* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Kiryarên gemarî 
 

 

  Cemîl Bayik 

Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê dewlet û desthilatdariyê de di asta rêlêvekirina pêvajoyên nû de girîng in. Her kesê ku parêznameyên ji çar pirtûkan pêk tên ên bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk xwendibe ev rastî ji nêz ve dîtiye. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêzmaneyên ku behsa wan hate kirin de dewlet û desthilatdarî analîz kiriye. Di wir de pir vekirî û zelal destnîşan dike ku dewlet û desthilatdarî li ser dijberiya civakê hatiye sazkirin û hebûna xwe bi xespkirina li her qadê ya hebûnên civakê ên madî û manewî ava kiriye. Di van rojan de agahî û belgeyên têkildarî bûyerên di malpera WIKILEAKS'ê de derbas dibin û guftûgoyên têkildarî mijarê vê yekê piştrast dikin.

Di belgeyên bi riya WIKILEAKS'ê hatin weşandin de gelekî zelal xuya dike ku di têkiliyên navdewletî de û kesên beşdarî siyaseta serdest çiqas dikarin durû bin û çawa pişt pahniya hev dikolin. Dibe ku bilavkirina van belgeyan bi armancên cuda be. Lê tevî vê yekê jî bi bilavkirina van belgeyan re ji bo dîtina civakê ya kirêtî û gemariya heyî û têgihiştina vê yekê tiştekî bi feyde ye. Ev di heman demê de ji aliyê civakê de bersiva, 'em jiyaneke çawa dixwazin' de rola barometreyê jî dileyize.

Piştî belgeyên di WIKILEAKS'ê de hatin belavkirin, pirsîna van pirsan a ji bo civakê watedar dibe: "Hûn dixwazin di tevînoka têkiliyên dewlet-desthilatdar-serdest de bimînin?", "An hûn dixwazin di nava têkiliyên giştî yên ji sîstema desthilatdar, bê serdest û ji dewletê dûr bijîn?"

Ev pirsên ji civakê bên girîng in. Ji ber ku bijarkên cuda pêşkêşî civakê têne kirin. Hêzên global ên sermayeyê dixwazin sedsala 21’emîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dizayn bikin. Vê yekê jî di bin navê nîzama cîhanê ya nû de dixwazin pêk bînin. Dema vê yekê pêk tînin jî çi li pêşiya xwe asteng dîtibin dixwazin wê ji holê rakin û derbas bikin. Di nava van astengiyên li pêşiya wan de hin sazî û hêzên ku di demê de ji aliyê wan ve hatibûn avakirin jî hene. Mîna li Iraqê, dema vê yekê pêk tînin jî dixwazin xwe ji rastiya xwe cudatir nîşanî civakê bidin û wê bixapînin. 

Li hemberî bijarka ku hêzên dewletparêz-desthilatdar û serdest a datîne pêşiya civakê, bijarkeke nû tê diyarkirin. Ev jî jiyaneke beyî dewlet, desthilatdarî û serdesteyî ku ji aliyê civakê bi xwe ve were rêxistinkirin e. Ji bo vê yekê jî pêşkêşkirina belgeyên WIKILEAKS'ê ên ku rê li ber guftûgoyên nû vekirin gelekî girîng in. Di rastiya Tirkiyeyê de ev yek girîngtir dibe.

Di belgeyên mijara gotinê de Tirkiye yek ji dewletên herî zêde behsa wê tê kirin e. Agahiyên ku sefîrê DYA'yê der barê siyaseta hundirîn a Tirkiyeyê de pêşkêşî dewleta xwe dike hene. Dîsa di van belgeyan de behsa hesabên veşartî yên Serokwezîrê Hikûmeta AKP'ê R. T. Erdogan ên di bankayên Swîsreyê de, jiyan, têkilî û nelirêtiyên parlamenter, wezîr û burokratan bigire heta taybetmendiyên wan ên di asta 'nesaz/meczup' de tê kirin. Bi vê yekê jî bi sînor nema ne; cih daye bazariyên di navbera rejîmên DYA, Danîmarka û Tirkiyeyê dê yên têkildarî doza girtina ROJ TV. Bi vê yekê re hemû kirêtiyên hikûmeta AKP'ê li ber çavan tê raxistin.

Raxistina ber çavan a rûyê gemar ê AKP'ê, nîşan dide ka dixwaze rêveberiyeke çawa biafirîne. Bi vê yekê jî diyar dibe ku soz û waadên dide ji xapandinê pê de ne tiştekî din in.

Yên di WIKILEAKS'ê de paqij derketin Kurd in. Lewra tu belge û agahiyên ku propogandayên reşkirin û xirab nîşandana Tevgera Azadiya Kurdistanê destek dikin ne hatine bidest xistin. Aşkera dibe ku tiştê tên gotin derew in. Jixwe ne mumkûn bû ku tiştekî ji vê cudatir derkeve holê. Heger bi baldarî bê şopandin dê bê dîtin ku PKK ne alîgir e ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hevdîtinên tên danîn li pişt deriyan bên kirin û veşartî bimînin. Heta bi eşkerekirina hevdîtinên pêk tên ji bo raya giştî polîtîkayeke vekirî şopandiye. Dîsa lêkolîna têkildarî bûyereke ku di mehên borî de li Êlihê pêk hatibû û kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn bi encam kir. Encamên dadgehkirina pêk hatî beyî fikar û gumanê ji raya giştî re eşkera kirin. Jixwe têkildarî tevgereke ev qasî vekirî ne mumkûn bû ku di WIKILEAKS'ê de li rasta belge yan agahiyên cuda were.

Di vir de tiştên ku bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk ên ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve mîna parêzname hatin amadekirin girîngiya xwe nîşan didin. Bêguman dubarekirina rastiyê ya li vir dê di asteke têr de nikaribe tiştê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rawe dike îfade bike. Ji ber ku parêznameyên behsa wan tê kirin ji analîzên teorîk wêdetir xwedî wate ne. Ew jî rastiya bûyina bersiva pirsgirêkên di asta demokratîk-komunal de ji nû ve avakirin û rêxistinkirina civakê ye.

Belgeyên di WIKILEAKS'ê de hatin belavkirin hesan kirin ku ev rastî ji aliyê gel ve baştir were fêmkirin. Lê belê bi vê tenê bisînor mayîn dê were wateya hilbijartina karê hesanî. Ya girîng ew e ku ev yek rast were fêmkirin û nekevin rewşeke wisa. Ji bo hilbijartinên Tirkiyeyê êdî çend meh mane. Ev yek jî ji bo bê nîşandan ku ne ketine rewşeke wisa derfetekê pêşkêş dike. AKP ya ku di WIKILEAKS'ê de navê wê herî zêde derbas dibe ji niha ve dest bi amadekariyên hilbijartinê kiriye. Mîna hilbijartinên borî; ji bo bidestxistin/kirîna dengê gel dest bi belavkirina amûrê mîna dolabên qeşayê û hwd. dest bi tevgerê kiriye.

Pêwîst e destûr neyê dayîn ku AKP mîna partiyeke ku derketiye holê çiqasî gemar e û ev yek ji aliyê dinya-alemê ve tê zanîn ku careke din gel bixapîne. Ji bo vê yekê jî divê rastiya AKP'ê bi hemû zelaliya xwe ji gel re bê ravekirin û bê diyarkirin ku bijarka rastî mîna Rêberê Gelê Kurd destnîşan dike siyaset û civakeke demokratîk û vekirî ye. Divê ev rastî bi hemû zelaliya xwe bê nîşandan.