|
Di dîrokê de pêşketina bîrdozî, felsefe, bîr û
baweriyan û di nav van pêşketinan de girîngahiya
ristê ciwanan. Bi vê yekê ve girêdayî civakên li
gorî pîvanên van bîrdoziyan hatine afirandin û
weke encam roja me ya îro.

Di
pêşketina bîrdoziyan de bê guman ciwan ristê
pêk anînê û pêşxistinê rêzeya herî jor de erkê
herî giran bi berpirsyariye ke mezin hildigre li
ser milê xwe. Weke hûn jî vê yekê baş dizanin
ciwan pêşeroj û paşeroja civakane. Ji ber kû
hebûna gelan bi ciwanên rêxistinkirîva tê
mîsogerkirin. Dema mirov pergala bîrdoziyên di
dîrokê de pêşketine û belav bûne li cîhanê de
lêkolîn bike, emê bibînin kû sedemê serkeftina
van bîrdoziyan de serîda perwerde kirina ciwan
û civakeye. Di nava rûpelên dîrokê de bê guman
gelek mefûn û li derdorê van mefûnan de jî
pergal pêşketine lê weke tê zanîn gelek ji van
bîrdoziyan heta demekî jiyan kirine gelek ji van
jî heta roja me ya îro berdevam dikin.
Sedema têkçûyîna hinek bîrdoziyên di dîrokê de
pêşketine, bê guman rêxistin buyîna lewaz, ne
tevgarîna bi zanistî û li gorî serdemên nû, nû
nekirina pergalên bîrdziyan û ji aliyê wê yê
hizrî de li gorî pêşketinên cîhanê xwe nû
nekirin hîştiye kû gelek bîrdozî di rûpelên
dîrokê de xuya jî nekin. Weke mînak; lewaz
buyîna rêxistin kirinê, aliyê xwe yê manevî xurt
nekirin, kêmasiya herî mezin jî ev bîrdoziyên
têkçuyî bi vêva girêdayî nirxên hatine afiran
din tu caran dem dirêjî nebûne nirxên civaka, ji
ber kû piştî derketinê ango serkeftinê; demeke
kurt de bûne çevkaniya berjewendiyên
desthilatdaran. Jiber vê rastiyê jî rûxandina
bîrdoziyên bi vî rengî bê guman her car di
dîrokê de hatiye jiyankirin.
Ji
aliyekî din va dema mirov bîrdoziyên kû heta
roja me ya îro berdevam kirine temaşe bike; emê
gelek tişta bibînin. Bîrdoziyên kû heta roja
meya îro hatine û bi avayekî her çiqasî li gorî
rastiya xwe berdevam nekirine jî yê mayîne bê
guman bîrdoziyên ji aliyê xwe yê zanistî zêdetir
yên kû ji aliyê xwe yê olîva tên naskirin mayîne.
Weke
kû cîhan hemû jî baş dizane; ola Hz Îsa (Xirîstiyanî)
û pirtûka wî Încîl, piştî 300 salî ji aliyê
desthilatdaran va hate pejirandin lê ne bi rengê
xwe lê ne bi rastiya xwe. Piştî kû naveroka wê
hate pûç kirin û piştî kû naveroka wê li gorî
berjewendiyên desthilatdaran hat amade kirin şûn
da bi avaye ke fermî pejirandina wê hate
destnîşan kirin. Heta kû ev bîrdozî ango (ol)
hate pejirandin gelek mirov hatin qetil kirin
her wusa piştî kû hate pejiran din jî ji aliyê
desthilatdaran va li gorî berjewendiyên xwe bi
kar anîn û dîsa gelek kuştin û kom kujî bi navê
ol hate kirin. Ev rastî ji aliyê her kesekî va
tê zanîn.
Bê
guman derketina her bîrdoziyekî û olî li gorî
pêwîstiyên wê demê pêş dikevin jibo kû
pêwîstiyên civakan an jî ji mirovahîyêre bibe
bersiv pêşdikevin.
Di
dîroka olan de herî davî Îslamiyet pêş dikeve
bê guman di dema xwe de bîr û baweriye ke
pêşketî bû lê weke hûn jî dizanin piştî mirina
H.z Mihemed canazê wî sê rojan li erdê dimîne,
ji ber şerê desthilatdariyê yanî şerê xelîfetiyê.
Di rastiyê de piştî ev buyera di dîrokê de
hatiye jiyan kirin me dide nîşandan kû
Îslamiyet jî di en camde li gorî berjewendiyên
desthilatdaran ve hate bi kara anîn. Roja meya
îro da jî jıbo kû bê têgîhîştin dibêjim ji aliyê
desthilatdariya Tirkiyê ve tê bi kar anîn.
Encam
de em dibînin kû di rastiyê de di diroka cîhanê
de bîrdoziyên kû li gorî pîvanên xwe yê
seratayî tevgerîne ango heta roja meya îro xwe
parastiye û li gorî zagonên xwe, xwe li gorî
serdemên nû û li gorî pêşketinên cîhanê
pêşxistine derneketine. Sedemê vê rastiyê; weke
hûn jî dizanin her bîrdozî û bîr û baweriyên kû
derketine xwe ketina bin destê desthilatdariyan
xilas nekirine.
Bê
guman mirov gelek caran ji xwe dipirse gelo çima?
Lê weke me li jor da jî da
diyarkirin; sedem ewe kû xwe ji desthilatdariyê
xilas nekirin, şûna kû xwe li gorî serdemên nû
pêşxistin esas warê girtin bêkû cewher de
guhartin warê jiyankirin, an kewne parêzî tê
jiyan kirin an jî di bin navê pêşketinên cîhanî
de ji rastiya xwe dûrketin tê jîyan kirin.
