|
Cemîl Bayik
Qanûnîbûn û
rewatî du mijarên cuda ne. Her ku car caran li
gorî cihê tên bikaranîn ev têgîn cihê hev
digirin jî û di wateyên nêzî hev de têne
bikaranîn jî ya rast ew e ku du têgînên ji hev
cuda ne. Qanûnîbûn li gorî pîvanên heyî, qanûn û
pozîsyona heyî şêwaz distîne. Di rewatiyê de
raya giştî û wjidanê wê derdikeve pêş. Ji ber vê
yekê jî gelek caran di navbera qanûnên heyî,
wijdana raya giştî te cudakarî û nelihevkirinek
tê jiyîn. Di rewşên wisa de qanûnên heyî û hiqûq
tê guftûgokirin û sererastkirinên li gorî ku bi
raya giştî û wijdanê wê re ne nakok be tê
pêkanîn an tê guhertin.

Guftûgoyên di
roja me de li Tirkiyeyê pêk tên/tên jiyîn bi
rengekî diyarker pêwistiya ji bo vê yekê didin
nîşandan. Ji ber ku li Tirkiyeyê pêwistiyên
civakê û qanûnên di meriyetê de bi her awayî di
nava nakokiyê de ne. Ne mumkûn e ku bi 'pînekirina
makeqanûnê' ku wekî rêbaza pansumanê tê
binavkirin ev pirsgirêk were çareserkirin.
Tevî vê rastiyê
jî li hemberî daxwazên civakê û pêwîstiyên heyî
tim astengiya makeqanûnê tê derxistin. Her
daxwaza tê rojevê bi hinceta 'li dijî makeqanûnê
ye' tê redkirin û bi cezayan tê pêşwazîkirin. Ji
ber vê yekê jî li Tirkiyeyê makeqanûna heyî li
gel raya giştî û wijdanê wê wekî astengî tê
dîtin û rewabûna wê bûye mijara gotinê.
Li Tirkiyeyê ev
rastiya têkildarî destûra bingehîn ji aliyê
mirovên zanyar, siyasetmedar û civaknasan ve tê
dîtin û ji bo were derbaskirin û bi wijdanê raya
giştî re di nava hevdengiyê de be guftûgo tên
meşandin. Di roja me de ev rewşa heyî ya
Tirkiyeyê ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin.
Gel di her
derfetê de helwesta xwe ya li dijî makeqanûna
heyî tîne ziman. Her wiha her çiqas hikûmeta
AKP'ê bi 'pînekirina' makeqanûna nû îdia dike ku
dê kêmasiyên wê ji holê rake jî, divê dengên ji
bo pakêta guhertina makeqanûnê ya di 12’ê Îlona
2010'an de jî divê di heman çarçoveyê de were
nirxandin.
Ji ber vê yekê
Serokwezîrê Tirk R. T. Erdogan piştî erêkirina
pakêta makeqanûnê yekser fermana 'Ji bo
makeqanûneke nû xabatên amadekariyê bidin
destpêkirin" da endamê 'Komîsyona Destûra
Bingehîn a Meclisê' Burhan Kuzu. Her çiqas paşê
ev soz jibîr jî kiribe dîsa jî kete pozîsyoneke
bi vî rengî.
Ev tev nîşan
didin ku yekdengiyek der barê pêwîstiya
guhertina makeqanûnê de heye û ev makeqanûn ne
rewa ye û mijara guftûgoyê ye. Êdî tu hincet
nemaye ku bi makeqanûneke ku kes qebûl nake li
Tirkiyeyê sînorê civakê were xêzkirin.
Di pêkanîna
prensîbeke jirêzê ya hiqûqê de jî ev rastiyê li
jor me anîn ziman xwe nîşan didin. Qanûnên tên
guhertin an rakirin tevî encamên xwe tune tên
hesibandin. Dema pêvajoyeke bi vî rengî dest pê
dike bandor û tesîrên van qanûnan jî di encaman
de nayên dîtin û li gorî vê yekê pêkanîn tê
rojevê, îçtahat tên avakirin û heta bigihijin
encamê xebat tên meşandin.
Li Tirkiyeyê
piştî redkirin û guftûgokirina makeqanûna
cûntaya 12'ê Îlonê rastiya tê jiyîn bi heman
rengî ye. Lê belê ev pêvajo ne bi heman rengî tê
meşandin. Berovajî mîna ku rewşeke wisa tune ye
tevdigerin. Ev yek jî bi taybetî ji aliyê
hikûmeta AKP'ê ve tê kirin. Dikare were gotin ku
di rewşa heyî de Tirkiye bi makeqanûneke ne rewa
tê birêvebirin. Tu cihê vê yekê li gel raya
giştî û wijdanê raya giştî re nîne.
