|
Di
serî de dema mirov li dîroka gelê Kurd temaşe
dike, berî her tiştî dîrokek nû tê li ber çavan.
Ew jî bi vê gavavêtinê mîsoger bûye. Pengava
15’ê Tebaxê bi xwe re dîrokeke nû ava kir. Ev
pêngav ji bo gelê Kurd li her çar parçê û hemû
welatên cîhanê ku belav bûne bû bingeheke qewîm.
15’ê Tebaxê bû pêkanîna xeta PKK ku îro ji
mirovahiyê re jî bûye bingeh. Yanê tiştê ku PKK
di stratejiya xwe de dixwest pêk bîne ji bo gelê
Kurd û gelên bindest ên li hemû cîhanê hevalê
EGÎD di berxwedaniya xwe de pêk anî. Heke ev
pêngav nehatiba avêtin rewşa gelê Kurd
nedigihişt asteke wiha û dîrokeke nû dernediket
holê. Feylesofek çiqas xwedî nêrî li pêş be jî
dema armanca ku dixwaze pêk neyne ti fêda wê
nêrînê tuneye. Merhala Çarêmîn a îro bi pêngava
15’ê Tebaxê ye. Her sê merhaleyên ku tê de
berxwedanî heye 15’ê Tebaxê merhala çarêmîn
biwate kiriye.
Pêngava 15’ê Tebaxê di
hemla çarêmîn de bi wateya herî girîng û di
asteke herî jor de rola xwe pêk tîne. Dîsa bi
xwe wê di nava dewletê de lewazbûneke mezin
biafirîne. Heke dewlet neyê çareseriyê bi demê
re wê darbeyên mezin bixwe. Him ji aliyê siyasi,
eskerî û him jî ji aliyê aborî ve wê têk biçe.
Bingeha şiyarbûna gelê Kurd a hezaran salan wê
bibe bingeha XWESERIYA DEMOKRATÎK û AZADIYA
RÊBER APO…
Dijwar Qamişlo
|