| |
Mîlîsên bi fermandar Egîd re jiya ne, Egîd
vegotin;
‘
Fermandar Egîd Mînaka Hevaltiyê bû’
MEXMÛR / ANF -Di 15’ê Tebaxa
1984’an de di bin fermandariya Mahsum Korkmazê
bi nave kod Egîd de çalakiya Erûhê ya mohra xwe
li tevahiya dîroka gelê Kurd bixe hate li
darxistin. Di ser çalakiya Eruhê re 27 sal
derbas bûn. Çalakiya Eruhê ya ku ji aliyê
dîrokzan û siyasetmedaran ve weke çalakiya ku
çarenûsa Kurdan berovajî kir
tê nirxandin, îro ji aliyê gelê Kurd ve weke
cejnekê, weke cejna vejînê tê pîroz kirin.
Milîsên ku bi fermandarê çalakiya Eruhê Egîd re
mane û pê re jiya ne, der barê kesayet û jiyan,
şêwaz û tekoşîna Mahsum Korkmaz ê bi navê kod
Egîd de ji ajansa me ANF’ê re axivîn:
‘Egîd fermandarekî pir
bidîsîplîn bû’
Mehmed
Kara’yê di sala 1985’an de piştî leşkerên
dewleta Tirk davêje ser mala wan tevlî nava
refên gerîlayan dibe, diyar kir ku piştî tevlî
bû derbasî qada Besta’yê dibe. Mehmed Kara anî
ziman ku piştî fermandar Mahsum Kormaz’ê bi nave
kod Egîd di bihara sala 1985’an de ji Başûr tê
Botanê, dikeve yekîneya bingehîn a Fermandar
Egîd û dibe şervanê wî. Kara derbirî ku ew 3-4
mehan di yekîneya fermandar Egîd de dimîne û
axaftina xwe wiha domand; “Heval Egîd
mirovekî di aliyê disîplîna leşkerî de heta dawî
xurt bû. Di nava hemû gerîlayan de gerîlayekî bi
qasî heval Egîd bidîsîplîn tunebû” û der barê
disîplîna leşkerî de bîranînek xwe bi fermandar
Egîd re wiha tîne ziman; “Em ji çalakiyekê
vedigeriyan. Çiyayê em vedigeriyanê zozan bû, li
vir ne dar, ne ber tiştek tunebû, çiyeyekî rût û
pir bilind bû. Em roj gihîştin wir, êdî me
nekarî biçin tu deverê din. Diviyabû em heta
êvarî li wir xwe veşêrin. Geliyekî biçûk hebû,
li wir hin pincar û qîvar hebû, me cihê xwe li
wir çêkir û em kom kom tê de rûniştin, em li wir
razan. Me nobeta xwe jî di nav wan qîvar û
pincaran de li ser teniştê digirt. Kes nedikarî
tevbigere. Dema roj hat ber nîvro me dît ku ew
der cihê pez e û pez û erebe hatin wir. Me jî
heta êvarî bi awayek disîplîn li wir di nava wan
qîvaran de xwe veşart, pez, şivan û bêrî heta
êvarî li derdora me geriyan, ji bo me xwe baş
veşartibû me nedîtin. Heval Egîd di xala
dîsîplînê de pir baldar bû û însanên derdora xwe
jî dikşand disîplînê.”
‘Egîd ji ber ku biplan, dîsîplîn û rêkûpêk
bû, di tu çalakiyan de têkneçû’
Mehmed Kara destnîşan kir ku fermandar Egîd
xwedî kesayetek zana, bidîsîplîn, biplan û
bibername bû û ji lewre di çalakiya 15’ê Tebaxê
de biserket û wiha pêde çû; “Heval Egîd însanekî
pir biplan û rêkûpêk bû. Ev taybetmendiya heval
Egîd bandora xwe li ser çalakiya 15’ê Tebaxê ya
Eruhê jî xist. Heval Egîd dema wê kar û xebatek
bidaya meşandin, wê çawa kar pêk were, hemû rê û
rêbazên kar û li ser hemû detay û kitekitên kar
radiwestiya. Her tim li ser van dihizirî. Di
karê xwe de cidî bû û cidî li ser karê xwe
radiwestiya. Beriya em biçin çalakiyekê, wê kî
li kî derê raweste, wê çawa biçe şer û wê çawa
paş ve vegere, li ser hemû detay û kitekitan ew
bixwe radiwestiya. Karê keşf û çalakiyan bi tenê
li hêviya hin hevalan nedihişt, ew bi xwe jî
diket nav, piştî keşfê gelek caran ew bixwe jî
diçû ew der keşf dikir. Tevî wê demê em di
şêwazê şer de ne xurtbûn, çek û teknîka di destê
me de lawaz bû û di aliyê ezmûnê de jî kêm û
kurtiyên me pir bûn, lê ji ber ev baldarî û
plansaziya Heval Egîd tu çalakiyên heval Egîd
binketî nebûn û tekneçû. Hemû çalakiyên wî
serkeftî derbas bûn.”
