|
|
Emer
Îke:Komên
aştî û çareseriya demokratîk ku di 19’ê Cotmeha
2009’an de weke çûbûn Tirkiyê, ji ber zextên li
ser wan û girtina 10 endamên qasidên aştiyê
biryara vegera Mexmûrê girtin û di 19’ê Tîrmeha
2010’an de bi awayek girseyî vegeriyan Mexmûrê.
Di 19’ê Tîrmeha 2010’an de qasidên aştiyê bi
rêya çapemeniya Kurd û cîhanê hewldan daxuyaniya
bi rayagiştî re parve bikin, lê ji ber pêkutiyan
weşana zindî ya diviyabû di ROJ TV’yê de were
kirin hate asteng kirin û ketina rojnamevanan a
wargehê jî hate asteng kirin.
Qasidên aştiyê
sedemên vegera xwe û dîtinên xwe bi rojnameya me
re parve kirin.
Seîd ŞEDAL:
“Em di 19’ê Cotmeha 2009’an de li ser
bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi
şêweyê koma Aştî û çaseriya demokratîk a Mexmûr
û Qendîlê çûn Tirkiyê. Dema em bi rê ketin,
pêvajoya çareseriyê xitimî bû, ji lewre Rêberê
Gelê Kurd Abdullah Ocalan mudaxaleyî pêvajoyê
kir û ji bo pêşiya pêvajoyê vebe hatina komên
aştiyê ya Tirkiye pêşwazî kir. Ji wê rojê heta
îro piştî çûna me dewlet gelek zext û êriş li
ser me dan meşandin, 10 hevalên me girtin û
xistin zindanê, êrişên li ser gel û operasyonên
li ser gerîlayan didome, hîn jî gund têne
şewitandin û bi hemû cureyan êriş didomin. Ji
ber vê yekê me biryara vegera Mexmûrê girt û em
di 19’ê Tîrmehê de vegeriyan Mexmûrê.”
Her çiqas em ji
bo aştiyê çûbin li hember tevî xebatên me yên
aştiyê me li gel gelek derdor , rewşenbîr û
oldaran niqaş kiribe jî ji devreyi zext û êrişên
dewletê tiştek radesti me nekirin. Li gel me
xwendevanên ku zanko xelaskirin jî hebûn, lê ev
weke mirovên zanîngeh xelas kirine nedîtin. Ger
xwendina van nebînin ma hûnê yê 3 hezar
xwendekarên amadeyî çawa bibînin. Ango rasterast
mirov bêje, şert û mercên vegera Tirkiyê yê
Kurdên Mexmûr ku di salên 1990’î de di encama
êriş, zilm, kuştin û pêkutiyên mezin de hatin li
Wargehê bicihbûne, avanebûye. Li Tirkiyê ev
pêkanînên derveyî huquqê û mafên mirovan hîn
didome, li Tirkiye hîn kuştinên kiryarên wan
nediyar, şewitandina gundan û girtin û xistina
zindanan a siyasetmedaran û qasidên aştiyê hene
û ev pêkanîn bûn sedem da ku em vegerin Mexmûrê.”
Fatma ÎZER:
“Ez ji wek endameke Koma Aştî û çareseriya
demokratîk a Mexmûr li ser banga Rêberê Gelê
Kurd Abdullah Ocalan di nava koma Aşti û
çareserîyê ya Mexmûrê de çûm Tirkiyê. Çûna me ya
Tirkiyê, bi armanca pêşiya pêvajoya xitimiye bi
gavên aştiyane û demokratîk vekirin bû. Ji roja
em çûn heta em zîvirin, poşmanî li ser me ferz
kirin û bi zext û êrişan nehiştin em xebatên
aştiyê bidin meşandin. Ji ber ku ev zext û êriş
li ser gelê Kurd didome me biryara vegera
Mexmûrê girt, derfetê me yê xebata aştiyê
meşandinê li Tirkiye nema. Biryara me ya vegerê
ji neçarî bû.”
Îsmaîl AYAZ:
Bi bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
di 19’ê Cotmeha 2009’an de me cihê xwe di nava
qasidên aştiyê de cih girt. Sedemê çûna me ya
Tirkiyê li ser banga Rêber APO ji ber
xetimandina siyasetê, ji bo rê li ber pêvajoyê
were vekirin em weke du koman yek ji Wargeha
Penaberan a Mexmûrê û Qandîlê derbasî Tirkiyê
bûn. Lê mixabin dewleta Tirk a ku muxataban
napejirine, dema em jî weke qasidên aştiyê çûn
her çiqas di destê me de tu silah nebû û em ji
bo aşti û demokrasiyê çûbûn jî me muxatab
negirtin. Me daxuyani dan çapemeniyê û me dest
bi xebatan kir lê ji ber dozên li ser me hatin
vekirin, êrişên li ser me nedihişt em bi awayek
baş karê xwe rêvebibin. Derbarê hin hevalên me
de 20 sal hin hevalan de jî 15 sal seza hatin
birîn, lê ji ber van zext û êrişan me ne dikarî
kar û xebatên xwe rêvebibin, ev bû sedemê vegera
me. Lê ger pêwist bike em disa amadene ji bo
aştiyê bixebitin û biçin bikevin zindanan. Li
başûrê Kurdistanê em ê kar û xebatên xwe rêve
bibin em ê li başûr bigerin, ji bo aştiyek
birûmet û çaresaeriyek demokratîk.”
MEXMÛR-DÎHA
|