|
Yusuf ALKAN
Kesê ku li
hemberî lehiya heqîqetê bisekine heye? Yan yê ku
li hemberî heqîqetê raweste û nexeniqe? Li diji
desthilatiyê timî berxwedan, li diji bindestiyê
timî azadxwaziya heqîqetê, dikare mirovahiyê
xilas bike
A rast mijara
gotinê ku şehîdên pîroz bin ez dixitimim,
gotinên hindûrê min di qirika min de dialiqe û
dibe kulm. Lewre ew dem kêliya dawiyê ye. Kirde
û peyv, têgeh û hevok wateyên xwe winda dikin.
Gotin pir in lê têrê nake ku wate û girîngiya
wan rave bike. Hest û raman eşq û evîn diherike
rûbara dil lê nikare bibe hevokên li ser lêvan.
Tiştekî ku ez ji hêz û bedewiya pênûsê re bêjim
nîn e, jixwe pirsgirêk ji ew nîn e. Çend
nivîskarên hêja dikirin ku li ser heval Mustafa
Malçok çend tiştan bêjin lê diyar bû ku pir
lerizî bibûn dîsa jî ew hêz bi xwe re baş
neditibûn. Ev tiştekî pir cuda ye, dema ku
têkildari şehîd Mazlûm Dogan, tiştên gotin ji
ber ku tu ji heman tiştan hîs dikî ji çavên
hevalên xwe hin hestan fêm dikî lê hingê tu xwe
ji dengê bêdengiya re berdidî.
Ez ji xwe re
dibêjim, kî dikare jiyana wan bi lêv bike, yan
birêje li ser kaxiz? Kî dikare lehengî û
çelengiya wan, kî dikare evîn û baweriya wan
îfade bike. Belê guneh ê ziman û yên hevokan nîn
e, dil bi xwe nikare. Dibe ku yek rabe bêje min
ne jiya be jî ez ê bikaribim eşqa heqîqetê
biderbirînim. Lê çi dibe bila bibe kîjan wêjevan
û helbestvan bê keşfkirin dê çawa bê terîfkirin?
Mirov çiqas fêm bike dikare ewqas bijî. Jiyan
riyeke dirêj e û mirov jî rêwî ye. Encax bi meşê
re mirov dikare bi zanibe zimanê evînê.
Meş…Spartakus
evîndarekî mezin bû, her tim dimeşiya, li pey
jin, zar, mêr, kal… Baweriya wî wekî xweda
bilind, bejna wî mîna dara behivê zirav û
lihevhatî. Rojek ji rojan îxanetê xwe da li ser
riya wî. Spartakus destê xwe rakir û wiha got:
Ey jin û zarokino, mêr û kalino ji bo jiyaneke
rûmetdar azad û serbixwe em dimeşin. Heyanî niha
em kole û bindest bûn, heyanî niha rûmeta me di
bin pê leşkerên dagirker de bû. Ji vir pê de em
divê ku xwe xurt bikin. Yên ku hezdikin azad
bimirin bila di rexê min de bimeşin… Spartakus
di vir de di vê meşê de çirûskên heqîqetê ditibû,
îxanet têk bir azadî û evînî hilmande hindûrê
xwe.
Hin kes dibêjin;
ew meş bû ya ku dawiya Spartakus anî, dawiyê ber
bi çiyan ve meşiya! Ax wêrekino ax, hûn çima ew
çend sivik û derew in. Ma qey em nizanin hûn ji
çiyan ditirsin û lewma zimanen xwe yên pênc
qirûşî dirêji çiyayiyan dikin. Em ji kêliyê ji û
ji dîrokê ji dizanin ên ku ji çiyan ditirsin
derewan pê ve dizeliqînin.
Bes bi nanxûran
re hestî bi ziman re nîn e. Ezîz Pavlos dema ku
dest bi meşa xwe kir didît ku rê pir bi devî û
kaş û berkaş e. Baş dizanibû ku dê piştre vegere.
Lê hebe tune be eşq û hezkirin bû ya wî. Jixwe
Ezîziya rast ew bû ku tirs û xof bi dilê kahinên
sextekar xistibû. Îcar me yê disa bidîta ku riya
heqîqetê timî yek e, wekî Ezîz Pavlos îcar
Promethous ê zorên wî yên şextekar dîsa dê serî
li komployan bixistana lê Rewiyên Heqîqetê herka
me dê sar nekin û biherikin ber bi eşqê ve…
Kesê ku li
hemberî lehiya heqîqetê bisekine heye? Yan yê ku
li hemberî heqîqetê raweste û nexeniqe? Li diji
desthilatiyê timî berxwedan, li dijî bindestiyê
timî azadixwaziya heqîqetê. Yan bi eşya pêl û
perçikê gera elektronê ya du heyinbûn û bi
watebûnê ye? Dibe ku bi tevî hemûyan xuşe xuşa
ku ji çirava dilê azad tê ye: ‘Heqîqet eşq e,
eşq jiyana azad e’ Belê gelo dê niha çawa be.