Tevî vê rastiyê
jî li hember daxwazên civakê li gorî makeqanûna
cûntayê helwest tê nîşandan, her gotina tê
bilêvkirin û helwest li gorî vê makeqanûnê
digirin dest. Di helwestên li hember pirsgirêka
Kurd tên nîşandan de hewldanê bi vî rengî gelekî
tên jiyîn. Daxwazên Kurdan gelek caran bi
hincetên 'hevdengiya makeqanûnê' an 'dijberiya
makeqanûnê' digirin dest. Ji bo vê yekê jî tu
aliyê hiqûqî yê bendewariya ku ji civakê were
hêvîkirin li gorî makeqanûna ne rewa tevbigere û
ferzkirina wê ya li ser civakê tune ye.
Kurd îro dibêjin
'jiyana duzimanî' û 'Xweseriya Demokratîk'.
Dixwazin jiyana xwe li gorî vê yekê sererast
bikin. Ev yek bi tevahî raya giştî û wijdanê
raya giştî temsîl dike û rewa ye. Tiştek yê
xwezayîtir nîne ku mirovek bixwaze bi zimanê
dayikê biaxive, binivîsîne û perwerdeyê bibîne.
Dîsa Kurd mîna îradeyekê dixwazin der barê
jiyana xwe de bibin xwedî mafê axaftin û biryarê.
Ev jî daxwazeke mirovî ye.
Ev daxwaziyên
Kurdan bi felsefeya sazbûna Komara Tirkiyeyê re
jî ne bi nakok e. Bi tevahî bi pîvanên sazbûna
Komarê îfade dikin û mîna "Teşkîlati Esasiye"
tên binavkirin re jî hevdeng in. Li gorî vê yekê
nasname û mafên Kurdan tên qebûlkirin. Bi 'Mafên
Sê Nifşan' a Neteweyên Yekbûyî ku Tirkiyeyê jî
îmzeya xwe avêtiye binê wê ev yek hatiye
misogerkirin.
Tevî ku ev rastî
li holê ne jî, makeqanûneke ku tu rewabûna wê
tune ye jî li pêşiya daxwazên Kurdan ên 'Jiyana
duzimanî' û 'Xweseriya Demokratîk' mîna 'dijberiya
makeqanûnê û hwd. tên nirxandin.
Xwe spartina
makeqanûneke ku hebûna wê bûye mijara guftûgoyan
û rewa nayê qebûlkirin li hemberî daxwazên
Kurdan nirxandinên bi heman rengî û nîşandana
helwestê tu aliyê xwe yê însanî, wijdanî û
hiqûqî nîne.
Di rewşa em
gihiştinê de pêwîstî heye ku li Tirkiyeyê hiqûq
li gorî raya giştî û wijdanê wê were dîzaynkirin
û ev wekî pêwîstiyekê derdikeve pêş. Ev yek jî
bi rêbazên ku bi hikûmeta AKP'ê xwe didin
nîşandan jî ne mimkûn e pêk were. Hikûmeta AKP'ê
ne alîgirê avakirina makeqanûneke nû ye. Tenê
dixwaze aliyên qetayî û cihên ku êdî nikare kêl
bê avêtin dixwaze pîne bike. Heger xwedî
helwesteke ji vê cudatir bûya derfetên di destê
xwe de heta niha gelek caran bikar anîbûn. Ev
yek nekiriye. Di her derfetê de xwedî li
makeqanûna cûntayê derketiye û xwestiya hikûmeta
xwe li ser bingehê wê bidomîne.
Ji bo vê yekê jî
makeqanûneke nû ya bi wijdanê civakê re ne nakok
û di asteke bilind de pêre hevdeng ji bo
Tirkiyeyê mîna pêwîstiyeke mezin li ber me ye.
Bi peyvên propogandayê yên hikûmeta AKP'ê mîna
razemeniyeke hilbijartinê derdixe pêş ev yek pêk
nayê. Makeqanûneke ku dewletê ji her alî ve
hestiyarî demokrasiyê bike, bibe temînata
şêwazgirtineke nû, karibe pir rengî, pirçandî û
dewlemendiya vê erdnîgariyê îfade bike, her wiha
xizmetê ji yekitiya azad a gelan re bike bi vî
rengî dikare were amadekirin.
Ji bo vê yekê
şert û merc ji her demê bêhtir guncav in.
Têkoşîna Kurdan a 'Xweseriya Demokratîk' û 'Jiyana
Duzimanî' ji texmînan zêdetir derfetan diafirîne.
Ji bo afirandina şertên ku hikûmeta AKP'ê di
hilbijartinên meha Hezîranê de ji aliyê gel ve
di sandoqan de were windakirin û avakirina şert
û mercên vê yekê de dê alîkar be. Tenê divê ev
şertên girîng ên dîrokî rast werin dîtin û
nirxandin.
Ya di vir de
pêwîst e were dîtin ev rastî ye. Divê bi
rewabûna raya giştî û wijdanê wê re girêdayî bê
mayin û qanûn li gorî wê bên sererastkirin.
|