|
Em di
pêvajoyeki hesas de, salvegera damezirandina
partiya pêşeng a Kurdistanê PKK bi têkoşîneki
dijwar peşwazî dikin.
Di
dîroka Kurdistanê de, du zayin hene. Ya yekê
destana Kawayê Hesinkar, ya duyemîn jî di 27
Mijdarê de ilankirina Partiya Karkerên Kurdistan
e. İlankirina PKK weki zayina nujen di diroka
Kurdistanê de hatiye nivisandin. Ev yek weki
nasname Kurd di mejiyê Kurdan da şunwar bûye.
Piştî avakirina pêşengiya bîrdozî bi PKK re di
kurdistanê de têkoşîneki bêhempa hat destpêkirin,
ku ev têkoşin ji bi hemu aliyên xwe, hewldanê
hebûnê ye.
Di
pêvajoyeki civakên rojhilata navin ji aliyê
diktatortiyan ve hatibûn tepisandin û ev yek
hemu kes, sazi û destgehên civakê ve hati bû
pejirandin û PKK hat ilankirin. Wê çaxê
xapandina gel bûbû bûyereki asayî, nave
bêîradebûyinê bûbû aramî. Lê PKK şûna
pejirandina aramiya dijmin, şerê azadî da
destpêkirin û hemû kesen xwe ve gelê Kurd rakir
şerê azadiyê.
PKK civakbûna nû ya gelê Kurd e. Civakbûna nû bi
ahlak, politika, rumet, wekhevi, bi hev ra
jiyankirin, vina kolektif derxistina holê û li
ser van esasan azad jiyankirin e. Kurd bi PKK re
care yekem ji bo xwe hin tişt kirin. Ji bo xwe
fikirandin, ji bo xwe axaftin, ji bo xwe kar
kirin, ji bo xwe jiyankirin û ji bo xwe mirin ji
di nav da, bi PKK re Kurd xwebûn jiyankir.
Gelên ku xwebûn jiyan nakin, ji tune tên
hesibandin. Ji ber ku ispata hebûnê xwebûn e.
Xwebûn bi nasnama xwe jiyankirin e.
Ji
ber vê yekê jî PKK hem hebûna Kurdan e, hem ji
xwebûna Kurdan e.
Vêjina gelê Kurd di kesayetê jina Kurd da zirve
jiyankir. Ev hişyarbûn tê zanin ku ji aliya
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ve hatiye
afirandin. Li himber bê politika hiştina civakê,
gelê Kurd bi giştî, bi taybet jina Kurd
politikayeki wê bibe azadiye didin meşandin. Li
ser pêşketinên PKK û îlankirina İdeolojiya
Rizgarkirina Jin hat afirandin û bê zimanbûyina
jin ji holê hat rakirin. Jina Kurd bi PKK re
kirasê mirinê qetand. Miroveki çawa ji deriyê
mirinê vegere, jin bi vi coş û hêz tevlî şoreşê
bûn. Tevlibûnê hemu qadên jiyan ê li ser vê yekê
ye. Jina Kurd bi PKK xwe naskir, cihan û jiyan
naskir. Ji ber ku, xwe naskirin, destpêka hemu
naskirinan e.
Meşa
azadî yê îro bi projê netewa demokratik ve dibe
nasname rast ya rojhilata navin. Mimarê vê projê
ji Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo ye. Ev proje dibe
ispata ku gelên rojhilata navin ne mehkumê
qirkirinê ye. Ne mecburun ku di bin
desthilatdariyan da bên perçiqandin. PKK tovên
netewa demokratik di rojhilata navin de çand.
Rengê wê yê heremî ji bi xweseriya demokratik ve
hat diyarkirin.
Ji
ber ku xweseriya demokratik û netewa demokratik
vegera cewherê ye.
Cewhera mirovahiya azad ji di PKK de şîn dibe.
Em
weki gaziyên Kurdistanê, di salvegera vêjîna
34.de berxwedana Rêber Apo û gelê xwe slav dikin.
Bi vê re ji, tecrita giran li ser serokati
şermezar û lanet dikin. Heta azadbûna Rêbertî û
heta serkeftina serdema çaremin, tekoşina xwe
asta heri bilind da, bi biryar û bi iddiaye
kesayetê azad bimeşinin. Em dibejin ku, roj naye
tecritkirin. Mirovê ku di kesayatê xwe de
milyonan mirov kom kiriye, di hucreyeki de naye
girtin.
Em
salvegera damezirandina PKK a 34. Li Rêber Apo û
li gelê xwe pîroz dikin û li ber biranina
şehidên PKK em biryarbûna xwe ya tekoşin
bilindkirinê carek din diyar dikin.
Bijî
Rêber Apo
Bijî
PKK
BİJÎ
PAJK
Yekitiya Gaziyên Kurdistanê
27.Mijdar2011
|