|
Kakşar Oremar
Komara Mahabadê
berî 65 salan hat damezirandin. Komargerên Kurd
di bin serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed de ala
Kurdistanê li çarçirayê li ba kirin. Gelo komar
di kîjan şert û mercan de hatibû avakirin...
Sala 1946’an li
Rojhilatê Kurdistanê komarek pêk hat û li pey wê
jî jiyana Kurdan a siyasî derbasî qonaxeke din
bû. Beriya wê li dijî Îranê gelek serhildanên
Kurdan hebûn. Serhildana Kela Dim-Dim,
Serhildana Şêx Ubeydulahê Nehrî, Serhildana
Simkoyê Şikak û Serhildana Qedemxêra Lek ku tev
jî bi armanca bidestxistina mafên Kurdan bûn.
Hemû serhildan bi awayê xapandinê an jî di çaxê
hevdîtinên siyasî bi serokên tevgeran re hatibûn
dawiya xwe. Serokên tevgerê dihatin kuştin û êdî
şoreş jî demekê diket hale bêdengiyê.
Bi çêbûna komarê
re cara yekê bû ku di serê hereketeke siyasî da
mirovekî rewşenbîr bûbû serokê Kurdan. Nave wî
Qazî Mihemed û ji malbata Qaziyên Mehabadê yên
naskirî bû.Gelo komar çawa û di çi şertan da pêk
hat? Çima têk çû? Belkî ev nivîs bikarîbe
bersiva hinek pirsên we bide.
Ew malbatek şêx
û qazî bûn. Rewşenbîr û di nava gelê herêmê da
xwedî îtibar û hurmeteke bilind bûn. Li ba wan
şîdbûna di riya parastina welat de ji ferzekî
olî jî pîroztir bû. Bapîrê Qazî Mihemed yanî Şêx
Elmeşayêx li sala 1930’an di rûniştinekê de ku
li gundekî binavê Erbato yê girêdayî Dîwanderê
pêk anî, gelek serok eşîrên Kurd li dora hev
civandin. Armanc ji vê komcivînê pêkanîna
“eniyeke yekgirtî” li dijî îngilîz û azadiya
Kurdistanê bû.
Mamê Pêşewa Qazî
Fetah Qazî sala di 1916’an de di şerê li dijî
leşkerê Rûsyayê hate kuştin ku li pey kuştina wî
Rûsan bajarê Mehabadê dagir kirin. Qazî Elî yê
bavê Pêşewa mirovekî zanyar û birayê wî jî
Seyfulquzat rewşenbîrekî mezin bû. Helbestên wî
di geşkirina hisên milî û ramanên rewşenbîrî yên
Qazî Mihemed de xwedî rolekî mezin bûne. Sala
1920’î wî karî rêxistineke neteweyî ya bi navê
“Bizava Mihemedî” pêk bîne ku bi şoreşgerên
herêmên din yên Îranê re di peywendiyê de bû.
Sala 1941’an
Îran ji hêla Rusya û Îngilistanê ve hate
dagirkirin. Hêzên Rûs piştî ku ji Erse derbas
bûn ketin nava Mako û Xoyê û piştre ber bi başûr
ve hatin û Bane û Sine jî xistin bin kontrola
xwe. Lê nayê zanîn ka çima piştî demeke kurt
hêzên xwe ji Şino, Miyanduaw, Bokan û Mehabadê
ber bi paşde kişandin.
Li başûrê Îranê
Îngilîzan berî her karekî komandoyên xwe li
kompaniyên petrolê peya kirin û piştî vegera
Rûsan wan jî başûrê wilayeta Xuzistanê heya
Kirmaşan xistin bin kontrola xwe. Ew herêmên di
navbera du herêmên dagirkirî de (Mehabad,
Serdeşt, Bane, Seqiz, Dîwandere) ew herêm bûn ku
azad bûn. Ev ji Kurd û Azeriyan re hem derfetek
dîrokî û hem jî ji bajarê Mehabadê re şansekî
mezin bû ku êdî 5 sal piştre bibe paytexta
komara Kurdistanê û di nava Kurdan de jî bibe
xwedî navekî bilind û pîroz. Bi awayekî ku li
pey damezirandina Komara Kurdistanê dema behsa
rojhelatê Kurdistanê û doza wan ya siyasî tê
kirin, navê Mehabadê wekî navenda neteweyî ya
Kurdên wir gelek tê bihîstin. Dagîrkirina Îranê
ji hêla îngilîzan ve bi sedemên stratejîk bû û
birayar bû ku piştî bidawîbûna şer ji Îranê
derkeve.
