* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Jin vegere xweşikbunê,  wê jiyan xweşik bibe

 
 

   nergiz ismayil

      Vegera jiyaneke bê dew bi xemla jınê , vegera hinaseya wendayî , vegera peyvên azad, giyan ê serbixwe,  gerek  nuh li xwezaya axê û ji nû ve dar , gul , kulîlk , û çiya têkevin nava semaya xweşikbûnê ,êdî çend pergalên derewîn an ewrên ku qalik ê kevnariyê li xwekirine berdewam  bibin ? li xwe veger , li axê veger , li dayikê veger , li xwezayê û jîngeya paqij veger , û gihandina zayîn a rastiya . Gelo emê bendewarê barana asîman û ken ê zemînê bin , an emê serê xwe berdin nav xweliya salên xewkirî ? Gelo emê şiyar bibin an ax hişyar bike û tika nerazana me bike ? gelo dema xudawend baran barandin bîr nebirin ku zarok li hemû hêlên cîhanê birçîn e ? gelo xudawend tore bibûn dema pişk ji xwe de şîn dihatin û bejna xwe raberî tavê dikirin ? an jî dema ewrên xwezayî dizan xudawend radizan ? vaye hişyarî serî rakiriye û hemû hêza afrandinê volqana di teqîn e . ma gelo wê ev car çawa be ? ma gelo wê xudawend têkevin hewldana avê bi agir dakin an wê agir gur bikin ?  zagonên xwezaya xwezayî li kîjan waran hatine veşartin , an hatine nuxumandin ? gelek ax şewtîn,  gelek malik û mêjî bi xwere herifandin , wiha hat ku gund nasnama xwe wendakirin ,û tû rêkan  nebîne jı bo bide nasîn rengê  xwe .

Dibêjin ``( lı xwe bigere tû yê xwe bibîne )`` . lewra ger bixwe jî li xwe digere , mîna çawa şıtlek an sîsika fêkıyekê serê xwe despêk ê ji bin ax ê tîne der , wihajî jıyan mîna ku berûvajî hev bûye û di nava xwe de dikele,  daxwaza derketina rastiyê dike . dixwaze bi deng û reng ê xwe bibe , fêrbûye xelekekê ji xelekekî biafrîne . li vêderê,  li bingehê ger gırînge, ji ber afrandinên xwezayî bi xwere jiyaneke xwezayî tîne hem dide û hem diafirîne . xwe diparêze û cîhanê jî bi xwere diparêze . em çima nikarin behsa vê rastiyê bikin !! jiber ew cewher hatiye perçiqandin , û ji nû ve xwe zindîkirin çênebûye ; xala herî girîng ku dixwazim balê bikşînim ser ewe ji boy ku mirovahî bikare dinava bexteweriyê de bijî, mirovahî bixwe pêwîste di nava tekoşînekê debe . em nikarin hêdî temaşeyî mirina xwe bikin û li ber xwe nedin  ! dibe ku di gelek serdemên dîrokî pir çîn derketin û gelek ferastên tarîkirina cewher ê jıyanê , lewra gihandina civakekî nûh , xwezayekî bedew , û jîngeyekî paqij erkekî ji erkên mırovahıyê ye . pirsa herî ku li ser dihizirim ewe ; ger em ewqas hewil didin ku jiyan , civak , mirov di xweşî û bexteweryê de bijîn ! çima nirxê wê nizanin û bi qasî rûmeta wê qîmet nedayîna wê,  ew jî bi xwe jin e .

 jin a ku di nava xwede her rastiyê jiyan a xweşik vedihewîne û navika afrandina jiyanê bi hemû rastiyên wê ye,  jin xeleka herî bingehîn e ji bo malbatê jî û ji boyî guherîna cıvakê . bêguman dema mirov gelek helwestên tûnd dibine ew dem gırêdan ê mirovahıyê bi jiyanê wê bighê çi astê ?  ev pirseke lewra bersiva wê pêwîste !

