* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Qonaxa nû û em

 

 

   

Sîstema navneteweyî  ya desthilatdar ku bi salane xwe cûda cûda li ser civakên bindest bi bandor dikir, bi taybet jî sîstema kapîtalist ku iro wek versyoneke din kapitalizma modern pêş dixe , dixwaze xwe di hemû aliyên cihanê de pêşve bibe û wek sîstemek nû ya sedsala 21. bide rûnûştandin.  Ev sîstem berê di aliyê aborî, sermayedarî, çekdarî û leşkeri de xwe di nava civak û dewletande dida nasin û rêve dibir. Lê sedsala 21’ de, di roja em têde dijîn de, edî gûhertînê nû bi xwere xwest. Bi pêşvaçûna civakêre ev sîstem aliyên wê deşîfre bûn hat zanîin bi vî awayî nikare xwe bide berdewamkirin. Ji ber vê yeke her çiqas berê ji dervayî civakê civak bi rêve dibîr di jî roja me ya îro de yekser dixwaze di nava civakêde di hundirde xwe bide jiyankirin û reva bibe. Bi vi awayî di sedsala nû de, di nava civakande tinekirina civakî, pêşxistina takekesî, her wisa di aliyê çandî-exlaqî û zanyariyêde helandîn û kişandîna nava xwe pêş dixîne. Ji bo ku vê sîstema xwe ya ku em dibêjîn kapîtalist-modernîte di nava civak û dewletan de bide rûniştandîn wê taybet me cîwanan ji xwere hedef bigre û digre jî. Ji bo ku civakan li gorî xwe bimeşîne, di dîrokê de jî her tim sîstemên desthilatdar nifşên nû ji xwere kirine hedef û bi riya xapandina cîwanan desthilatdariya xwe ya bi hezaran salan dane meşandin. Di sedsala me ya nû de jî hedefa sîstema kapîtalist-modernîteyê civak belavkirin û takekeskkirine, bi rêya asîmîlasyona ziman û çandî, di aliyê exlaqî de helandin, di kesayetî de ji cewher derxistin, yani ji rabûn û rûnûştin a mirov bigre heta jiyana mirov ya civakî, malbatî ya rojane de di xwaze tesîrên xwe bi meşîne û xwe bide avakirin. Dewletên Dijminên kuradan jî parçeyek û yedekek vê sîstemêne. îro dema mirov temaşeyî pêkaninên dewleta tirk û yên din dike mirov baş dizane ku çiqas sûd û cewherê xwe ji vê sîstemê digire. Dema em baş û ji nêzde lêkolin bikin, dewleta tirk ji êrişên xwe yên li ser kurdan li gorî vê  sîstema desthilatdar a modern pêş dixe. Taybet di aliye ziman de pîşavtîn (asîmîlekirin) qirkirina çandi, qirkirina siyasî û her wisa di aliyê leşkerî de êrişên pêş dixe, bi vêya ve girêdayî hişmendiya kevneperest ya inkar û tinekirinê berdewam dike. Li hemberî van sîstem û polîtîkayên qirkirinê Rêber APO û tevgera azadiyê sîstemek alternatîf ku tikesê nekariye li hember sîstema serdest heta niha pêş bixe, danîne holê. Tevgera Azadiyê û Rêbertiya wê li hember sîstema kapîtalist-modernîteyê sîstema konfedrelizma demokratîk xistin rojevê û binesaziya wê pêşkêşî gelên cîhan û rojhilata navîn kirin. Bi sîstema konfederal ve girêdayî xweseriya demokratîk ku di vê qonaxa çareminde rêber Apo û tevgera azadiyê xîste rojeva cîhanê,  gelo vê qonaxa nû emê çawa serbixin? Xweseriya demokratîk çawa bidin avakirin? Bi taybet divê ji bo me ciwanên wargehê tiştek herî hêsan û lezgîn xwe li gorî wê amadekirin be! Ji bo  wê divê em van pîrsan ji xwe bikin; gelo em wek ciwanên di nava şoreşêde mezîn bûne, emê qonaxa nû fêm bikin  an ne? Emê xweseriya demokratîk bidin jiyankirin, bi zanibin  an ne? Em li gorî pêvajoyê tev digerin û xwe tevlî dikin an ne? Gelo em sazî û binesaziyên xwe li gorî vê peşdixin û xwe tevlê dikin an ne?  Dema em dibêjin em fadayê rêbertiyêne, em erka xwe di demê de pêktînin an ne? Ji bo ku em bersiva van pirsan û her wiha bi dehan pirsên din bidin, pêwîstî bi lêkolîn û perwerdeyek herroj em di mejiyê xwede lê hûrbûnek mezin bikin heye. Lê belê ne ewqas pirsen zehmetin û em jê dûr ku em nikarrin bersiv bîdine  wan kêmasiyan. Em her roj bi xwe jî hîs dikin û di jiyana xwe de ferq dikin, ji ber wê  ne ewqas zehmete jî ku em nikarin bibin bersiva pirsên xwe.  Eger em xwe pêşengên civakê dibînin rola herî mezin jî li ser milê me ciwanane. Ji gel ronîkirinê bigre heta perwerdeyê, têkoşîn bilindkirin û azadî û serkeftina têkoşîne, barê van hemûyan li ser mile meye. Ji bo wê divê kûrbûna me ji ya her kesê bêhtir be. Eger em rola xwe ya demê ne lîzin, civaka xwe ne gehînin jiyaneke azad, emê jî wek bapîrên xwe bi xeteriyek mezîn li pelên dîrokê bêne nivîsandîn. Lê divê em bi zanibin ku wê ne civak û ne jî dîrok me ticaran efû neke. Heger em bi xwazîn dîrokek bi şan û şeref binivsînin, iro û her roj jî roj roja me ya rûmet û şerêf nivisandînê ye. Ji ber vê, divê peyva “yan berxwedanek bi heybet yan jî hîç” her roj di serê me ciwanên welatparêz û şoreşger de xwe zindî bike.

                                                                        Lokman BÎLEN