Weke
ciwanên me yê hêja jî baş dizanin; em jî wek
civaka Kurd, xwedan Rêbertî û xwedan bîrdozîne.
Em weke gelê Kurd di dîrokê de gelek caran bi
avayeke neheq di kom kujiyanre derbas bûne û
gelek caran dayîkên me jibo kû nekevin destê
dijminên me yê xwînxar, xwe di zinarên çiyayên
Kurdistan ê de avîtine û gelek caran ev şans jî
qet neketiye destê wan û ji aliyê xwîn xaran ve
dayîken me yê hamîle bi avayeke zindî zikê wan
bi şûr û bi xençerên bi xwînêve sor dikirin û ko
bibûn hatin dirandin û zarokên wan dihatin
derxistin û ev jî têra wan ne dikir ew zarok jî
ji şûran ve di hatin derbas kirin. Her ciwanekî
bi vîcdan yê Kurd, pêwîste hinekî birûnê hizir
bike qêrînên dayîkan, û xêliyê bûkên sor û zer
bibîne û bibihîze li ser zinarên welatê me de.
Pêwîst dike kû em wek ciwanên Kurd û taybetî jî
ciwanên Mexmûr vê rastiyê bibînin û hîs bikin.
Jiber kû yê kû vê rastiyê roja me ya îro da herî
zêde derfetê wî yê dîtinê heye ciwanên Kurd yê
Mexmûrin.
Jiber
çi ciwanên Mexmûr? Bersiva vê pirsê di jiyana me
ya kû di sala 1992-1994 û virve de ne veşartî bi
avayeke eşkere diyar dike lê heger em rastiya
xwe ji bîr nekin… Bîr nekin kû di dîrokê de heta
niha sedemê qetilkirina gelê me tenê yek armanc,
yek daxwaz û yek mefûne. Yek armanc, yek daxwaz
û yek mefûnê kû hîştiye; em di roja destpêkê
heta niha rexmê kû tu caran dewlet û
desthilardarî jî di destmede nebuye jî rastiya
me, çanda me, zimanê me û dîroka me parstiye
eve.
Ev
armanc, daxwaz û mefûn çiye? Bê guman wateya vê
eve; “Heta Dawiyê Berxwedan” û armanca jî; “An
jiyanek bi Rûmet an jî mirinek bi Şeref” bû.
Waye hûn dibînin tenê jiber vê daxwaza meya kû
xêncî mafê xwezayî zêdetir tiştekî dîtir di
naveroka xwe de naparêze, em bi sedan car hatin
perçiqandin, tune hatin hesibandin û jiyan li me
hate qedexe kirin.
We
rêwîtiya ji nînova û heta wargeha penaberan a
Mexmûr ve gelek êş kişandin. Navê wan êşa jî
evin; destpêkê ji aliyê dijminve heqaret, li pey
vê; di nav tang û topê dijmin de û bi barîna
baranê û li gel vê bi birçî bûneke dehan rojan û
meşeke gelek dirêj û zehmet, ya herî ji mirov re
giran jî tê ji warê bav û kalê xwe û cîhê
lîstokên zaroktiya xwe ne bi dilê xwe dûr ketin.
Van tiştan we bi xwe raste rast jiyan kir û bi
çavên xwe yê reş û belekve we bi xwe dît.
Bê
guman ev êş û jan; jibo daxwaza pîroz a kû tenê
wateya wê jîyaneke Azad û bi Rûmet hate
kişandin. Weke gelê Kurd me tu caran û tu mercan
de dev ji vê daxwaza xwe ya mirovane berneda û
emê ber nedin jî lê êdî ev yek tenê têra me
nake. Ji ber kû dem dema bi avayekî azad û
serbixwe jiyan kirineye. Jiber kû me hem
birçîbûna azadiyê hem jî tî bûna azadiyê gelek
kişandiye, ji bo wê jî êdî em nikarin bê AZADî
jiyan bikin.
Ciwanên hêja yê Gelê Kurd û Kurdistan; ev yek
bange ke, ev yek ne banga mi ne, ev bang banga
qêrîna dayîkên kû dîl girtin qebûl nedikirinde
tê bihîstin û ev rastî li ser xêliyên bûkên gelê
Kurd de bi xwînê hatiye nivîsandin vê bangê
bixwînin, ev bang banga gerîllayê kû bîrîndar yê
kû tekoşeriya azadiya Kurd û Kurdistan dike yêkû
liser zinarên Kurdistan de berbi şehadeteye, ev
bangeke û ev bang banga xeyalên bav û kalê meye.
Ev bang di xeyalên şehîdên tekoşerên azadiyê de
heye, yê kû bixaze dikare bibîne.
Ev
banga çi ji me dixwaze? Ev bang ji bom e dibêje
kû erkê te parastin û pêşxistina bîrdoziya Rêber
APO ye û dibêje kû destpêkê fêm bike, pêkbîne,bide
fêmkirin, bide pêkanîn û dibêje kû; jiyan bike û
bide jiyan kirin. Ev bang ji bo me dibêje kû;
rastiya xwe ji bîr neke jiber kû bîr kirin
îxanete, îxanet jî nayê qebûl kirin. Pêk anîna
vê bangê erkê me û berpirsyariya meya seratayî û
xwezayiye.
SİLAV
Û RÊZ…
Baran
ARARAT
|