* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


                                           

Tiştê demokratîk û meşrû

Cemal ŞERÎK


 

 

        

Ji aliyê BDP’ê ve der heqê kesên ku di van du salên dawî de ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin û di nav wan de yên ku ji aliyê dadgehan ve hatine girtin de daxuyaniyek hate dayîn. Li gorî vê daxuyanî û hejmarên ku hatine dayîn kêm zêde heşt hezar (8000) kes hatine binçavkirin, yên ku ji aliyê dadgehan ve hatine girtin jî kêm zêde gihîştiye çar hezar (4000) kesan. Dema ku mirov rastiya pêla binçavkirin û girtinan ku ji lez û beza xwe tu tişt kêm nekiriye li ber çavan bigire wisa xuya ye ku dê hejmar hê jî zêde bibe.

Ev binçavkirin û girtinên di bin navê operasyonên li hemberî KCK’ê de tên pêkanîn, ketiye rojeva raya giştî jî. Di rewşa heyî de ev binçavkirin û girtinên ku tên kirin di nav nîqaşên ku tên kirin de jî wekî mijara sereke cihê xwe digirin.

Di esasê xwe de ev operasyonên ku tê gotin li hemberî KCK’ê tên lidarxistin, mirov di warê siyasî de dikare gelekî li ser biaxive. Ev lazim û mecbûrî ye jî. Der barê vê mijarê de gelek derdor û kes diaxivin û tevli nîqaşên ku tên meşandin dibin. Di nav van nîqaşên tên meşandin de nêrînên hin siyasetmedar û rewşenbîr di gotinên xwe de helwesta xwe ya li hemberî van operasyonên ku tê gotin li hemberî KCK’ê tên lidarxistin, aşkera dikin. Ev nêrîn watedar in û lazim e ku mirov li hemberî van nêrînan rûmetê nîşan bide. Her çiqas em tevli van nêrînan bibin jî, li hemberî van binçavkirin û girtinan em ê bi awayekî cuda bigirin dest, ji ber ku hewce ye nirxandineke bi vî rengî were kirin.

Ev operasyonên ku tê gotin li hemberî KCK’ê tên lidarxistin, wisa binçavkirin û girtinên ji rêzê nîn in. Ev encamên polîtîkayekê ku niha di meriyetê de ne. Sazî û dezgehên siyaseta demokratîk a kurdan navê ‘qirkirina siyasî’ li van operasyonan kirine.

Pênase û navlêkirina qirkirina siyasî, wisa navlêkirinek û pênaseyeke ji rêzê û alelade nîn e. Ev pênase di esasê xwe de balê dikişîne ser ‘rewşa qirê’ û vê qirkirinê îfade dike. Qirkirin çalakiyeke armanca wê îmha û tunekirin e. Ger ku li cihekî liv û tevger dest pê kiribe û bi çalakiyan tê xwestin ku encam were girtin, li hemberî van rê û rêbazên ku werin pêşxistin jî lazim e li gorî wan pêkanînan be. Li hemberî kesên ku dest bi liv û tevgerê kirine û bi çalakiyên xwe dixwaze ber bi armanca xwe ve biçe, tu kes nikare bêje; “tu tiştê pê dizanî bike, ez ê jî binirxînim û nîqaşan bimeşînim”, naxêr li hemberî vê yekê lazim e mirov li hember derkeve û helwesta xwe nîşan bide. Ji ber van sedeman e ku bes tenê helwesta xwe bi nîqaşmeşandin û nirxandinên li hemberî van operasyonên ku tê gotin li hemberî KCK’ê ne, lê di esas û cewherê xwe de êrîşên qirkirina siyasî ne, têrî nakin. Lazim e ku ligel nîqaş û nirxandinan tiştên cihê û cuda yên bên kirin jî hebin.

Têkoşîna demokrasî û azadiyê bi nirxandin, nîqaş meşandin, nêrîn vegotinê, rêxistinbûyînê û hwd. bi sînorhiştin nêzîkatiyeke di cih de nîn e û têrî nake. Têkoşîna demokasî û azadiyê di heman demê de li hemberderketin û berxwedan e, tê wateya têkoşîna bidestxistina heq û mafên xwe. Helwesta ku divê li hemberî êrîşên qirkirina siyasî ya li dijî siyaseta demokratîk a kurdan were nîşandan û pêşxistin jî divê bê zanîn ku lewn û teşeyeke têkoşîn û mafan e. Têkoşîna ku li hemberî êrîşên qirkirina siyasî ya li hemberî sazî û dezgehên siyaseta demokratîk a kurdan tên lidarxistin jî divê ku ligel tarz û lewnên têkoşînê, ev bin.

Her roj manşet bi manşet di çapemeniyê de derdikeve. Polîsên AKP’ê her roj bi ser avahiyên BDP’ê, komeleyên ku di warên civakî û hunerî de xebatan dimeşînin, sazî û dezgehên rêxistinên civakî yên sivîl digirin, li malan lêgerîn dikin û bi sedan kesî digirin binçavan. Piştre ev kesên ku tên binçavkirin li dadgehên AKP’ê tên darizandin û tên girtin û wan rê dikin girtîgehan.