‘Têkiliyên Fermandar Egîd ê bi gel re dida
qezenckirin’
Kara balkişand ser danûstandina fermandar Egîd a
bi gel re û nêzîkbûn û helwestên Egîd ên gel
qezenc dike û wiha domand; “Nêzîkatî û helwestên
xwe yên bi hevalan û gel re li ser mirovan
bandor dikir. Em zêde nediçûn nava gel,
danûstandinên me bi gel re pir kêm bûn. Carna em
diçûn gund û zoman, heval Egîd di nava gel de
civîn li dar dixist. Her wiha car caran hin
milîs û gel dihatin serdana me. Di van deman de
min didît ku heval Egîd pir zêde ji gel hez
dike, dixwaze her dem bi gel re di nava
danûstandinan de be û Heval Egîd bi sekn û
nêzîkatiyên xwe li ser gel jî bandor dikir.”
‘Bi gel bawerbû’
Mehmed Kara yek ji bîranînên xwe yên bi
fermandar Egîd re wiha bilêv dike; “Dema ez nû
tevlî partiyê bûm, min nedizanî disîplîn çi ye,
divê mirov çawa tevbigere? Wê demê zomên
gundiyan nêzîkî me bûn. Gelek pêdiviyên me
çêdibûn. Em ji bo pêşwazîkirina wan pêdiviyên
xwe diçûn zoman, lê beriya em biçin zomê hemû
kes digotin; ‘Turîst hatine’ (wê demê nizanîbûn
bêjin ‘terorîst’) û her kes xwe vedişart, bişev
agirê xwe vedimirandin, diketin zomên xwe û xwe
bêdeng dikirin. Me gazî wan dikir bersiva me
nedidan, em diçûn zêdetirî 200 zoman lê me
nikarîbû xwarina 20-30 hevalan kom bikin. Her
tim sibehê piştî em ji zoman vedigeriyan Heval
Egîd rewşa gel ji me pirsiyar dikir. Gel çawa
nêzîkî hevalan dibe, çawa nêzîkî tevgerê dibe,
ev yek pir meraq dikir. Ji ber nêzîkbûnên gelê
zoman hîngî wê şevê ez acizbûbûm min ji heval
Egîd re got; ‘guneh e, mirov xwe di ber van
însanan de bide kuştin, ji lewre ne mêvanperwer
in, xwe ji me vedişêrin, xwarina 20 hevalan
nedan me.’ Heval Egîd piştî vê gotina min aciz
bû, gazî hemû hevalan kir û li wir civînek der
barê gelê Kurd çawa hatiye kolekirin, nêzîkbûnên
dijmin, dijmin çawa ji nasname, welatparêzî û ji
hemû nirxên wî dûrxistiye û divê em çawa nêzîkî
gel bibin bi saetan axivî. Heval Egîd piştî
civînê jî ji min re got, baweriya gel di çavê
gel de ye, ger em kar û xebatek baş bidin
meşandin wê ev gel qedr û qîmetek mezin nîşanî
me bide. Piştî vê bûyerê bi hefteyekê em çûn
çalakiyê. Çalakiya me serkeftî derbas bû. Xeta
me ya paşve kişandinê di ber wan zoman de bû.
Dema em hatin ber zoman, me temaşe kir gel ne
weke ewil e, li ber me rabûn, qedr û qîmetek
mezin nîşanî me dan, me dawet kirin. Piştî wê
Heval Egîd ji min re got ‘Heval Mehmed te dît,
min gotibû baweriya gel di çavê gel de ye, piştî
pratîka me dîtin, gel çawa nêzîkî me bû. Ger tu
kar bike wê gel xwedî li te derkeve, lê ger tu
kar neke, gel xwarinê jî nade te.’ Di wir de bi
rastî jî gotina Heval Egîd rast derket.”
‘Egîd mînaka hevaltiyê bû’
Mehmed Kara diyar kir ku fermandar Egîd mînaka
hevaltiyê bû û wî bixwe gelek caran dîtiye ku
şevên sar Egîd kefiya xwe avêtiye ser hevalên
dicemidin û gotina xwe wiha domand; “Carna dema
şev sar bû, heval dicemidîn, heval Egîd di van
deman de ji bo ew heval necemidin, an qapûtê xwe
yan jî kefiya xwe davêt ser wan hevalan.
Fermandarekî wiha bû ku li hemû şervan û hevalên
xwe dihizirî.”
