nava Ereb Tirik û
Eceman de kirin parçe,ji ber ku dijminên azadî
û aştiyê modernîteya kapîtalîst,rastîya dîroka
civaka kurd dizane,her çend Welatê kurdistan bi
caran hatibe dagirkirin û talankirin jî,lê
civaka kurd li hemberî wan talan û dagirkeriyan
li ber xwe daye û serê xwe netewandîye, ji aliyê
din ve ji ber ku erdnîgariya Kurdistan li cihek
navende, li gorî vê ji nêçîrvanên azadî û
aşitîyê Dav û Xefikên xwe yên bêbexit li pêşiya
aştî û azadîya civaka û gelên Rojhilata Navîn
raçandine,kes û fikirên ji bo daxwazên xwe yên
ketî û yên deshilatiyê zoka ketine vê
xefikê,bi vî awayî bi deh salan pîlan û
pirojeyên modernîta kaptalîst bi komkujî û
çewisandina , xwastine daxwaz û berxwedana
civakan ya azadiyê bi dawî bikin û bi vî awayî
berjewendîyên dewletên kapitalîst parastine.
Her kesê ku ji derveyî vê pergalê tev bigere li
gorî wan mafê wan yê jîyanê pêwîste nebe. Bi vî
awayî hemû nirxên mirovahiyê bin pê dikin û
bêbextî û pîlanan li ser digerînin.
Mînak û nîşana vê ya herî dawî û berbiçav
pilangerîya li ser Rêbar APO bi serkêşîya
İngilîzîstan û Emerîkayê hate meşandine.
Sedema ku ev pîlangerî li ser Rêber APO hate
pêkanîn ew e ku têkoşîna ku di min serkêşîya
Rêber APO de dihat meşandin roj bi roj li her
çarparçên Kurdistan û herêma rojhilata navîn
ji derveyî daxwaz û pirojeyên wan pêşdiket û
mezin dibû. Bi vî awayî fikir û ramana Rêber
APO ew pîlan û pirojeyên wan yên qirêj vala
dihatin derxistin,li her deverê bi vînek azad
têkoşîna azadî û demokrasiyê dihat bilindkirin.
Di encama têkoşîna bi salan hatibû dayîne
pirsgirêka kurd û Kurdistan hatibû astek wisa
ku hêdî dikari bi rêyên aştîyane jî bê
çareserkirin,Rêber APO ev daxwaz û baweriya xwe
ya ji bo çareserîyek aştîyê , bi diyarkirina
agirbestê ev da dîyarkirin ,lê dema Dewletên
Kurdistan û herêm xistine nav xefikên şer, ev
yêk dîtin,çawa ku bêjin me ev tarîstan çêkirîye
jı bo ku tu dixwazî ronî bikî, ji bo ku ev
tarîstan bi dawî nebe pîlangerîya li ser Rêber
APO xistin meryetê,ev derdurê du sed salane
kengê civakên rojhilata navîn xwastine di nava
xwe de aştîye pêk bînin,yan ji hewildanek ya
çareserkirina persgirêka pêş bikevin.Dewletên
Ewropî û Emerîka hemû hêz û derfetên xwe bi
karanîne, ji bo ku van hewildanan ji
navbibin,mînakên vê yên herî dîyar di van salên
ku têkoşîna rizgarîya Kurdistan pêşketîye tê
dîyarkirin. 93 dema gav û daxwazên çareseriya
pirsgirêka kurd yên aştîyane pêşketin,Dewleta
Elmanîya ku navenda Gladîyo û ya şerê li dijî
têkoşîna azadiya kurdistane ,PKK weke rêxistinek
terorîst di qanûnên Dewleta xwe de pejirand.
dema agirbesta 98 vê carê hemo modernîta
kaptalîst û hevalbendên wê ketibûn
dewrê.Têkoşîna azadîya Kurdistan di despêka xwe
de rastî bêbextiyan curbicur yên Giladıyoya
NATO ye hatîye. Bi kuştina Palme û sûyiqasta li
diji PAPA EV bêbextîya xwe ya mezin dan
despêkirin.Bİ vî awayî xwestin tevgera APO yî li
Ewropa û cîhanê qirmînalîze bikin.
Ji
aliyê din ve hemû çek û derfetên siyasî Aborî û
dîplomasî didin dewletên dagirkerên Kurdistan,
bi teybetî ji netew dewleta tirik ya ku di
çerçova pirojên babe kaptalîzmê İngilîzîstanê de
hatîye damezirandin ku di despêka xwe de li ser
tunehesibandina kurd û Kurdistan hatîye
sazkirin,Dewletên ku Kurdistan xistine vê rewşê
yên weke Yêkitîya Ewropa û DYE ji bo rûyê xwe
yê qirêj veşêrin û hemû daxwazên xwe bi
dagirkerên kurdistanê bidin pejırandin,carnan bi
hinek raporên xwe yên sexte behsa mafê kurd û
zextên li ser kurdan dikin,bi salan bi vî awayî
xwastine rûyê xwe yê rastîn veşêrin û civak
xapandine.