Roj bi roj van êrîşên qirkirina siyasî bi hewldanan tên jirêzêkirin. Çapemeniya serdest û alîgir ji qirkirina siyasî ji rêzê bike çi ji destê wê tê dike; qelemşorên wan rojnameyan quncikên ku ji bo wan hatine veqetandin ji bo vê armancê bi kar tînin, lafazan, demagog û gevezeyên van ên ku dikarin biaxivin jî her roja xwedê li televîzyonekê dertên pêşberî gel. Wisa ye ku bi tiştên ku dinivîsin û diaxivin ji bo meşrû û rewanîşandana van operasyon û êrîşên qirkirina siyasî dixebitin.

Ger ku êrîş û serdagirtinên polîsên AKP’ê ji rêzê werin dîtin û bêdengî pêş bikeve, atmosfera meşrûkirina êrîşan a bi destê çapemeniya serdest-alîgir ve tê kirin neyê belawelakirin dê ev êrîşên qirkirina siyasî bi awayekî dijwartir û bêperwa dê zêdebarî bên kirin. Di esasê xwe de tiştê ku lazim e were kirin li hemberî vê yekê sekn û helwest nîşandan e. Divê pêşî li vê were girtin.

Hin kes û derdor van êrîşên qirkirina siyasî yên ku hikûmeta AKP’ê pêk tîne, bi pêkanînên Darbeya Faşîst a Leşkerî ya 12’ê Îlonê re rûqalî hev dikin. Heta hin kes van êrîşan dema pênase dikin dibêjin ku pêkanînên 12’ê Îlonê li ber yên AKP’ê ne tu tişt bûn. Ev tespîtên di cih de û rast in.

Beriya Darbeya Leşkerî ya Faşîst a 12’ê Îlona 1980’yan li hemberî derdorên demokrat û şoreşger operasyon û êrîş hatibûn destpêkirin. Piştî darbeyê jî van operasyonan pêl bi pêl zêde bûbûn û bûbûn girseyî. Kesên ku dihatin binçavkirin heme bêje her roj kom bi kom wekî îro roj ji aliyê çapemeniya berdevkiya cuntayê dikirin ‘teşhîr’ dihatin kirin. Ev pêkanîn bi tevahî di esasê xwe de rastiya nêzdîroka siyasî ya Tirkiyeyê vedibejin. Ji ber vê sedemê ye ku li hemberî êrîşên qirkirina siyasî ya ku hikûmeta AKP’ê xistiye meriyetê girtin û binçavkirinên dema 12’ê Îlonê demildest hatina hiş, mirov tê derdixe ku çima tên hiş. Encax li vê derê xisûsekê din a ku were dîtin heye ku di esasê xwe de ya girîng jî ew xisûs e.

Dema Derbeya Leşkerî ya Faşîst ya 12’ê Îlona 1982’yan pêk hat şansê hêzên çepgir, demokratîk û şoreşgeran tune bû biryarên berxwedanê pêk bînin. Gelek kom û rêxistinên ku xwedî taybetiyên şoreşger, demokratîk û welatparêz in li hemberî faşîzma 12’ê Îlonê di warê çalakiyan de bi bandor nebûn. Şefên cuntayê jî li hember vê rastiyê metel mabûn û nirxandinên wekî; me nizanibû dê evqas bi hêsanî be, kirin. Ji vî alî ve şert û mercên darbeya 12’ê Îlona 1982’yan û îro ji hev cudatir in. Ev rastî di warê pêkanîna qirkirina siyasî ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tê pratîzekirin, ber çavan tê girtin.

Îro Tevgera Azadiya Kurdan di nav berxwedaneke mezin de ye. Rastiya TC a 90 salî bi têkçûnê re rû bi rû hiştiye, bi têkoşîna 40 salan ve mewziyên girîng hatine bidestxistin. Gelekî ku wekî dagirker jî nedihat dîtin bi têkoşînê ve ji nû ve xwe afirand û bû xwedî nasnameyek nû. Bûye xwedî deskeftiyên ev qas mezin, bûye xwedî hêz. Dema mirov van tîne ber çavan, ne ku hikûmeta AKP’ê bi qirkirineke siyasî ve encamê bigire, 10 qirkirinên siyasî jî pêk bîne nagihêje encamê. Çawa ku bi êrîşên leşkerî ve encam bidestnexistin, bi êrîşên qirkirina siyasî ve jî nikarin encamê bidest bixin.

Destkeftiyên ku hêzên demokratîk, şoreşger û çepgir li hemberî derbeya faşîst a 12’ê Îlona 1980’yan xwedî nebûn, îro gelê kurd û hêzên demokrasiyê xwedî destkeftiyan e. Ya girîng ew e ku mirov di ferqa vê rastiyê de be û li gorî vê rastiyê bibe xwedî helwest. Tiştê ku li hember êrîşên hikûmeta AKP’ê ya qirkirinên siyasî bê kirin jî ev e.

Tu aliyê hiqûqî ya binçavkirinên polîsên AKP’ê nîne û meşrû nîn in. Ya bê kirin jî divê li hemberî van binçavkirin bertek bê nîşandan û berxwedanek hebe.

Divê musade neyê dayîn ku yên ku meşru û hiqûqî nîn in wekî ku karekî normal dikin, destê xwe ba bikin bikevin malan, taxan û bi hinceta binçavkirinan êrîş bikin. Divê ji vê re destûr neyê dayîn. Bi vî awayî di sekna meşrû û demokratîk de israr bikin.