* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Kapîtalîzm bê hûnerî ye

Ekîn Ronî

Kapîtalîzm bi qasî ku bê civaktî ye û bê mirovtî ye ew qas jî bê hunerî ye. ji mirovan re dibêje dev ji rabirduyê berde û roja xwe bijî. Di qada huner de jî çanda şoxuşeng û şahiyê pêşdixe û bi destê çanda arabesk û popê civakê ixsîr digre. Bi v îriyê çand û hunerê jî pîspaye dike. Bi riya hunerê herkesê digre bin bandora xwe û bi vî awayî herkesê/î ji para xwe razî dike. Ev bombebaraneke wisa ye ku mirovan ji hizirînê dûr dixe û dibêje; “pêwîst nake tu xwe biwestînî û bihizirî, ji xwe bi navê te hertişt hatiye hizirandin. Televîzyon, sînema, şano û konser li gor vê tên plankirin. Rêzefîlm û filma ku tê sêyr bikî berî de ji bot e hatiye hilbijartin. Nefikire ka tu dê çawa bijî, li ekranan binêre bes e. bi vî awayî ne hewceye ku tu bihizirî û serê xwe biêşînî. Xulase, tiştên ku kapîtalîzm dibêje ev in.

Huner û hunermendên ku pêwendiyên xwe yên bi civakê re qut nakin û xwediyê xeyal û ûtopyayan in, bi tevê kapîtalîzmê êdî têkiliya xwe ya bi civakê re qut kirine û bûne mehkûmê jiyanek rawêjî û sanal. Hunera ku girêdana xwe ya bi rabirduyê re wate dide îro ya xwe, di kapîtaklîzmê de dev ji vê jî berdaye û êdî beralî dayîna paşerojê jî aciz e. Mirov û hunera ku ji cîhana xwe ya manewî bêpar meye, tenê dikeve pey xilaskirina roja xwe. Bi vê awayî huner dibe amêrek metayê û tê xerîdarkirin û dixin bazaran. Ji ber vê jî tenê dibe metayeke pêşwazîkirina pêwîstiyên jiyana rojane. Di cewher de jî ev yek nabe huner. Ji vê re jî mînaka herî baş ew CD’yên film, klîp, mûzîk in ku her roj bi navê hunerê derdixin holê. Em gelek fîlm û klîban sêyr dikin û stranan guhdar dikin. Ma gelo çen ji van bi bandora xwe di bîra me de dimîne û nayê jibîrkirin.      

Huner xwezayî ye û pêdiviyeke civakê ye. Helbet mirov nikare civakekê bêyî mûzîk, şano, wêne û wêje bihizire. Lê çawa ku em civakekê bêyî huner nikarin bihizin em nikarin hunerekê bêyî civak jî bihizirin. Nirxên exlaqî yên civakê li gel hev digrin çiqas metafîzîkbin afirandinên hunerî jî ji bo domandina hebûna civakê metafîzîkek dest jê nayê berdan e. Jixwe xweşikbûna mirovan ew e ku van pêdiviyan pêşwazî dike. Nexwe herkes baş dizane ku bi xwe xemilandin û boyaxkirinê xweşikbûn pêk nayê. Ji ber ku xweşikbûn ne diyardeyek wisa ye ku tenê bi cav tê dîtin.

Hunera pîroz a ku divê xera nebe û mayînde bibe, di kapîtalîzmê de vê taybetmendiya xwe wenda dike û dibe bê nasneme. Bi vî awayî dibe hunera kotina civaka mirovan. Huner di kapîtalîzmê de diqede û tê qedandin. Bi taybet di destê birujuwaziya şarmend de huner buye navgîneke endustriyê û hê zêdetir hatiye piçûk xistin. Di mala te de çend tabloyên wêneyan hene, tu çûyî çend konseran, mat e pirtûka dawî xwend an ne? Pirsên van kesan tenê ev in. Pir wateya wêneyên ku lê dinêrin, pirtûka ku dixwînin, mûzîka ku guhdar dikin nîne. Jixwe ev behrem di jiyana wan de tu guhertinan jî nake. Ji naverokê zêdetir şekil û hejmar ji bo wan giringe û berdil e. Têgehiştina kapîtalîzmê ya hunerê jî yave ev e.

Di cewher de hunera ku hindirê wê hatiye valakirin tê wateya şerekê nû li dijê mirovahiyê. Çeka herî bikêr û ya bi bandor a vê şerê jî qenalên televîzyonan in. Biqasî dewletan şîrketên taybet jî dest davêje van qadên sanal. Artêşa starên qada şerê sanal 24 saetan li mejhiyê me dixin. Mirov dikare bêje ku em di bin gulebaranê de ne. Çanda me ya gelerî di van deveran de tê popûlerkirin û ji rolên xwe yên esas tên dûrxistin. Nirxên gel yên xwecîhî di van qadan de tên xirakirin û têkbirin. Ya herî xirap jî ew e ku ji bo tunekirina civakê rolekî berovajî bi çand û hunerê didin lîstandin.

Bi taybet ji bo gelê Kurd ev rewş mijara gotinê ye. Hunera di qenalên TV’ya dewletê de ji bo vê tê bikaranîn. Birastî jî ez meraq dikim ka ew hunermendên ku îdîa dikin ew hunera gelekê ku çanda wê nayê naskirin, zimanê wê yê dayikê hatiye qedexekirin di van qenalan de çawa çêdikin? Kîne ev hunermend? Başe kîne hunermendên rastîn yê gelê Kurd?

Civakek bi huner civaka ku xwe ji kapîtalîzmê rizgar kiriye. Başe hunermend, hozan, zanyar û nivîskarê civakekê ku xwe ji kapîtalîzmê rizgar kiriye kîye? Ev kes çawa meyze dike, çawa dijî? Gelo hunermendên me wê bikarin di pêkanîna yekîtiya gelê me de rola xwe bilîzîn? Dîsa rêbazê jiyana wan, tempoya wan, uslub, sadetî, zanebûna wan a hunerî, bengiya wan a şoreşê, afrîneriya wan ma wê bikare cewherê zihniyeta gelê Kurd tê bigehijin? Ez wisa dihizim ku îro gelê Kurd bi tekoşîna xwe ya demokratîkbûnê, di hin mijaran de li pêşiya hunermendan e. Her wiha hindek hunermend di meşa gelê Kurd de nikarin bigehijin asta gel û bi vê rewşa xwe dibin asteng. Ji ber ku di vê qadê de nekariye gelê Kurd biparêze. Bi ezeziya xwe, li gor mantiqê kapîtalîzmê tev digere, beşdarê jiyana demokratîk nabe, xwe birêxistin nake, bijare dimîne. Ji ber vê jî nikare qalibên jiyana kapîtalîst bişkîne. Nekariye bi huner û wêjeyî nirxên tekoşîna azadiyê temamî mayînde bike. Ev qad li benda pêşengên xwe yê rasteqîn e.       

Ji bo hunermendên gelê Kurd wextê rexnedanekî pir kûr hatiye. Rastiya tevkujiya çandî ya ku neyar li dijê gelê Kurd dimeşînin deşîfre bûye, metirsiya tunebûn û helandinê hema-hema ji holê rabûye, di demak wiha de bi tekoşîneke rêxistinkirî yê ras ve em dikarin zihniyeta dijberên xwe buhûrînin. Êdî ew roj hatiye ku em bibin yê xwe û bibin hunermendê gelê xwe û her wiha hunermendên ronesansa Rojhilara Navîn. Divê huner û hunermend wiha beşdarê nirxên pîroz yên Rojhilata Navîn bibin.