Dîrok her tim dubare dike? Yan dê dubare bike?
Ez nikarim pirsa dawî bibersivînim lê ez wekî
roja zelal baş dizanim ku kê/î hat û çû kê ma û
nema; Kê bi ruyê xwe yê reş û kê bi berxwedana
xwe yê geş tê bîranîn. Ez dikarim van yek bi yek
bi rêz bikim, lê ez nikarim eşqa wan vebêjim û
kesê ku dê jiyana wan teswir bike heye?
‘Jiyan nayê
temaşekirin tê jiyîn’ ger ku ev destpêka
heqîqetê be; heqîqet riyeke direj û deryayeke
kûr e. Jixwe navê eşq û evînê rê nebû? Riya wan
pir bi stêrk bû di rê de pir kes ketin riyên
çewt, lê çewtiyên mirovan pir bû di rê de çewtî
nepêkan bû. Lewma heqîqetê çewtî ne dipejirand,
lewma li ser riya çewt jiyana rast navê xwe
xapandinê xwe xapandin bû navê îxanetê ji ber vê
sedemê Adornoyî dê heta jê bi hata qîr bikira:
‘Jiyana çewt rast nayê jiyan’ Erê dawiya rê ew
çend hêsan naye dîtin. Ji bo dîtinê ewilîn çavên
dil divê li dûre dilêrî divê, lehengî divê
bawerî û kes, hêz û eşq divê… Eşq biryardarî û
bawerî rê jihatîbûn û serhildêriyê dixwaze.
Lewma azadî bê eşq û rê nabe. Dîrokê her tim
digote me mirovên mezin in. Tê gotin ku rê mirov
diwestine, eşq mirov dişewitîne. Ev ji rast bû
kesê ku neweste nikare xwe biafirine. Xwe
afirandin navê dilberîna hezkirina civakî ye,
hezkirin ji xwezaya şoreşgeriyê ye. Gelekên
direvin jî hene û yên ku bûne rêhevalên
Spartakus jî. Belê eşq mirov dişewitîne ma ku
dil bi agirê eşqê neşewite dê çawa nirxên eşqê
bizanibe. Jixwe rêwiyên heqîqetê bibûn evîndarê
agir, ji Prometheus vir ve. Oudius dibêje: ‘Dilê
ku bi tirê eşqê birîndar bûye nedin ber agirê
bîranînan’ Ev li Prometheus ne heqî kirine.
Lewra Prometheus bi eşqa mirovahiyê birîndar
bibû û dîsa ji xeyalên xwe li agir bar kir. Li
gel her tiştî dilê xwe mirovan re vekir û çavên
xwe li Zeusê komplogerr reş kir. Berevajiyê
Oudius wan di gel loş û dilên xwe bi xeyal û
bîranînên xwe re xwe berdan nav agir.
Galîlo Galelî yê
zanyar û hizirmendekî pir girîng û navdar bû
got: ‘Cîhan hem li hawirdora xwe û hem jî li
hawindora tavê dizivre’ Ev îdia rast bû lê
pirsgirêk ditîna rastiyê nîn e, li gorî rastiyê
jiyîn e. Her çiqas Galelîe li hem ber dêrê
lêborin bixweza ji rastî winda nebû lê Galelîo
di wir de winda kir. Belê hizirmend bû, zana bû
û navdar bû lê ew nikaribû qasî Bruno bibe
evîndar. Dema ku giyana heqîqetê di nav raman û
jiyana mirov de berxwe nede, hingê şoreşgerî jî
û hizirmendi jî li ber bayê çewtiyê nikare ber
xwe bide. Lê rêwiyên rastginê him gotin navend
hetave û li dorê civiyan û hin jî gotin hûn
nikarin ‘Helava me tarî bikin’ û heqîqet
parastin ji Bruno heyanî Mazlûm ji Viyan Soran
heyani Mistefa Malçok. Carinan navê wan biguhere
ji riya heqiqetê yek e. Belê jixwe hebûn û
armanca hetavê ji ew e ku bedew û qehremanên
ronî bike. Hetena hetevê di nav korta mirinê de
çima ewqas di nav ked û berxwedanê de bûya.
Rêwiyên heqîqetê ji bo eşqa xwe azad bijin
mirina xwe dane ber çavên xwe, lewra ew mirovên
eşqên mezin û nemir bûn.
Ango bûyer di
bin Sûrê Akillevs de hilweşina Froga yê nîn e,
yan serda girtina Hanibal Barka ya li ser Romayê
nîn e. Çiyayê ku Ferhed kun kiriye got ‘Qet nîn
e bûyer ew e ku mirov ji bo jiyanê mirina xwe
hilde ber çav e’, bi gotineke din ‘Bûyer ew e ku
mirov ji bo heqîqetê bibe rewîyê riyên bêdewî.’
Yeqîna nemiriyê di meşa Gilgamêş de nîn e nemirî
û qehremanî ji xwedêyan agir dizîn e.
|