* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Jin çavkaniya jiyanê ye

 
 

   

Jiyana demê ya ku em di navdene û em dixwazin bi xwezayetiya wê bijîn… Lê niha ev di nav herikandinek xwezayî de naçe. Ew herikandina ne xwezayî ya ku bi xwe re rizandinê yên deronî, civakî ku anî, dîsa di kesayette hilweşînek bi bandor di aliyê bîrdozîde jî çêdike. Sedemên vê yekê xwezayî bûna mafê jiyînê yê ku ji cewherê xwe dûrketiye û li ser pêşerojekî demokratîk jî bandordike. Di tiştên  xwezayî û ramanên pêşketî de meyla azadiyê hîn zêdetir e. Dema ku ferd ji xwezayîbûnê dûrdikeve wê demê ji azadiyê jî dûrdikeve. Her wiha Ji serdema xwezayî derbasbûna serdema koletî gelek tişt hatine bê watekirin. Di civaka xwezayî an jî di jinê de diyardeya namûs nîn e. Di virde hemû kes di nava wekheviyekî de dijîn. Dîsa di bingeha rêgezên ehlaqde bi hevdûre yekbûyîn weke bingeh tê girtin. Dilnizmî û wekhevî rastiya empatiyê ku di nav mirovan de di asta herî bilinde tê jiyankirin. Girêdan û baweriya ku bi xwezayê re hatî çêkirin ev yek bi xwe re daye avakirin. Bi xwezayê re dostaniyek temîz û xwerû heye û semimiyeteke pir kûr mijara gotinêye. Ev dostaniya ku hîna biyanî nebûye bi xwezayê re hatî afirandin, hiştiye ku hemû hîmên jiyînê bi şêweyek rast û xwezayî bên afrandin. Dîsa ne gengaze ku di navbera mirov û xwezayê de tu bendav hebin. Dema ku mirov bi wê serdemê dihizire mirov dibêje qeyî bûhiştek heye. Dema ku ev serdem derbasî kolitiyê dibe gelek tişt ji xwezayî bûna xwe derdikevin.  Mirovatî ji hev biyanî dibin û dûrdikevin. Dîsa kolekirina mirovan tê çêkirin. Bi kolebûna mirobûna  mirovan re payvên bê nemûsiyê jî dikevin rojevê. Mirov dikare pir eşkere bêje ku li şûna qenciyan xirabî pêşdikevin. Li şûna rastiyê şaşî digire, li şûna bedewbûnê nebedewbûn digire. Di destpêkirina serdema koletî de ji rastiya xwezayî jî dûrketin destpêdike. Di wê demê de bedena jin tê kolekirin û bi kolekirina bedena jinê dixwezin civakê bi jinê terbiye bikin û ji hemû mafên wê yên serdema xwezayî mehrûm bikin.

Em ji têla porê jinê bigirin heta hemû giyana wê ya herî biçûk jî dikeve bin destan. Mîna ku hemû tişt berê hatbe morkirin dixuye. Hindek qanûn  hene ku divê mirov  li gor wan tevbigere. Ji xwe wê demê mûqedestî jî çêdibin û dîsa malên gîştî jî çêdibin. Yanî ew her di wê nezaniyêde ne ku binketina jinê wê bi xwe re binketina çivakêjî bine. Di wê demê de ji hêla rahîbên Sûmeran bi şikandina gûrûra jinê, gûrûra civakê tê şikandin. Pergal bi dagirkirina li ser bedena jin tevahiya dagirkeriyê diafirîne û pê bazirganiyê dike. Yanî mijara gotinêye ku mirov bêje pergala desthilat xwe li ser bedena jin beslemekir. Biçûkxistina  jinê tê wataya biçûkxistina nirxên ku ji hebûna mirovahiyê de yên jinê ne. Ji ber vê jî li ser bedena  jin dagirkerî pêşdikeve û xwe mezindike. Dema ku li ser bedena jin  dagirkerî çêdibe ev yek tenê bi bedena we jî sînordar namîne, ev di mêjî, giyan, hest, dilê wê û ya rastî jî bi giştî tê dagirkerkirin. Ji ber vê yekê jin tê asta milk û mal û zilam ji vê rewşê firsend dibîne û desthilatdariya xwe pêşdixe. Iqtîdara di deroniya zilamde çi heye ew jî xwe dispêre dagirkerkirina jinê. Vêna jî li ser zayendîbûna jin dike. Mirov dikare zelal bêje ku diyardeya namûsa wê demê derktiye.