Dema sîxûrên
Sovyetî pêdihesin ku li bajarê Bokan hevdîtinek
di navbera çend kesayetiyên Kurd û hinek
rayedarên îngilîzî de çêbûye ji nişka ve û di
demeke zû de 30 kes ji kesayetiyên Kurd berê
dewetî bajarê Tebrêz û piştre jî bi hevkariya du
efserên xwe yên bi navên Mîr Eslanov û Elîyov
wan dibine paytexta Azerbayicana Sovyetistanê
Bako. Ji wan kesên ku bo yekemîn car çûne
hevdîtina rayedarên Sovyetî Qazî Mihemed, Hacî
Babaşêx Reşîdbegê Herkî, Mihemed Sedîq Şemzînî,
Emîr Esied Dêbokirî, Mihemed Visûq Qasimlo û
Zêrobegê Bihadurî. Ew 10 rojan li wir dimînin û
li navend û saziyên çandî pêk anîn.
Bi van liv û
lebatên siyasetmedar- ên Kurd re rayedarên
dewleta Tirkiye- yê ku ew nêzî du sal bû bi agir
û hesin serhildana Dêrsimê vemiradibûn, ketin
nava hereketê. Tirk ku bi hevkariya îngilîzan û
li ser ked û xwîna Kurdan bûbûn xwedî “komara
Tirkiyeyê” dema ku dibînin hêzên Rûs di nava
Kurdên Rojhilatê Kurdistanê de bi mezin û
gire-girên Kurd re di nava têkiliyan de ne ji
2’ê Îlona 1941’an li dijî van danûstandinên bi
Kurdan re şikayetnameyekê dide hikûmeta
Îngilistanê.
Êdî li
Kurdistanê Kurd xwedî hêzeke mezin bûn. Dewleta
navendiya Îranê Kurd wekî aliyek dihesibandin û
dixwest ku bi wan re bikeve nava diyalogê. Ew li
riyekê digeriyan ku li ser rewşa Kurdistanê bi
Qazî Mihemed re biaxivin.
Di destpêka
Mijdara 1944’an de Pêşewa Qazî bi hevkariya
birayê xwe Sedrê Qazî diçe Tehranê û çendîn
cara serleşker Hesen Erfe dibîne. Ew li wir ji
Erfe re dibêje: “Em amade ne ku ji bo
baştirkirina rewşa gelên Iranê hevkariya we
bikin”. Her wiha wan rexne dike û dibêje:
“Daxwazên me heman daxwazên dîrokî ne ku hûn
dizanin. Rêveberiya we li Kurdistanê fasid û
kesên nelayêq di îdarên dewletî de dixebitin”
Di rewşeke wiha
de ku herêma Mûkriyan bûbû navenda kar û xebata
Kurdiniyê, li Urmiyeyê jî Kurda bêliv û xebat
nebûn. Di 28’ê Nîsana 1942’yan de Kurdên
Urmiyeyê û derdora wê li dijî hatina leşkerên
Îranî û bi çek kirina Kurda û dayîna çekan bo
cendirmeyên Îranî meşek li bajar çêkirin û
hakimê bajar revî Tebrêzê. Li wir aliyê Kurdan
ji Rûsan van daxwazan dikin: Destûra hilgirtina
çekê bi awayekî azad û derketina hemû
cendirmeyên Îranî ku di navbera bajarên Xoy heya
Mehabadê de hatibûne bi cih kirin. Azadî di kar
û barên millî yên xwe de û hizûra nunerên Kurda
li hemû îdarên bajarê Urmiyê. Li xwendigehan
perwerde bi zimanê Kurdî. Azadkirina bîst Kurdan
ku wek girtiyên Siyasî di girtîgeha Urmiyê de
bûn. Lê dîsa Rûsan alîkariya Îranê kir da ku
bikaribe bikeve Urmiyeyê.
Di 16’an Îlona
1941’an de li baxekî derdora Mehabadê çendîn
rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd li dora hev kom
bûn û rêxistineke nihînî bi navê “Komeley
Jiyanewey Kurd” damezrandin. Wan bi daxuyaniyekê
armancên rêxistina xwe ji raya giştî re dan
xuyakirin. Di temenê xwe yê nêzî çar salan de
komeleyê di warê bilindkirina sewiya
rewşenbîriya siyasî-civakî ya rolekî gelek erênî
di nava Kurdên herêma Mûkriyan da hebû. Di 16’ê
Tebaxa1945’an da li pey komcivîneke endam û
berpirsên komeleyê Qazî Mihemed pêşniyar kir ku
komele navê xwe bide partiyeke nû ya bi navê
“Partî Demkoratî Kurdistan”.
