|
Sibê zû bû. Hêj tav derneketibû. Sibehek pir
germ bû. Sira sibê pêlên agir dianîn. Bi xwe re
digerandin. Ev pêl dikirin biranîn. Diyariya vê
rojê bûn pêlên germa havînê. Agir dibariya ji
asîmanan. Bi ser mirovan de dibariya. Bi ser
jinê de dibariya.
Sibê zû bû. Pir germ bû.
Hêj ciwan bû. Keçek çavreş û xwîn şêrîn bû.
Bejn bilind û devliken bû. Lê mixabin ev ne
bes bûn ji bo vê balaberzê. Ne bi destê xwe bû.
Ne îro bana, dê sibê bana ev agahiya di derbarê
wê de. Bi rastî jî îro gelek germ bû. Germa
rêgeza jina rojhilata navîn bû. Germa havînê
nebes e ji bo vê jinê, divê an bi bedena xwe, an
jî bi kendira sitûyê xwe vê germê nîşan bide.
Zarokek heft-heşt salî li
derî xist. Di destê wê de sê nan û mistek şekir
hebû. Li hemû taxê belav dikir. Da destê min û
got “ ev ji bo ..…. ye”. Ev nan li gor baweriya
vê civakê ji bo wê keça ku hêza vê civakê
ranedikir û xwe bi kendira sitûyê xwe ji vê
civakê dûr xistibû dihat dayîn. Di jiyana xwe de
heke li ber deriya û kolana bimana dibe ku sê
nan û mistek şekir nedanayê jî. Lê ev civak
piştî jiyana wê jî wê hêj bi xwe ve didan
girêdan. Malbata wê ji bo ku birçî nemîne nan
belav dikir. Lê qet nepirsî ma vê keçikê çawa
dev ji vê germahiyê berda û hemû jiyana xwe di
kendirekê de fetisand. Tenê sê nan û mistek
şekir layiq dîtin. Ev ji bo van kevneşopiyên bi
lanet û berdewama wan bes bû. Xêra … dihat belav
kirin. …. ya ji jiyana xwe xêr nedît bi van sê
nan û mistek şekir careke din dihat xapandin! Ya
rastî vê civakê weke her timî cardin xwe
dixapand. Belavkirina nanê ..… dibe ku
kevneşopiyek be, lê xwe dardakirin jî
kevneşopiyek e. Sînorên di nava her dû de li ber
serê vê keça 17 salî hatibû sekinandin. … xwe
kuştibû lê cardin ji van kevneşopiyên sedema
dardakirina xwe xelas nebibû. Ma ji bo vegera
jiyana.… ê ev sê nan bes bûn? Ma ji bo keçikên
din bi vê rêyê de neçin hemû nan werin belav
kirin dê bes bin gelo? Na!na!na! her kes jî
dizane ku nebes e. Lê her kes bi yek dengî bang
nake, nabêje de bila nan û şekirê me ji me re
bimîne, em keçên xwe gûhdar bikin, zane bikin.
Carekê jî nêrînên wê gûhdar bikin. Helwestên wê
fêm bikin. Hizirên wê bipirsin.
Di vê roja germ de jineke
din kendira di sitûyê xwe de bi destê xwe şidand
û xwe kir qurbana kevneşopiyên vê germbûnê. Ji
xwe ev kendir her tim amade ye û di sitûyê jinê
de her ku bahewa germ dibe tê şidandin. Vêcarê
wê bi xwe ew ben şidand. Weke gelek û gelekê
din. Weke pir keçik û dayikên din. Wê jî di vê
roja havîna agirbaran de bi ser temenê xwe yê
ciwantî de rondika çawê rojhilata navîn bi ser
xwe de barand. Ev çanda vê xakê ye. Çanda bi
lanet ku bi qasî vê germê bi ser jiyana jin,
bedena jin, hebûna jin û mejiya jin de hatiye
barandinê ye. Heke germaya dilê vê ciwanê ji ya
vê xakê ne germtir bûna ne diçû ber bi vê encamê
ve. Heke ne jina rojhilata navîn yeke din bana
careke din ev encam parve nedikir. Lê tovê
berxwedana di kesayeta jina kurd de hatiye
çandin di hemû keçikên kurd yên bi temen biçûk,
mezin, navîn de jî hatiye çandin.
Dibe ku ev jî şêweyeke
berxwedaniyê be. Lê ne şêweyê qehremaniya mezin
e. Şêweyê tirsonekiyê ye. Şêweyê çav tirsandin û
tinekirina jinê ye. Nabe şêweyê jintiyê. Nabe û
ti carî divê nebe. Yek hebûna jinê di destê wê
de maye, ew jî domandina jiyana wê ye. Dikare
vê domandinê bi destê xwe ne tine bike, dikare
bi dest xwe bibihar bike, bironahî bike,
bibaldar bike. Xweşikbûna ruh û mejiyê xwe berde
ser hemû jiyana xwe û wê geştir bike. Zuhakirin
nabe. Ev ne şêweya jiyana jintiyê ye. Ne
berxwedana ruhê jinê ye. Ne wêrekiyeke egîdane
ye. Na divê wisa nebe. Divê jina kurd, keça
kurd di pey xwe de dîrokek û jiyaneke dagirtî
bihêle. Ne zarokek sitû xwe di destê wê de sê
nan û mistek şekir kolan bi kolan bide gerandin.
Jin divê vê çanda koletiyê bi jiyankirina xwe ji
holê rabike. Her kû jin jiyan bike, kes nanê wê
belav nake.
Nîlgûn Şahîn
|