Nakokiyeke herî girînge ku hemû pirsgirêkê jıyanê pêve girêdayî ne . vegera rastiya jınê,  ewe vegera jiyanekî xwezayî, xweşik û rastiyê ye .

   Ji xwe mîna pirsgirêkekê li jin meyzandin , biwateyekî dî pirseke girêk e , pêwîste mirov lê mêze neke , li jınê ger li rastiya jiyanê gere !  jiber piştî ku ji gelek xweşiiıyan dûr ket û zilam bixwe jî nekarîbû wan xweşikiyan berdewam ke , wiha hîn bêtir mirovahî ji cewher ê xwe dûr ket . dibe ku di pêvejoyê şaristaniyê  û taybet di demê gilobalîzmê de , pêşketin di gelek hêlê jiyanê de çêbûn , belkî mirov gihane gelek astên zanebûn a ramanî , hizir  û têgînên pêşketî , bê guman beramberî vê yekê jî  hîna ew hewldanên ku mirovahî jiber şerm bike hene  û ev mijar pir ser dihzirm , mîna pırsan ????

Min dikarîbû wateyê bidim  demê ( çax ê cahiliyetê ) wexta keç bi saxî bin ax dikirin , bi taybetî ew şêwên dijwar û tûnd , ( waid el benat ) ( kuştına keça bi saxî ) , yek ji wan şêweya

 1- ya herî bi êş dema keç bihata jiyanê  û di nav pêçeka xwede ba , wê rahiştibanayê û bi saxî veşartibana

 2- dema ji jinkê re keçek çêbiba wê demê radihiştin keçê û ji bilindahiya latekî bilind davêtin xwarê , ew jî dana nîşandayîn ku hatina te ne pîrozmendiye ji boy jıyanê !

3- dema keçê nêzîkatiyeke nebaş kiriba yanî tenê li zilamekî jî mêzan diba , ew bi saxî dixistin nava koncalekê axê û tenê serê wê ji derve dihêliştin ta bi fetise , mîna cezayekî jê re dihate dîtin .

4- û dı nava hın binemaliyan de jî an malmezinan de , ji hêla keçê ve hin nêzîkatiyên şaş , yanî ne li gorî pîvan ê malbatê be  di hêlê sincîde ,  ew keç di nava xwede di ricimandin  bi keviran ew dikuştin , bê ku derfetê bidênê ku xwe biparêze an baxive .

Bêguman ev nêzîkatıyê tûnd  di wan dem ê fewdaliyê de bûn û di demê çax ê cahiliyetê,  ji hêlekê mirov wateyan didê yê  . lewra  berdewama wan  nêzîkatıya  ta roja me ya îro,  buyerekî gelekî sosret e . jı ber ku ta niha jî  tûndiyên dijwar berdewam in , mînak bidim li Îran ê ; Ger keçek  ne li gorî pîvanê ola îslamê be,  taybet hêlê pirsa ( zina ) hîna jî wê keçê di nava gûnd de koncalekê jê re dikolin  û wê diricimînin bi keviran , wê bê cil dikin û  bê rawestan lêdidin ta mirinê , ji xwe yê wisa dikin zilam in , zilam hem di hêlê jinê de di lewziyan deye û hem bi tûndî li dıjî ye . birastî hestekî bi êşe . mînakekî dî li herêma  Raniya herêmekî  başur ê kurdisan e ye , li kêleka bendava  dukan laş ê sê jinan  hatin dîtin ,  bi bena hatine xendiqandin  paşî avêtine avê  . gelo evqas jın erzane ewqas  bedewıya jiyan dıkeve nava agır de !   em ewqas di serdema pêşveçun û zanebûnê dene . dibe ku gelek serdem derbas bun lê belê hîna ew zihniyeta sîtemkar û tarîkirinê berdewame, ger ew zihniyet ne kuştin tucar xweşikbuna jin û jiyanê dernayê holê. Pêwîste jin tekoşînê pêşxe bo her xweşikbun vegere cewherê xwe û mirovahiyê xweşik bike .

 

                                          Nêrgiz îsmayil