|
|
|
|
PÊŞVEÇÛNÊN ÇARESERIYA
DEMOKRATÎK
|
Ji bo vînek azad û xweseriya
demokiratîk cangorên nemir û Rêber Apo, di 37’ saliyan
xwe de bi gelê Kurd û bi Rojhelata Navîn re çi da
karkirin? Nemazen di sala 2010’ an de encamê xwe çi bûn?
Weke tê zanîn ku bi pêşengiya Cangorên şoreşê û
rêhevalên Rêber APO, ve û dîsa bi têkoşîna tevgera azad
û gelê Kurd ve pelên dîroka reş yek bi yek hatin vekirin;
û hatin nirxandin. Nemazen jî Rêber Apo,bi şoreşa
hişmendî û bitêkoşînek wîjdanî ve, pergala hişê û dilên
desthilatadara ser û binê hevkir. Dirok bi hewldenake û
têkoşînek pir germ ve ji nûve hat şîrovekirin û ji bo
pêşeroja mirovatiyê hate deşîfrekirin. Ji bo mirovayiyê
û ji bo jiyaneke rast ,derewên 5000’ salan hatin
eşkerekirin û rastayî çi ye, hatin ronahîkirin. Bi
hişmendiyek mirovane ve dîrokê li ser koka wê, rast da
rûniştandin. Ji çanda dayîka xwedawend û heya çanda
şaristaniyê zelaliyek bi çavkaniyên çanda xwedewendî ve,
hîmên gelek girîng ên jiyana nû û jiyanek hevbeş da
avakirin. Ji bo jiyanek azad û wekhev bi hişmendiyek
gelek dewlemend ve rêya jiyana nû danasîn. Bi
pênaseyeyên dîrokî ve vîna ku ji jinan û ji gelana
hatibû girtin, ji nûve ji bo ku vîna xwe avakin hêza
cevherê mirovan bi wan dahesandin. Rêber Apo, bi vînek
azad ve kî çi ye û divê çi bike,nasnama azadiyê da destê
her kesê. Her kesê hanî astek ku xwedî li xwe derkeve.
Çavê xwe ji zilm û zorê re negere. Li hember her
neheqiyek ku karibe serî rake û ji nûker û desthelatên
xwînmijan re bêje hûn kîne, ku hûn vê zilmê heqê xwe
dibînin.
Belê Rêberê gelê
Kurd, Rêber Apo, gelê kurd ji kûraya dîrokê ji nûve
sitrand û derxist da pêş cavin mirovên cîhanê. Gele,ê
Kurd,weke ku tê zanîn ku gelek ji çanda Aryenî yê herê
esas û kevna re. Xwedyê çanda newlotîk û çanda dayikên
xwedewendin. Xwedî dîrokek biçand û bizimanin. Gelek ji
gelên herê azad tu carî serî li hember desthilata
netewandiye, her dem ji bo azadiya xwe, weke vê serdemê
têkoşiya ye. Lê mixabin bi pişveçûna şaristaniyê ve
dîroka jin û gelên azad tê ser û binkirin. Edî her tişt
bi pergala zilama dest pê dibe.
Dema ji
hêla desthilatan ve pêşengiya jinên azad û civakên azad
tê desteserkirin,pergala zilma dîrokê ji nûve digrin
dest. Weke jiyana mirovan û mirin jî wan afrandiye, xwe
dikin xwedayê erd û ezmanan. Rastiyek ku bi derewa
hatiye hûnandin tînin ziman, buhuşt û doje jî wan
afrandiye. Têgeha buhuşt û doje di dema civaka newlotîk
de peyda nabe,Ji ber ku di civaka xwezayî de serdestî û
bin destî tuneye. Bi hatina civaka şaristanî re ev têgeh
tên çêkirin. Ev têgeh jî, herê zêde li ser gelên feqîr
dan pêkanîn. Ji bo ku rastayiyên wan neyên dîtin. Ev
hişmendî heta roja îro jî xwe didomîne. Hişmendiya
desthilata hêjî di yê xwe de bi êsrar bin jî lê êdî ji
bo gelê Kurd tu qîmeta xwe nemaye. Ji ber ku gelê kurd
xwedî felsefeyek nû ya Rêber Apo ye.
