|
Serhildana
Dêrsimê
Dîroka
serhildanên Dêrsimê gelekî kevnar e. Ji ber
cudahiya xwe ya olî Dêrsimî tu caran bi dewleta
Osmaniyan re aş nebûn û dewleta Osmaniyan jî tu
caran bi çavê rehmê li Dêrsimiyan nenihêrî. Ji
ber vê yekê jî Dêrsimiyan gelek caran li hember
Osmaniyan serî hildan û van serhildanan jî her
car bi hovitiyên nedîtî hatin derdestkirin. Her
çiqas Dêrsimî dihatin qirqirin rika wan li
hember Osmaniyan mezintir dibû.
Di salên
1877-1878’an de Osmanî bi Rûsan re ketin şer. Bi
destpêkirina şerê nava Osmanî û Rûsan re hinek
serokeşîrên Dêrsimî çûn balyozxaneya Rûsan a li
Erziromê û peyman dan balyozê Rûs ku di şerê
nava Osmanî û Rûsan dê bi Rûsan re li dijî
Osmaniyan şer bikin. 
Bi destpêkirina
şerê Osmanî û Rûsan re Dêrsimiyan avêtin ser
qereqolên Osmaniyan. Ji ber vê yekê jî dewleta
Osmaniyan Dêrsim wekî herêmeke xeternak dîtin û
gelek caran bi boneyên cûr bi cûr avêtin ser
Dêrsimê. Lê êrîşê Osmaniyan a herî mezin di sala
1908’an de bû. Bi sedema ku Dêrsimî bacên xwe
nadin êrîşî ser gel dikin. Ev êrîş bi yekcarî
çênabe û naqede. Lewra Dêrsimî li hember vê
êrîşê di berxwe didin û êrîşê Osmaniyan nêzî
salekê dajo.
Di vî şerî de
Dêrsimî tifaqekê ava nakin di nava xwe de û her
eşîr li gorî serê xwe bi Osmaniyan re şer dike.
Ji ber ku şer demeke dirêj dajo, gel dikeve nava
xizaniyekê. Nikarin erd û zeviyên xwe bajon û
rastarast li malên xwe bistrin.
Bi vê boneyê gel
li hember êrîşê têk diçe. Lê di sala 1909’an de
dîsa serî hildidin. Vê carê mebesta artêşa
Osmaniyan jiholêrakirina Dêrsimiyan e.
Bi neh tabûrên
leşkerên peyade, du bataryaya topê, alayiyeke
siwariyan û tîmeke agahiyê dîsa davêjin ser
Dêrsimê. Li aliyekî din jî, du tabûrê sekmanan û
pênc tabûrên Erzirom û Mûşê jî dorê ji Dêrsimê
digirin. Li geliyê Mercanê artêşa Osmaniyan û
serhildêrên Dêrsimî dikevin şer. Eşîrên Kurdan
yên wekî Mexşûdan, Şemikan, Resikan jî ji aliyê
Xozatê ve êrîşê artêşê dikirin. Di vê êrîşê de
artêşa Osmaniyan serkeftinek bi dest nexistin û
dest vala vegeriyan ji Dêrsimê. Ji ber
gengeşiyên li Stenbolê wê demê Osmanî û pir guh
nadin van serkêşiyên Dêrsimê û Dêrsimî jî demekê
dikevin bêdengiyekê. “Lê ev bêdengî zêde di ber
xwe nade û di sala 1911’an de Osmanî dîsa
davêjin ser eşîrên Dêrsimî.
Di nava du mehan
de gelek gundên herêmê tên şewitandin û li dû
mehan berxwedana serhildêran tê şikenandin” Li
dû şikenandina hêza serhildêran di 1912’an de
Osmanî bi dugelên balkanî re dikevin şer û bi
destpêkirina vî şerî re Dêrsimî dîsa êrîşê
qereqolên herêmê dikin. Bi vê bûyerê Osmanî dîsa
êrîşî Dêrsimê dikin.
Di dîroka
Dêrsimê de ya ku bala mirov dikişîne ev e:
Dêrsimî bi rastî jî hema hema tu rojekê bi
dewleta Osmaniyan re aş nabin û her tim serî
hildidin, lê ji ber ku bi Kurdên din re ne di
têkiliyekê de ne û hêza wan gelekî qels e, her
car zû tên şikenandin. A rastî ne tenê bi Kurdên
din yên sunî re, di nava xwe de jî tu yekîtiyekê
ava nakin.
Wekî mînak dema
serî hildidin bi eşîrî serî hildidin û dewlet tê
her car eşîreke serhildêr qir dike, eşîrên din
temaşe dikin. Îca careke din Osmanî eşîra
temaşevan qir dike, eşîrên din temaşe dikin.
Kurta qisê ji ber ku di nava xwe de yekîtiyekê
ava nakin Dêrsimî her car tên qirkirin. Lê li dû
van qirkirinan jî dîsa serî hildidin û ev
serhildan heya sala 1937’an bêyî navber didomin.
Mihemed
Ronahî
|