Di civaka xwezayî de têgiha nemûs nîn e, ji ber ku bê namûsî nîne û jiyanekî hevpar heye. Ji ber xweseriya civaka xwezayî, mirovan pêdivî bi behskirina azadiyê neditin, yanî ji ber jiyana wekhev hemû mirov azadin. Pêwîstî bi behskirina wekheviyê ne di dîtin ji ber ku hemû kes wekhevbûn. Dema ku ji civaka xwezayî    derbasî civaka koletî bûn, têgiha bênamûstiyê derketiye, an jî bê nemûsî wek rêgeza jiyanê bûye. Mirov jî neçarman ku diyardeya namûsê pêşbixin û xwe pê biparêzin. Dema ku em bala xwe bidin diyardeya nemûsê mirov dikane bêje ku di van demên dewî de pir bûye rojev û bi giştî tê nîqaşkirin, li gora min divê ku ev mijar hîn kûr û hîn berfireh di milê dîrokî, felsefî û bîrdozî de were analîzkirin û  destgirtin. Em têgiha namûsê weke karektera jinê nikarin bigirin dest. Dema ku em têgiha namûsê bigrin dest weke jin ne wê bîra mirov. Divê ku ev were guhurandin. Ev guhartin divê ku ji qirêjên dîrok û civakî paqijbûn pêwîst dike. Ev ê çawa çêbe divê ku bi civaka derveyê dewletê bibe. Bi dewletê  jî pêşket, zordestî , zilam bûn, an jî dagirkirina mirov li ser mirov pêşket. Dîsa teslîm bûn, teslîm girtin çêbûn. Dîsa hinên ku hatin girêdan, an jî dane girêdan derketin. Mirov dikane bêje ku  koletiyek jinê ya hundûrî çêbû û desthiladariya zilam ya ku li hemû qadê jiyanê belavbûyî çêbû. Di bingehê xwe de divê li hemberî vê têgehê têkoşînkirin, namûs weke diyardeyek civakî destgirtin û bi vî rengî bê çareserkirin.