Bi têkoşîna dîroka
Rêber Apo re lêgera jiyanek azad xwe da pêş her mirovek
xwedî lêger. Ev bû sedem ku her mirovek xwedî biesil û
xwedî bi şeref li cevherê xwe geriya. Kurdên ku ji hêla
dewletin derende ve hatibûn bişavtin, disa zivirîn ser
kokên xwe. Lê hêjî dewletên derende di dixwazin xwe de
didomînin.
Di vê
serdemê de xwîna kurdan ji bo dewletin dernede, gelek
pere dike. Ji bo berjewendiyên xwe, her dewletek hewl
dide ku Kurdên xwe perwerdekin û li gor hişmendiya xwe
teşe bêdê. Kurdên AKP’ê mînaka herê baldar û sosret e.Bi
nasnama AKP’ê ve Kurdên bê vîn, Kurdên bê şeref
rêxistinkirin û li hember cêvaka azadîxwaz bikaranîn.
Dibin navê ol,abor, û hrw. Ji bo dawa azadiya xwe li wan
nekin, serî her firbazê siyasî didin. Jo bo ked û nirxên
gelê Kurd di çavên cîhanê de bidin reşkirin çi ji destê
wan tê, heta roja îro xistine jiyanê.
Ama her
çiqas her dewletek kurdek li gora xwe jî dabe avakirn,
lê ya girîng ev ku êdî her kes xwe baş dinase. Kî çi
dixwaze bike, ji hev û du hatine bijartin.Yê xwe
dinasin, xwedî ziman û çandek birûmet xwe diparêzin û
nabin lîstokên zihnîyeta dewletê. Lê mixabin rastayek
civaka me ya hêjar jî heye, hêjî yê di koledariyên de
digevizin û xwe nasnakin jî henin. Weke lawêrên Çav
pirçî fêrî pariyên destê beg û efendiyên dewleta derende
bûne; nikarin xwe ji vê çanda kolebûnê rêzgar bikên. Bi
bixwarinê xwe didin terbiyekirin, dijmun jî êdî ji vî
Kurdê xwe yê bê vîn, bê hêvî bûye.
Bi
serhildana û keda mirovên azda, Rêber Apo û ya cangorên
şoreşê ve, ev yek ji bo kurdê azad negenaze ku di warê
daringî (madi)de bên xapandin. Daringî û manewiyeta wan
a herê giranbuha, ziman, çand,erdnîgarî,nasname û rûmeta
wan buxwe ye
Gelê
Kurd bi jiyan û felsafa Rêbertiya xwe ve girêdayî ne. Di
pêvajoya çareseriya demokiratiîk de ji hêla Rêber Apo
ve, pêngav li dû pêngava hat destpêkirin. Ji bo ku di
nava gelan de pêşî li dijmunantiya sedan sala bigre,
biberpirsyariyek dîrokî ve dinva hewldanek bê sînor de
ye.Rêber APO, ji bo çareseriya navbera gela bi hezaran
sayîfa pirtûk nivîsand. Ji bo zengara mejyê serên
desthêlata bide paqişkirin, têkoşînke bê hepa da
revekirin. Ji bo jiyanek wek hev û azad ku gel bi hev re
di nava aramiyek de bijîn, pirojeyên jiyana azad û
demokiratîk hatin şandin. Ji bo mirov bibe miriv bi hemû
hêza hêzir û hestin xwe, dahûrînên dîrokî diyariyê hemû
gelan û mirovayiyê kir. Ji bo çareseriya hemû
pirsgirêkên cêvakê; jin,zarok, kal, ciwan u giştî
xwezayê hêzrên çêker ravekir. Lê mixabin wa diyare ku
hêjî têra dil û mejiyên pergala zilamtiyê nekiriye.
Nexweşiya pergala mirovên xwedî dewlet,nexweşiyek weha
ku zû bi zû ji dermanan bibandor nabin, nexweşya
(şîzeforînîke) ji bo vê jî, ji têgihîştinê pir ditirsin,
dema têgihîştin nebe, çareserî jî neçare dibe. Gotinek
pêşiyan heye, tê gotin: ‘’kurmê şîrî heya pîrî’’ ev
nexweşyek pir xetere. Ev tê vê watê çewa rabûrdûya xwe
de çewa fir bûye, wê heya bim re jî bi heman rêbazî
bidomîn e. Dîsa tê gotin ku ‘’ firbûn ji harbûnê
xetertir e’’.Wa diya re ku AKP’ê bi van rêbazên xwe yên
kevin ve, wê rê li ber kuştina gelek ciwanên civakên
hêjar bide vekirin. Ji berê de weke çandek dewletî bê
şer nikarin jiyan bikin.