Ev
kiryarên wan roja me ya îro jî,di kesayeta Rêber
APO û PKK’e de li ser gelê kurd didomin.Rêber
APO bi tez û Ramana xwe ya rastî azad û aştîyê
ku pêwîstîyên herî bingehîn yên civaka Kurdistan
û Rojhilata Navîn e. Di bin şert û mercên esaret
û tecrîta herî şidandî de,wekî ku tola
mirovahîya di dîrokê de hatî çewisandin ji
modernîta kapîtalîst bigire Ramane ku ji hemû
derd û belayên kapîtalîzmê çêkirîn re, bibe
derman pêşkêşî gelê kurd û mirovahîyê kir, ev
gurzê herî mezin bû li bêbextîya ku di kesayeta
Rêber APO de li ser hemû nirxên mirovahiyê
hatibû kirine. Ji alîye din ve girêdana gelê
kurd ya bi Rêber APO , li gel xwe berxwedanek
bê hempa ku mînakên wê di dîrokê de nahatıyê
dîtin hate dayîn,fedayîbûn û amadekarîyên gêrîla
yên Kurdistan,ev bêbextîya li hemberî Rêber APO
hate vala derxistin. Ji bo ku bi Rêberîya Rêber
APO ev pîlan û bêbextî hatine valaderxistin,bi
pêşkêşkirina raman û rêyên nû yên
çareserîyê,têkoşîna gelê kurd aniye ber deriyê
serkeftinê, Erdogan û hevalbendên wî bê çare
dike û ji ber wê jî bê pîvan û bê hoyî ser Rêber
APO û Gelê kurd de diçin.
Rewşa ku Netew Dewleta tirk ku li gorî
berjewendîyên Dewletên kapîtalîst ev e 80 sale
li ser tûnekirina kurd û kurdistan hatibû
damezirandin, êdî li hemberê têkoşîna û
berxwedana ev sih sale bi Rêbertîya Rêber APO û
bi navê PKK’ ê dihat meşandin, ew pergal têk
bire bû. Êdî bi tu awayî nedikarî berjewendîyên
Ewrupa û DYE(Dewletên yekgirtî yên
emerîka)biparêzi,ji ber wê jî piştî salên 2000’î
bi serkêşîya T. Erdogan ji alîyê İngilîzîstan û
DYE ve di çarçova pirojên xwe yên heremê de,bi
îmaj û dekurek cuda pêşkêşî gelê kurd û heremê
kirin.Bi pişgirîya sermaya kesik ku berhema wê
ya sîyasî û civakî faşîzma kesike, damezirandin,
AKP bi xwe ev e.Tişta ku faşîzma spî nekarîye li
ser gelê kurd pêk bîne vê carê bi pirojeyek nav
Dewletî dixwazin bi destê faşîzma kesek temam
bikin. AKP û Erdogan ji di vê çarçovê de
tevdigerên,ji bo tunekirina tevgera azadiya
Kurdistan û gelê kurd hemû du rûtî û direwan
dikî,ji ber vê jî carnan behsa demokrasîyê dikî
û carna ji behsa vekirina kurd dike.
Lê
Rêber APO û tevgera azadiyê ev piroja bi
serkêşîya Erdoga û bi navê AKP ê hatibû
amadekirin deşifre kir û rastiya wê bi her awayî
raxist ber çavan.ji ber wê jî tişta ku di
deswade maye, hemû qanun û zagonên gerdûnî binpêdikin
û navxweyî binpê dikin û tecrît û îzalastona
li ser Rêberê Gelekê dişidînin,bi hezaran
sîyasetmedar,wekîlên gel û şaredar bi hêcet û
sedemên nerast bi salan bê dadgeh tên girtin,bê
guman ev bêdatwerî tevger û helwesta wan, ji
bêçaremayîna hukmet û Dewleta Erdogan ya li
henberî têkoşîna Rêber APO û gelê kurd tê.
Lê
ev ji bo tevgera azadiya Kurdistan êdî mîsogere
û bê gumane,wê ev êrişên Erdogan jî weke yên T
Çîler bê encamp bimînin û wê daxwaz û vîna gelê
kurd ya azadîyê neşikêni û lewazneke. Me
şervanên azadîyê û gelê kerdistan bi Rêbertîya
Rêber APO çawe karî hemû êrişên sîyasî û
leşkerî yên artêşa T. çîler û D. gureş vala
derxine,dîsa çawe me karî em bêbextîya 9
cotmehê bi Agirê bedena ciwana û kal û pîran
vala derxin,em ê ji îro pê ve jî pê vînek ji
polayî bikarin hemû êriş û pîlangerîyên Artêşa
polîsên Erdogan û Fetulah gulen vala derxin.
Gelê kurd wê weke her carê bi berxwedana û
girêdana xwe ya Rêber APO,wê tecrît û
îzelasîyona ku li ser Rêberê APO heye bişkîne û
rêya Azadîya Rêber APO bi xweserîya demokratîk
bixemilînin.
Li
Ameda paytexta dila li deryê çîyê ,li cihê ku
xewna zarokên welatê agir bigihê jin Roj axa
xwe,em hemû li gel Rêberê xwe pîrozkin
Kurdistana Azad xweser û Demokrat.
|