Pergalek li gor vê yekê heye û divê ev pergal were tehlîlkirin. Gelo dewlemendî an hinceta xwe di jorda dîtine an jî hinceta ku hindikiyan binpêkirine ye. Ev sînor û cudabûnên ku pergalê daniye, ger tu bixwazî derkevî ji derveyî wan bi taybet jî  weke jin tu li dûv  vê bigerî wê bibe sedama mehkûmkirina te. Ev di serdemên berêde jî çêbû ne. Gelek tişt li ser jin hatine ferz kirin lê  jinên ku karine ji vê yekê re bêje na, ji bo wan gotine bênamûs, jinên ku ji derveyî sînorên ehlaqê  civakê jiyan dikin, mirovên bê rûmet hwd. Ev jin di mûameleyên pir xirab de hetine derbaskirin an jî di komkujiyande hatine derbaskirin. Gava ku em serboriya jin lêkolîn bikin em ê bibînin sedemê van gelekan cînayetên namûsê ne. jêre dibêjin xwe kûştine, an jî cinayetê seba namûsêye, lê di cewherê xwe de sedemê we kûr ji nemûsê tê. Gelek cînayet bi  navê namûsê kirin ji hêla dewletê ve, civak û zilama jî bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin. A sosret ewe ku ev navê cinayetê ji hêla mirovahiyêve tên pejrandin. Lê kesê ku ji bo namûsê cînayetekî dike bi vê yekî pir serbilinde û weke jêhatiya xwe dihesibîne. Bê guman weke zilamê ku xwedî li zilamtiya xwe dertê, ji xwe namûsa xwe temîzkiriye, Wisa jê re nêzîkdibin û cînayeta namûsê weke ku ‘cezayê te ye’ digrin dest.  Dewleta zilam ya ku xwe weke bekçiyê namûsê dihesbîne sektora fhuşê pêşdixe û jin tîne metaya pazarkirinê yanî pê yatirimê çêdike.  Dewlet bi destê xwe, di civakê de yozbunekî dide avakirin. Ev yek ji bo dewletê weke jêhatiyeke. Yanî dema ku jin rastî destdirêjiyê tê ew mexdûr nayê dîtin lê gava ku zilam bi peran ji xwe re dikire mîna mexdûriyet dihesibînin. Heta zilam dikare jinekê tecawizbike û vê weke sedem bibîne û pêre bizewîce.  Ji ber vê jî dewlet hemû demê jinê ji bo xwe weke potansiyelek bi xeterî dibî ne. ji ber ku jin cewherê civaka xwezayî kêmbejî dihindirê xwede diparêze dewlet wê weke xeterî li ser pêşarojê dibîne. Dewlet jî vêna wek hêzek mûhalîf dibîne û  ji bo vê jî divê ku zayenda ku were binpêkirin jinbe. Zilamê ku em wî wek dewlet binavdikin hertim gotiye yan tê wek min jiyanbikî yan jî tê terkbikî. Zilam nihajî vê têgihê dixwede diparêze. Ji derveyê sînorê min tu nikarî tiştekî bêji û yan derkevî derve. Ez dikarim bêjim ku heta di xewnên jinde jî  sînorke diyarkirine û neçare ku mehkûmê wan sînoranbe. Li hember van bê guman komkujiyên jin ên ku nayên jimartin hatin jiyankirin û rewşên wusa jî hene ku bilêvkirina wê bîle gelek zore. Jinên ku serî li hember vê yekê rakirin jî hene, lê bi giştî ku bikaribe pergala serdest a zilam biguhure an bikaribe têkoşînek giştî û berfireh bide nahatiye dayîn yanî hatibe dayîn nehatiye nîvîsandin. Bi giştî, kevneşopiyên ku tên ferzkirin li hember wan seknandin çêbibe jî (ev yek jî lehengiyên bi nirxin) lê ev ne besin û kêmin. Pergal dema tê gotin desthilatî tê bîra mirovan. Pergal ji bo jinê tê wataya mirinê, an jî bikûje. Lê li hemberî pergala zirzop Jinan ji bo xwe ji mirinê zêdetir çare nedan afirandin. Ev yek jî bûye sedemê xwe kuştinê jinan ên zêde. Jin di nav pergalê de jiyan dike lê weke miriyan dijî. Jin tenê ji bo bedena xwe pêşkêş bike û pergala desthilat ji bedewbûna jin ya xwezayî xwe heta roja me ya îro anî. Yanî pergala qaptalist xwe dispêre vêna. Lê dema em li civaka xwezayî dinêrin bedena jin sombolê bereketêye. Sembola cudahî û dewlemendiyê ye. Lewra ji civaka xwezayî dûrketin bi xwe re bedena jin hêmana tehrîka, sembola kirêtiya an jî ya ku jê were revandin anî ne wê rewşê. Ji xwe ji ber wan dewlemendiyên jin pergala desthilat bedena jin dagirkir. Bîrdoziya azadiyê roja ku derketiye holê weke calekiya xilasiya namûsê ya civakî û felsefî hate dîtin. Yanî alternatîfa rizgarkirina jin ji devê dewleta zilam a biçûk. Ji ber ku hem di milê civakî, hem jî di milê dîrokî de qirêjbûnek bingehî hatiye jiyankirin û divê ev qirêj bi naskirina bîrdozî û felsefeya ilmî were rakirin. Dûrketina mirovatiyê ji cewherê xwe heye û bê ehlaqiyek cidî heye û evjî divê bi awayekî kûr were analîzkirin û naskirin. Pêwîste ku ev werin xilaskirin. Bêjim ku ezê sed jinê xilas bikim lê ez ê di nav civakê de guhertinek çawa bidim çêkirin û pergaleke bi felsefeya İlmî bidin rûniştandin ew girînge. Pêwîste ku ez berê pergalê bidim guhartin di zihniyette guhertinên cewherî bidim çêkirin. Nêzîkatiyek hîn kûr û hîn bi wate bidim nîşandan. Nêzîkatiya rêxistina me jî li ser vê bingehî çêdibe. Di bingeh de guhertin û vegûhertine. Teqez ne weke di nava sînorê netewde hetiye tengkirin. Hîn zêde ji rêxisitinê ku li hember pergalê şerkirine an jî ji sosyalîzma helweşiyayî encam girtin, di kesayeta jin de tehlîlê ku jin di çida windakir, di çida wê bikaribe bi serbikeve ev yek gengaze. Kevneşopiya guhartin, tiştên ku hatine diyarkirin derketina dervey wan divê mijara bingehîn a guftugo hêbe. Dîsa armanca sereke zayendiya civakî rizgarkirin be. Diyardeya namûsê weke diyardeyek sosyolojî nêzîkbûn û kûr bi destgirti nêzîkatiya me ya sereke ye. Ger tenê weke modernîte nêzîk bibe di milê cinsî de ketina têkiliye û dîsa di milê cinsî de azadî bi destxistin tu carî azadî nîne û ne gengaze. Ger bi vî rengî fikrandin çêbe ev yek çewtiye û ne raste. Bi namûsiya rastî xwedî derketina takekes li nirxên xwe yê bingehîne û azadiya xwe ye. Yek bûna cewher û axaftinê, ji nirxê jiyanê ji jiyanê re rêzgirtina wê ye. Pir eşkereye  ku di Rojhilata Navîn de jin ji jiyanê hatiye dûrxisitin hebûnên wê yên bedew hatine dizîn. Hezkirin ji bo jinê bi mirinê re bûye yek. Ji ber vê yekê divê ku jin ji bo xwe qadê jiyanê ên nû û fere veke. Dîsa qadên nîqaşkirina pirsgirêkan avabike û bi cesaret pirsgirêkên xwe niqaşbike bi destbixe.  Bîrdoziya azadiyê ya rêber Apo ji bo jinê qadên jiyanê yên nû afirandin û hîma ku çawa jin tekoşîn bike jî ravekir. Çiya tevî zehmetiyên xwe her bostek axa wê mekana azadbûn û xwe naskirinê ye. Çiya her henasekî wêna Qadên ku destê pergalê nagihijên û starin. Mirov dikane bêje ku qadên çiyan ji bo ku mirov li nasnameya xwe xwedî derkeve wê demê tê watê ku xwedî li namûsa xwe derdikevin.
Bi navê tiştên pîroz û azadiyê gelek nirx tên binpêkirin bi namûs bûn carekdin ev avkirin e.

