|
|
Li hemû alîyên Kurdistanê û
derveyî welat cejna Newrozê di nava çoş û
heyecaneke mezin de derbaz bûye,bi mılyonan
daketin qadan û duruşmeyên azadî,aşitî û
biratîyêbe, ev nîşandana dilsozîya xwe bi
rêbertî û tevgera xwe re qêrıyan,di rex vê delê
Başur Rojava yê Kurdistanê ligelek qadan ji bûna
komkujîya Raqa yê meşur bikin,li Şamê,Hesekê û
Helebê xwestin gel bikşînin nav lîstokan,gava
meriv li bûyerê dinêr gelek tiştên bala meriv
dikşîne hene,di dîroka Sûryê de heya roja me ya
îro Kurd bûne kevirê bingehîn ku rejîmxwe pê li
ser lingan digre, mînak di şerê 73 an de li
hemerî Îsrayîlê,di salê 80 de li hemberî tevgera
Îxwan Elmuslimîn û her wekî din,lê îro dewlet bi
heman lîstokên dewleta Tirkan tevdigere,di virde
ev pirs tê bala mirov,gelo çima li Raqa yê
pêkhat û çima zarok armanc hatin girtin.
Belê bi ketina Îraqê re
tirsek kete nava dilê herkesî, her kes li ketina
xwe ditirse, ji berku Emerîka piştî hilweşandina
rejîma Sedam partîyên Kurd ên ku bi destên xwe
perwerde kirine kirin xwedî hêz,li alîyekî din
ew partî li ser lewaz kirina Tevgera Azadîya
Gelê Kurd bi Tirkye re, Îran û Sûryê re di hin
mijaran de li hevkirine, ji ber vê jî ev dewlet
dikarin li gorî daxwaz û pêlanên xwe
tevbigerin,ji alîyek dinve hilbijartina bajarê
Raqa yê ne tesadufe ,ev komkujî du alîyên xwe
hene,a yekemîn dibe ku ev pîlana Tirkan û Îranê
be bi Sûryê re,weke tê zanîn hemû lîstokên di
Îraqê de destê herduyan têde heye,Îran dixwaze
bi vê helwestê şerê Kurd û Ereban pêşbixe,di
heman demê de rejîma Sûryê ji muhelefeta
hundurîn xilasbike,ji ber ku rejîma Sûryê bi xwe
elewîyên şîîne,alîyê Tirk jî bi vê helwestê
dixwaze Sûrye teslîm bigre û di heman demê de
Tevgera Kurd tefsîye bike,alîyê veşartî jî ev yê
tirkane, polotîkayên Emerîka û Îsraylê bi Sûryê
bide qebul kirin,a duyemîn ev gelek komên ku
girêdayî Sedam bi navê eşîrên Dêrî û bermahîyên
tevgera Îxwan Elmuslimîn,di heman demê de
Turkmen jî hene ,di be ku ev komkujî raste rast
bi destê muhelefeta Sûryê jî hatibe kirin ,ji
ber ku ev bi salane bi destê Emerîqa,Îsraylê û
Îngilîzan tên birêvebirin, armanc çi dibi bila
bibe ev ne sedemeke ku zarok bên kuştin,bi
taybetî di roja Newrozê de,hilbinartina bajarê
Raqayê jî taybetîyên xwe hene,bajarekî ji
bajarên din hinekî qute,gelê têde ji sadî nut
Erebe,di heman demê de weke navenda muhalfeta
Sûryê û şufenên Ereb tênasîn,bi taybetî jî tirba
sultanê tirkan Abdulhamîd li wire,lê armanc çi
dibin bila bibi zarok weke armanc nîşandan
tiştekî din tîne bala mirovan,ew jî li
Tirkye,Îran û Sûryêbi rêbazê dixwazin bi hestê
gelê Kurd bileyizin ,ji gelek hewldan kirin weke
revandina cenazeyên Şehîdan û pêkanîna komkujîya
Qamişlo û gelek lîstokêndin bê encam man,bi
koştina ,revandin û girtina zarokan dixwazin
çavên gel bitirsînin û bi hestên gel bilyizin .
Lê bilê neyê ji bîrkirin ku
wê ev gel, ev zarok bibın kabusa xwînên wan,bi
kuştina MEDYA û MEHMED wê tekoşîn mezintir
bibe,ji ber ku ew êdî sembola Newroza gelê
Kurdin û bi taybetî jîyê gelê me yê li Başourê
Rojavanin, wê bi sedhezaran MEDYA û MEHMED rabin
ser xwe, ger li welatekî ehlaq nemabe wê kûçikên
gûrî li ser sergûyan hertim bigerin,lê bıla
herkes baş zanibe ku zarokên vê axê nêçîrvanên
pir başin ji yên weke heqê ên weke Kerdoxan û
Beşarê rovî derdikevin,bi keda gelê me û
cangorîyên Tevgera Azadîya Gelê Kurdistanê wê
tola Şehîdan li erdê nemîne.
Herbijî Qehremanîya Gelê me
Şehîdên me bê mirinin
Metîn Zîndan.
|