Li gor kesên
mîna William Eaglton û Arçibald Roosvelt dema ku
bo cara duyem li Îlona1945’an Qazî û çend kesên
din çûne Sovyetistanê rayedarên Rûs û di serî de
jî Cefar Baqirov pêşniyareke wiha daniye ber
wan. Ev daxwaza rayedarên Sovyetî tê pejirandin,
lê Kurd jî bo cî bi cîkirina planên xwe yên
paşerojê bi nivîsandina daxwaznameyekê ji
Sovyetê dawa, çek û piştgîriya madî dikin. Tevî
ku Baqirov ji Kurdan daxwaz dike ku wek pareke
komara Azerbaycanê di nava sinorên wê komarê de
bimînin, lê Qazî Mihemed napejirîne û jê re
dibêje:“Ger wiha be, em ê bi Îranê re bimînin.
Ji ber ku ew ji we kevintir û bihêztir in û ji
hêla ziman û kultur ve jî Kurd zêdetir nêzî
Farsa ne"
Roja 17’ê Kanûna
1945’an gelek ji rûniştivanên bajarê Mehabadê
meşeke mezin ber bi edliya li bajar çêkirin. Ew
edliye sembola dawiyê ji hêza hikûmeta Pehlewî
bû ku li Mehabadê mabû. Li wir Kurdan ala xwe ya
sê reng: spî, kesk û sor ku bi rojek zer ya di
nava du şûran da hatibû xemilandin, li hemû
binayên bilind yên bajarên Mehabad, Şino, Neqede
û Bokanê bilind kirin. Bi vî awayî Komara
Mahabadê hate damezrandin.
Di çend meh
temenê komara Kurdistanê de gelek kovar û
rojnameyên wekî Kurdistan, Helale, Girûgalî
Minalan û dîwana şaîrên weke Wefayî jî hatin çap
û belavkirin. Girîngtrîn destkeftên komara
Kurdistanê ew bûn ku li pey têkçûna serhildana
Simkoyê Şikak Kurdan xebata xwe ya siyasî
derbasî pêvajoyeke nû kirin. Yanî di nava dilê
sîstmekê de komarek hatibû damezirandin. Hisên
neteweyî ji nûve bişkivîn û hêviyên mezin hatin
afirandin. Di warê ragihandin û rojnamegeriyê de
serdema komara Kurdistanê geştirîn çax tê
hesibandin ku pêre helbestvanên neteweyî Hêmin,
Hejar, Heqîqî, nivîskarên wekî Qizilcî û Zebîhî
û hunermendên mîna Mihemed Mamlê di civaka Kurda
de ruheke nû dan vê qada jiyana Kurdan. Di qada
siyasî de jî êdî li Îranê pirsgirêka Kurdî bû
faktorek dîrokî ku heya roja îro jî nehatiye
çareser kirin. Pisrgirêka ku îro mixabin komara
wehşet û cehaletê dixwaze bi îdama ciwanên Kurd
pêşiyê li ber bigire.
Jin û xizmeta ji
bo jinê li ba serokkomarê Kurdistanê ferzekî
olî, neteweyî û exlaqî bû. Ji mala xwe destpêkir
û Mîna Qazî razî kir ku bibe seroka yekitiya
jinên Kurdistanê. Komar xwedî manêfestoyeke
Kurdistanî bû. Kurdên başûr, bakur û rojavayê
Kurdistanê li Mehabadê hatibûn ba hev û li dora
Pêşewa Qazî kom bibûn.
Paştî şikestina
komarê Pêşewa Qazî Mihemed li bajarê Mahabadê li
meydana Çarçira hate îdamkirin û rewşa
Kurdistanê dîsa mîna goristaneke tarî ket nava
bêdengiyek xemgîn. Ji sala 1948’an çend
xwendevanên rêbaza Qazî hêdî-hêdî dest bi karê
rêxistinî kirin. Kesên mîna Rehîm Sultaniyan,
Ezîz Yusifî, Qasimlo, Xenî Bilûriyan, Kerîm
Ovêysî û Ebdulah Êşaqî ji 1948’an û pêde di bin
çavdêriya hizba Tudeh de careke din liv û
lebateke nû dan KDP, lê wan nedikarî bi bê hizba
Tudeh bi serê xwe her karekî bikin. Salên piştre
ew bi yekcarî ji hizba Tudeha Îranê dûr ketin.
Di dawiyê da
tenê bi daxbarî û hesreteke mezin dikarim vê
bêjim ku mîratgirên riya Pêşewa Qazî îro ne tenê
180 dereca ji doza wî ya bi şan û şeref dûr
ketine, belkî di nava xwe de bûne çend perçe û
ji hêla partiyên başûrê Kurdistanê ve di jiyana
kampnişîniyê de hatine îzole kirin û fetisandin.
Hemû hêvî niha bi ciwanên PJAK’î ye ku hem
hêzeke ciwan in û hem jî bi rêbaz û manîfestoya
xwe ya siyasî nêzî rêbaza Pêşewa Qazî Mihemedê
şehîd in. |