 Ji bo rastiyê têkoşîn analîlzkirine û dana meşandi ne. Tişta herî biromet û binamûs divê ku ev avkirina ji nûve lêkirina mejuyê azade.  Weke berpirsên dirokê, jin di nav pergalê de bê rêxisitinbûna jin bi çi hicetê di be bila bibe ev tê wateya mirina diroka jin bixwe. Tenzîmkirin tê wateya jiyan, kêfxweşî û serkeftinên malbata mirovahiyê. Jin çiqas xwe birêxistinbike ewqas jî bi hêzin û xwedan biryarin. Tişta girîng ew e ku jin biryara ku bigre derbasî jiyanê bike. Di vê mijarê de mezin biçûk, bi wate bê wate neketina cidîyeta kar û biryargirtinên ne gengaze ku xwe ji têgiha paşverû rizgarbike. Berya hemû tiştî bibawerî çûna ser kar û bi cidîyet nêzîkî pisgirêkê bûyin girînge. Ji bûna vana di hemû alîyan de, di aliyê giyanî, manewî û di milê fîzîk jî de pêwîste ku em bibin yek. Ya giring ewe ku em bikaribin çalakbin û vê pêşbixin. Divê ku jin jiyanê ji bo xwe vegerîne çalekiyê û bi wê armancê tekûşînbike. Ji ber ku pergal pir rêxistinkiriye, xwe gîhandiye hemû qadên jiyanê. Li hember vê pêwîste ku em hîn zêde vegerin dîroka xwe û bi awayekî pir kûr lêkolînbikin. Niha jin mîna avê herikîye  hemû qadên jiyanê ye, xwe gîhandina her qadekê, ne hindike lê divê ku mirov ji bo bilindkirina vê şîara hertişt ji bo azadiyê, her roj û her henase ji bo azadkirina malbata mirovahiyê be. Tenê jin dikarin cîhanê rizgarbikin. Yanî jina azad cîhana azad de û heta jin azad nebe cîhan jî azad nabe. Mifteya vekirina herikîna aqilê selîm jin bi xweye û jin navenda jiyînê ye….

 

Nergiz can