|
Cemîl Bayik

KCK ‘rewşa
bêçalakîtiyê’ ku îlan kiriye bi baldariyeke
mezin berdewam dike. Lê vê baldariya ku KCK ji
bo ‘rewşa bêçalakîtiyê’ îlan kiriye, muxatabê wê
hikûmeta AKP’ê heman hesasiyetê nîşan nade. Li
Geverê endamê şaxên ciwanan ê BDP’ê Sedat
Karadag ku bi giranî hate birîndarkirin vê yekê
nîşan dide.
Berê jî bûyerên
bi vî rengî qewimîbûn. Di 19’ê Îlona 2010’an de
komkujiya bi mayin a li hemberî gundiyên
Peyanisê pêk hat mînaka vê yekê ya herî balkêş
e. Di wê komkujiyê de mayina ku hate îspatkirin
a Tugaya Komando ya Çiya ya Colemêrgê ye neh
gundiyan jiyana xwe ji dest da û di nav de gelek
zarok jî hebûn gelek kes birîndar bûbûn.
Ji
birîndarkirina Sedat Karadag jî tê fêmkirin ku
weke di komkujiya Piyanişê de bûye ji bo rewşa
bêçalakîtiya KCK’ê îlan kiriye provoke bikin
êrîşên kontrgerîla dê berdewam bikin. Aşkera ye
ku li hemberî vê rewşa pir xeternak, teqez divê
tedbîr bêne girtin.
Di destpêka
salên 90’î de êrîşên bi vî rengî pêk hatibûn.
Kesên ku ev êrîş pêkdianîn navên cuda li xwe
dikirin jî hemanên kontgerîla bûn. Di encama van
êrîşan de bi hezaran welatiyên me jiyana xwe ji
dest dan, hivdeh hezar kes jî li lîsteya
windayan hatibûn zêdekirin.
Tişên ku di
destpêka salên 1990’î de hatin jiyîn ji bo
Kurdan salên bi êş bin jî, tecrûbeyên girîng bi
xwe re derxistiye holê. Kurdan ji her kesî re
aşkera kir ku careke din ew naxwaze êşên wan
salan bijî. Gelê Kurd di sala 2005’an de
‘Zarokên baş’ ên serfermandarê wê demê Yaşar
Buyukanit li ser sûc girtin û ev yek îspat kirin.
Li Şemzînanê gel bi wê çalakiya xwe bi rojan li
kolanan man, li dîroka berxwedan û
qehremantiyeke yeka nû lê zêde kirin, nîşan dan
ku li hemberî êrîşan dê bêdeng nemînin. Di
komkujiya Peyanisê de gel dîsa biryardariyek
nîşan da û israra vê helwesta xwe di
birîndarkirina Sedat Karadag de careke din ji
dost û dijmin re îlan kir.
Gelê Kurd li
hemberî êrîşên kontra xwe biparêze û di nava
berxwedanê be mafekî wê yê xwezayî ye. Jixwe
tiştê divê bibe jî ev e. Kes nikare gelê Kurd
‘çima xwe diparêze’ sûcdar bike. Ligel vê
rastiyê, ji bo ev sûc û cinayetên kontrgerîla
derkevin holê Komîsyona Lêkolîna Edalet û
Heqîqetê dixwaze bê avakirin; hin kes derdikevin
dijberiya vê yekê diparêzin. Ev kesanan daxwaza
ku Kurd xwe biparêzin jî dikin mijara
spekulasyonê. Heta qîma xwe bi vê yekê nînin, bi
spekulasyonên ku li hemberî Kurdan dikin ji bo
di raya giştî de bingehê komkujiyên nû ava bikin
bi kar tînin. Daxuyaniyên berdevkên Kongreya
Civaka Demokratîk ku ji bo Xweseriya Demokratîk
û rêxistinbûyina wê dikin berovajî dikin, li ber
raya giştî li ser vê mijarê nîqaş nayê kirin jî
encama vê yekê ye.
Helbet gelek
Kurd ji niha pê de jî dê xwe biparêze, li
hemberî êrîşên ku li dijî wê pêk tê berxwedana
xwe berdewam bike û parastina xwe ya cewherî pêş
bixîne. Ligel ew qas komkujiyên jiyî ne, ne
mimkûn e ku bikevin nava nêzîkatiyeke din.
Kurdên ku ne
tenê bi awayekî fizîkî, bi rêbazên komkujiyê yên
din re rû bi rû ye, li pêş wê ji bilî vê bijarkê
tiştekî din tune. Zimanê wê û çanda wê dixwazin
bidin jibîrkirin, Kurdên ku dixwazin ji xwe re
bibe biyanî hewl didin ku komkujiyeke nû pêk
bînin. Di vê çarçoveyê de bi her awayî tiştê li
ser Kurdan tê ferzkirin înkar û dejenerebûn e.
Înkarkirina
neteweyî bi pêş dixin, hewl didin ciwanan jî
bikişînin ava lîtava fihûş û tiryakê. Li hemberî
van êrîşan dê Kurd çi bikin? Li bendê bin bêne
tunekirin. Ji ber vê yekê ye, divê Kurd ji her
kesî zêdetir û bi gelek aliyan ve parastina xwe
ya cewherî pêş bixe û xwe biparêzin. Û beriya
her tiştî ev ji bo Kurdan peywireke mirovahiyê
ye. Her kî ku li hemberî vê yekê derkeve divê
bizanibe ku ew li hemberî mirovahiyê sûc dike.
Weke ku berê jî çêbûye gelê Kurd li hemberî
kesên ku ew qetl dikin bêdeng bimîne û serê xwe
bitewîne.
Hivdeh hezar
însanên me hatin windakirin û hê jî em rastî
şopa wan nehatine. Halbûkî faîlên van windahiyan
diyar e. Di raya giştî de her roj navên wan
kesan derbas dibe, di rûpelên rojnameyan de
wêneyên wan tê weşandin. Kesên ku komkujiya
Peyanisê kirine tê zanîn. Piştî komkujiyê
delîlên sûc hatin bidestxistin. Navnîşan diyar
e; JÎTEM’a ku malzeme ji Tugaya Komando ya Çiyê
ya Colemêrgê standine û dûvika wê ku di nava gel
de weke Tîma Hancer tê zanîn e. Yên Sedat
Karadag jî birîndarkirine diyar e. Lê li hemberî
faîlên ku ev komkujî, cînayet û êrîşan pêk tînin
tîştek nayê kirin, heta ji bo ev kesana hêj
zêdetir sûc bikin hemû şert û merc ji wan re tê
avakirin. Ligel ku ev rastî li holê be;
nêzîkatiyên li hemberî ku Kurd parastina xwe ya
cewherî pêş dixînin bi awayekî din nayê
nirxandin.
Gelê Kurd ji bo
careke din komkujiyên Penyanisê neyê jiyîn,
Sedat Karadag neyê gulebarankirin û vê yekê
asteng bikin dê parastina xwe ya cewherî pêş
bixînin û ji bo vê yekê weke îdeolojîk, weke
zîhniyet, weke çandî û îfadeya van hemûyan li
ser bingehê Xweseriya Demokratîk xwe bi rêxistin
bike û bi ser bixe. Kesên ku parastina gelê Kurd
cuda şîrove û dinirxînin, dixwazin veguherînin
spekulasyonan, di rastiya xwe de gerek vê
rastiyê bibînin û fêm bikin ku bijarkeke din a
Kurdan tune ye.
|