Kara di dawiyê de diyar kir ku dema di 28’ê
Adara 1986’an de fermandar Egîd jiyana xwe ji
dest dide hem gelê Botanê û hem jî gerîlayan pir
pê bandor bûne û axaftina xwe wiha domand; “Dema
Heval Egîd şehîd ket ew li Gabarê, ez jî li
Besta bûm. Min ji radyoyê bihîst ku Heval Egîd
şehît ketiye, wê gavê weke ku dinya bi ser serê
min de xerab bibe, ez bibandor bûm. Di aliyê
moral û manewî de bandorek pir mezin li ser me
hemû hevalan kir. Em hemû şehîd ketibûna em
ewqas bibandor nedibûn.”
‘Ew qas dilnizm û mutewazî bû, mirov pê
dernedixist fermandar e’
Osman
Kara jî diyar dike ku di sala 1985’an de
fermandar Egîd û yekîneya xwe, ava Hêzil derbas
dikin û tên gel zoma wan. Kara anî ziman ku
fermandar Egîd mirovekî pir dilnizm û mûtewazî
bû û axaftina xwe wiha domand; “Dema min pê re
danûstandin dikir, min ferq kir ku însanekî pir
dilnizm û mûtewazî ye. Mirov qet ferq nedikir ku
Heval Egîd fermandarê artêşekê, rêxistinekê ye,
weke şervanekî tevdigeriya. Ji gotûbêjên wî
mirov têr nedibû, mirovekî zana û biaqil bû. Her
tim li ser bûyer û rûdawan dihizirî û plan û
projeyên nû derdixist holê, afrîner bû. Her wiha
Heval Egîd weke navê xwe egîd û pehlewan bû,
wêrek bû.”
Kara nêzîkatî û danûstandinên gel ên bi
fermandar Egîd re wiha bilêv dike; “Heval Egîd
ferqî nedixist nava gel, weke rêzekî weke yek
nêzîkî hemû kesî dibû. Gel hemû digirt hin
nedigirt û hin jî berne dida, ji ber vê yekê
gelê Botanê zûbizû bi Heval Egîd û PKK’ê re hate
girêdan û tevlî nava refê tekoşînê bû. Her wiha
şêwazê Heval Egîd pîrûpak û temîz bû, şêwazê wî
li dijî şêwazê xiyanetê bû.”
‘Ji bo yekîneyek serkeftî, tekoşer û pêşeng,
divê fermandar pêşeng be’
Yusuf
Kara diyar kir ku di sala 1983’an de ew destpêkê
ne alîgirê APO’yiyan bûye û gotina xwe wiha
domand; “Ez destpêkê ne PKK’yî bûm. Di sala
1983’an de hevalê Egîd hate cem me, hinekî bi
min re nîqaş kir, der barê hin mijaran de
nakokiyên min hebûn, heval Egîd min îkna kir û
ez ji wê rojê heta îro bi PKK’ê re dimeşim.”
Kara anî ziman ku wî piştî cara yekê di sala
1983’an de fermandar Egîd dîtiye, 3-4 carên din
Egîd dîtiye û bîranînek xwe bi Egîd re wiha
dibêje; “Di meşê de her tim tevî ku pêşengek li
pêşiya me hebû jî lê heval Egîd diket pêş. Ez jî
li pişt heval Egîd dimeşiyam. Carekê min wî da
sekinandin û min jê re got, ‘Heval Egîd tu ji bo
çi dikeve pêş, tu fermandar û rêberê me ye, divê
tu li paş be, bila pêşengê me biçe pêş, rê
kontrol bike’. Heval Egîd ev bersiv da min; ‘Ger
fermandarê leşkerî li paş bimîne, ev grup qels û
lawaz e. Ji bo yekîneyek baş, jîr û zîrek be,
serkeftî, tekoşer û çalakvan be divê fermandarê
wê grubê her dem li pêş be, pêşengiyê ji
yekîneya xwe re bike.’ Nêzîkbûnên Heval Egîd ji
fermandariya leşkerî re wiha bû, jixwe bi qasî
min dît û min pê re jiya, heval Egîd her tim bi
vê felsefeyê dijiya.”
Egîd digot ‘Ez şervanê Mazlum im’
Yusuf Kara diyar kir ku fermandar Egîd gelek
caran di nîqaş û gotubêjên xwe de diyar kiriye
ku ew şervanê Mazlûm e û wiha pêde çû; “Heval
Egîd bi fedakarî, cesaret û qahremaniya xwe tê
naskirin. Her carê di nava nîqaşan de ji me re
digot, Ez şervanê Mazlum im. Digot Mazlum çawa
bi berxwedanî, fedakarî, cesaret û qahremanî
tekoşîn meşand divê ez jî wiha bim û birastî jî
Heval Egîd wiha bû.”
|