Li heber
hemû zor û zilma dewletên dînezor, di başyê de bi
êsrarbûn, bê guman karê her mirovên ji rêzê nîn e. Di
bin hemû berpisyariyên dîrokî yên giran de Rêber APO’ di
çareseriya demokiratîk de israr dike. bi pêşengiya Rêber
APO, ve pêşveçûnê ku derketiye holê serkeftina gelê Kurd
û ya gelên Rojhelata Navîn e. Azadiya gelê Kurd
azadiya Rojhelat Navîne, gelê Kurd pêşengê hemû gelên
bindest, ê Rojhelata Navîne. Ji ber ku di Rojhelata
Navîn de gelê Kurd weha xwedî li rûmeta xwe derdikeve,
ji bo nasnam Rojhelata Navîn şanazî, serbilindayî û
azadiyî buxwe ye.
Di pêşengiye şoreşa gelê Kurd de
di vî sî û heft salî de, ji bo ku jiyanek azad û vînek
serbixwe, gelek berdêl hatin danyîn. Bê guman ev berdêl
ne vala bû, di roja me de asta zanabûna ku gelê me buxwe
gihîştandiyê gelek bi wate ye. Gelek êdî zanek wê çewa
jiyank e, ji bo çi dijî baş dizan e. Gelek bi yek
dilek, bi yek dengek di daxwazên xweyê jiyanê de ewqas
ji dil be, êdî ew gele dizane ku wê xwe ji êrîşan çewa
biparêz e.Em ji delek rehet û bibawer dikarin bibêjin,
gelê Kurd gelek xwedî ehleaq û polîtîke.
Rêber Apo, û
cangorên vê tevgerê, xwedî daxwaz û armancek civakek
azad ,helaq û bolîtîk bûn. Di vê pêvajoyê de pir
bihêsanî mirov kare bibêje ku Rêber Apor, gihîşt vê
armanca xwe. Gelek bi vînek azad her roj li kolan û li
sayiyan, li dewletê dawa mafê xwe yê jiyanê dike. Ev
gele ewqas bi felesefa Rêbertiya xwe bibîr û bawer ku
heta negihêje armanca xwe dev ji vê doza xwe bernad e.
Ev tenê biserê xwe rûmeta hemû mirovayê ye.
Ji dîrokê heya
pêşeroja me,ji gelê me re pêwîstbû bi dilek azad da pêş
gelê Kurd. Rêber Apo, ya pêwîstbû da gelê Kurd, da jina
Kurd û da ciwanê Kurd. Ji bîra mirinê deranî û da ser
rûyê cîhanê. Ji nava hemû rûpelê dîrokên reş û yên
binalet da rizgarkirin û berê vî gelî da ser rêya rast
ya heqîqetê. Tenê yek têştek ma ye ku gelê Kurd a rast
pêk bîne.
Di sed
sala 21’an de şoreşa hişmedî ya Rêberê gelê Kurd, wê di
sala du hezar û dehan de ji bo gelê Rojhelata Navîn
mizgîniya şoreşa civakî diyarî kiriye. Ji bo nasnama
jina azada, li hember çanda dewletparîzî bi şorşa civakî
re wê edalet ciyê xwe bibîn e.Ji bo mafên gerdûnî di
xwezaya xwe de pêş bikeve, pêwîstî bi têkoşînek hê
kûrtir heye. Şoreş netewek demokiratîk, rê li ber şoreşa
azadiya jinê vekiriye.
Em xwedî
vê bîr û baweriyêne ku sala du hezar û yazdan, wê bibe
sala, têkoşina li heber çanda destdirêjayê.
Ji sala
du hehazar û dehan ve diyar ku wê sala 2011’ an, bibe
azadiya ziman û çanda dayêkê. Ji bo azadiya çand û
zimanê dayikê di her bajarên Kurdîstanê de bi pêşengtiya
dayikan ve wê gavên dîrokî ve bi al,reng û dengê jinana
ve wê bê xemland in.
Sala pêş
me ya du hezar û yazdan,wê bibe sala dayîkên Kurd û jina
Kurd. Dem dema serfirazî û azadiya jin û gela ne, dem
dema serhildan û edaleta gerdûnî ya jinê ye.
29.12. 2010.
Nûjiyan Amed
|