|
Endamê
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di gotara xwe
ya vê hefteyê ya di malpera rojnameya Kurdî
Azadiya Welat de hat weşandin de bal kişand li
ser ji wezîfe girtina sê sûbayên payabilind û
got; “Hikûmeta AKP'ê jî ji wezîfeyê dûrxistina
van kesan wekî propogandaya ji bo hilbijartinê
weke amûr bi kar anî.”
Bayik di gotarê
de diyar kir ku berpirsiyariya leşkerî ya şerê
taybet-kirêt serfermandariyê girtiye ser xwe,
berpirsiyariya siyasî jî hikûmeta AKP'ê û wiha
berdewam kir; “Ev yek ji aliyê her kesî ve tê
zanîn. Di vê mijarê de lihevkirin û hevdengiyeke
bê qisûr heye. Du general û amîral ên ji
wezîfeyê hatin kişandin tenê sûbayên ku fermanan
bicih tînin in. Ji ber vê yekê jî ji wezîfeyê
dûrxistina sê sûbayên ku fermana bicih tînin
nikare mîna 'dijberiya vesayetê' bê nîşandan. Bi
vî rengî nîşandan tê wateya ku gel cahil û
tiştekî fêm nake dibînin.”
Endamê
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik
wiha berdewam dike: “Mijara ji wezîfe girtina sê
sûbayên payebilind a ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve
bû mijareke sereke ya di raya giştî de tê
guftûgokirin. Hikûmeta AKP'ê jî ji wezîfeyê
dûrxistina van kesan wekî propogandaya ji bo
hilbijartinê weke amûr bi kar anî. Bi vê yekê jî
bi sînor nema medya jî xist nava tevgerê û xwest
mijarê mîna helwesteka li dijî 'Vesayeta leşkerî
bidin nîşandan. Lê belê ev hewldana AKP'ê ya
çewtnîşandana mijarê bi ser neket. Raya giştî
rastî û sedemên wê yên bingehîn dîtin û ev yek
jî îfade kir. Yên polîtîkayên AKP'ê ji nêz ve
dişopînin, dizanin ku polîtîkaya erzan a 'bajarokan'
dike û gel wekî 'ji tiştekî fêm nake' dibîne. Lê
her carê jî mîna gotina pêşiyan ya 'Finda
derewînan heta razanê pêketî dimîne' mijarê
tevli hev dike. Tiştê di mijara ji wezîfeyê
girtina sê sûbayên payebilind de jî heman tişt
pêk hat.
Hikûmeta AKP'ê
ne li dijî artêşê ye. Berovajî bi generalên
NATO'van re di nava lihevkirineke bêqisûr de ye.
Biryarên ku di sala 2007'an de di hevdîtina li
Qesra Dolmabahçeyê ji aliyê R.T. Erdogan û
serfermandarê demê Yaşar Buyukanit ve hatin
girtin hene. AKP di encama lihevkirina wir de
hilbijartinên 2007'an bi dest xistin û li
qoltixê serokomariyê jî endamê xwe rûnandin.
Dîsa biryarên ku li wir hatin standin di dema
serfermandariya Îlker Başbûg ku piştî Yaşar
Buyukanit hate ser kar di hevdîtineke bi R.T.
Erdogan re hatin nûkirin jî yekê radixe ber
çavan. Ji ber vê yekê jî hikûmeteke ku bi artêşê
re lihev kiribe nabe ku li dijî vesayeta wê be.
Tenê dikare bibe xwediyê xebat û hewldanên ku
karê wê hesan dike.
Berpirsiyariya
leşkerî ya şerê taybet-kirêt serfermandariyê
girtiye ser xwe, berpirsiyariya siyasî jî
hikûmeta AKP'ê. Ev yek ji aliyê her kesî ve tê
zanîn. Di vê mijarê de lihevkirin û hevdengiyeke
bêqisûr heye. Polîtîkaya Komara Tirk a mêtînger
a li ser bingehê înkar û tunekirinê bi tevahî
îflas kiriye. Mîna di doza bi navê Ergenekonê de
yên ku derxistin pêşberî dadgehê, di demên dawî
de ji wezîfeyê dûrxistina sê sûbayan jî encameke
rasterast a vê yekê ye. Bi rêbazên û navên cuda
berdewamkirina vê yekê dê matmayî nehêle.
Di şeran de ên
biser nekevin, mîna têkçûyî tên qebûlkirin. Ji
bo yên têkçûyî jî di eniyê de cih nayê
veqetandin. Bêguman bi vê tenê bi sînor namîne;
hesabê têkçûnê jî tê pirsîn. Lê li vir ya girîng
ew e, kê hesab xwest û pêwîste kî hesab bixwaze.
Ne maf ne jî
hêza hikûmeta AKP'ê ya pirsîna hesab heye. Ji
ber ku ya di şer de têk çûye AKP bi xwe ye û
polîtîkayên wê yên xwestin bimeşîne îflas kirine.
Li vir pêwîst dike ku ew ji eniyê û dika
siyasetê vekişe. Ya rast jî ev e. Hêzên ku
berpirsiyariya siyasî û leşkerî ya şerê
taybet-kirêt didin yanî hikûmeta AKP'ê û
Serfermandariya Giştî ya Tirk nêzî dayina hesab
nabin. Berovajî dixwazin têkçûna xwe biavêjin
ser milê 'bizinên guneh' û faturayê li wan
bibirin. Vê yekê jî berovajî rastiyê nîşanî raya
giştî dikin û bi vê yekê re têkçûyina xwe
berovajî nîşan didin û diwazin weke serkeftinekê
bidin qebûlkirin.
Bêguman ne
mumkûn e ku raya giştî bi hîle û lîstika
hikûmeta AKP'ê lidar dixe bixape. Ji ber ku êdî
têra xwe derewên AKP'ê dîtin.
Dikare were
gotin ku bi nêzîkbûna hilbijartinan re hikûmeta
AKP'ê dê lîstikên bi heman rengî biafirîne û
hewl bide raya giştî li gorî xwe bandor bike.
Ji partiyeke ku
hemû hesabên xwe li ser hilbijartinên werin
kirin dike, hêvîkirina helwest an polîtîkayên
cuda ji xwe ne mumkûn e. Bi taybetî li dijî
partiyên ku ji bo xwe dijber û raqîb dibînê dê
vê yekê bike. Propogandaya derew û demagojiya li
dijî BDP'ê dimeşîne jî diyar dike ku bi heman
rengî ketiye nava tevgerê. Encama vê yekê ye ku
R.T. Erdogan di axaftinên xwe yên li kursiyê
meclisê dikê de BDP'ê dixe hedef. Di vê
çarçoveyê de pêwîstiya girîng ya avakirina bloka
hêzên demokratîk-çep çewt nîşan dide. Baş tê
zanîn ka AKP çima vê yekê dike. AKP bi nêzîkbûna
hilbijartinan re dê serîlêdana van rêbazan
bidomîne.
|