* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


ROJA VEJÎN Û XWESERIYA JINÊ
 

 

   

Ez destpêkê 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Rêber APO, şehîdên me yên rêya azadiya gelê Kurd bi xwîna xwe vekirin, şervanên azadiyê, hevalên zindanan û tevahî gelê Kurd ê bênavber tekoşîna xwe ya azadiyê didomînin, pîroz dikim.

Di her civakekê de rojên taybet hene, her gel di van rojên taybet de hebûna xwe didin diyar kirin. Ji bo gelê Kurd jî 15’ê Tebaxê roja hebûnê ye. Roja 15’ê Tebaxê bû roja ku xala dawî ji înkarkirina gelê Kurd re danî, roja destpêkirina vejînê, roja di rûpelên dîrokê de hevdîtina bi rehên xwe, bi nasnama xwe ya azad re û roja zindîkirina çanda dayîkê ye. 15’ê Tebaxê çanda dayîkê ya hertim civak û xweza li hember hemû êrişên derve û hûndir diparast, vejand. Ji ber vê yekê dema em li rûpelên dîrokê yên beriya 15’ê Tebaxê temaşe dikin, em dibînin ku jin her dem bêhêz hatiye hiştin.

Pergala zilam a ku desthilatdarî li ser jin, xweza, civak û tevahî nirxên mirovahiyê daye meşandin û hemû maf û nirxên erênî yê mirovahiyê jî binpê kiriye. Bi înkarkirina nirxên jin ên dînamîk, jiyanî, siyasî, civakî û dîrokî hatiye felç kirin. Lewma bi pergala zilam a serdest û desthilatdar ve bê îradebûyîn, bêbawerbûyîn, biyanîbûn hatiye bipêşxistin û parastin.

Ji bo wê jî Rêberê Gelê Kurd dibêje; “Nasnameya jin di hûndirê kaoseke mezin de dijî. Ji ber wê jî em dibînin ku jin ji zanist, xwe naskirin, parastina rêxistina xwe ya xweser bêpar maye. Lewma jin nikare weke îradeyek azad xwe derxe pêş. Her wiha weke jina ku xwediyê jiyana diherike, divê xwe bide nasîn. Ev jî dihêle ku jin rewşeke xwe nenaskirin, hêz û îradeya xwe nederxistina holê û neketina ferqa xwe û zayenda xwe bipêşdixe.”

15’ê Tebaxê guleya yekemîn e ku di zihniyet û şaneyên gelê Kurd de û bi taybet jî di zihniyeta jina Kurd de hatiye teqandin. Lewma em dibêjin 15’ê Tebaxê ji bo jinan hevpeymanek jiyana azad e û xweserî ye. Ev çalakiya dîrokî bandora xwe bi giştî li ser dîrok û pêşerojê kir. Ev çalakî di aliyê zagon û felsefeya jiyaneke azad bi xwe re afirand. Rêbertî dibêje; “Nasnameya jina azad bi rêya artêşbûna jinê derketiye holê. Ev artêşbûn hişt ku jina Kurd hêza xwe nas bike û gihîşt asta ku pergalek ji devreyî pergala zilam a ku pênc hezar sale didome, biafirîne. Her wiha li hemberî wê bi hêmû hêza xwe ya veşartî ya îdeolojîk, rêxistinî, siyasî, civakî û hwd. pêşengtî û rêbertiya misyona avakirina civakek exlaqî û polîtîk dike.

Behrem û nirxên me yên sî salan, îro gelê Kurd û jina Kurd gihandiye asta hêza rêxistina ji pola. Gelê Kurd tevî hemû êrişan jî polîtîkayên înkar û tunekirinê napejirîne. Li hemberî van polîtîkayan bi Rêbertiya gelê Kurd û şehîdên me yên egîd û qahreman, gelê me yê berxwedanvan bi wêrekbûnek mezin îro modela xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd ‘Xweseriya Demokratîk’ îlan dike. Rêveberiya xwe ya civakî şêwazên rêveberiya xwe û jiyana xwe birêve dibe. Ev dibe bingeha pergala Konfederalîzma Demokratîk ku hemû netew, çand, ziman û cudahiyên din çareseriya xwe tê de dibîne. Lewma coşa gel li kolanan tê dîtin. Ev jî encamên ku bi berhemên salan bi keda xwe û zanebûna xwe gihîştiye vê rojê. Carek din jina Kurd û gelê Kurd mîsyona şeref û rûmeta dîrokî ji bo avakirina civakek demokratîk daye ser milê xwe.
                                                                                                             
   Arşem Kurdman