|
|
``Dibeje
ku çuyina stêrkan mizgîniya derketina ronahiya
rojeyê
`` 
Di dîroka
kurdistanê de hertim îdam, înfaz,faîlên mechul,
heps û zîndan hatiyê ferz kirin bi şeklekî herî
xayînane û dur ji ehlaqê mirovatiyê çendîn
reberên me ê wekî şex Saîd, Seyîd Reza,
Qazîmuhamed û hêvalên van,bi teror kirina
Abdulrahman Qasimlu Şerefkendî û bi sedan
însanên ku yekane gunehê van ew bu ku gotin em
kurdin û teslîmê qatîlên gelê xwe nebûn herî
dawî 5 însanê siyasî li îranê hatin îdam kirin .
Gelo dixwazin çi ji kurdan re bibejin? dixwazin
bejin ku em we nas nakin û we înkar dikim hebûna
we îdam dikim, çand û zimanê we îdam dikim, nav
û dîroka we tune dikim.
Komara îslamiyê Îranê tû tişt nehiştiyê ku îdam
nekiribe ji nan û av bigre heya kanî û rubaran,
jin û mer zar û pîr gul û xweza yê .
Di kerim
bikin îdam bikin di fermu ew behra wanê îdam
bikin ,di fermu dîrok û surên amedê îdam bikin,
di fermu pîre megrur teslîm bigrin, di kerim
bike çarçirayê mahabadê îdam bikin di fermu 12
adarê qamişloyê îdam bikin le wiya bizanin ku
hûn nikarin pêşeroj û azadiyê îdam bikin
,we Ferzad, Şîrîn, Elî û
Ferhadan îdam kir le we nikarî ruhê van ê
azadiyê îdam bikin, we nikari hebuna van înkar
bikin we nikarî ew dilê ku tijê ji êvîna bi gelê
xwe bi welatê xwe û bi jiyanê îdam bikin dilê
van di dilê me de ledide û jiyan dike û hêviya
jiyanê dide me.
Komara
îslamiyê Îranê bi siyaseta xwe ya qerij hertim
li ser gelên îranê; bê îrade buyîn, xwe înkar
kirin û li hember hebuna xwe gel kirine ajanê
xwe ji siyasetê dur xistin û siyaseta birçî bunê
dimeşîne û gel ber bi dizî,cînayet
û ber be madeyên heşber, fuhuş û di encam de van
bi xwe ve girê dide û îradeya azad dikuje û
Nahile ku le hember wan rabibin.
bi navê şerîeten Îslam û futvayan qetlîam li
ser kurdan û gelên îranê pêk tînin lê bila
bizanibin ku êdî ew siyaseta wan nameşe û em
xwedî hêz û partîne; xwedî reber û gelêk ku zana
buyê, xwedî dîrok û bawerîne xwedî lehengên wekî
Ferhad Wekîlî, Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî û
Elî Heyderiyanîn û nikarin me înkar bikin û me
teslîm bigrin ji vir şunde hemu helbest û awazên
me dibin gûlên stirana şîrîn, ferhad, ferzad û
eliyan hemu sirudên me dibin siloganên van
lehengan, her kute kutêk
ji dilê me dibe dengek ji dengê van û van dide
jiyandin.
Brûsk
Artêş
|