* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


         Jİ BO BAZÊN KURDISTANÊ

BAZEN KURDISTANEDi hemû şaristaniyê de hinek rastî û nirx hene ku ji bo hemû gelan di heman wate ye de ne. Lê dema pirsa çawa û bi çi, tê kirin divê di dîrokê de bingehê rastiya gelan û armanca têkoşîna wan û jêdera nirxan bê zanîn. Paşeroj li ser van têgînan tê avakirin. Kêm zêde yên gelên din tê zanîn. Ya girîng ew e ku em hinek xwe dest bigrin. Ango Kurd….

Destpêka şaristaniyê heya niha gelê Kurd di nav rastiya têkoşîn û berxwedanê de dijî. Çawa ku pîr û kalên me zarokên paşerojê ne, îro jî hêza ronîkirina pêşeroja me ne. Ev dide diyarkirin her zarokek bi qasî ku berxa/ê li ber singa dayîka xwe û delalê li ber dilê bavê xwe ye, li ser esasê girêdan û parazvanê nirxên civakî jî tê mezinkirin ji bibe pêşengê pêşeroj ê. Ev rêgezê hemû dayîk û bava ê mezinkirina zaroka ne. Bav dibêje; “ lawê min tu carî ne bêbextiyê bike ne jî bêbextiyê bipejirî ne, her tim parazvanê welatê xwe be ku tu Egîdî bê nasîn.” Her wiha ji temenê zaroktî ve rêgezên jiyanê bi Egîdî têne danasîn. Dayîkên delal jî lorîna diqêrin û dibêjin; “ berxê/a min bîna min pir bikêşîne, da ku tu bêhna axê jibîra nekî. Min baş guhdar bike da ku tu baş fêrî zimanê xwe bibî. Ne bêhin û ne jî hemêza min qet jibîra neke da ku ez te efu bikim.” Her zarokek Kurd li ser vê rastiyê û cewherî tê mezinkirin, ku pêşeroj ya dayîk û bavan be. Da ku çavên wan li paş nemîn e û zarokên wan di nav başî û aramiyê de bijîn. Zarokên ku bi vî hizrî ve  mezin dibin û têdigihijin di têkoşîna gelan de, bi çi ferasetê tên vegotin. An jî çawa hebûna xwe bi awayek zelal datînin holê. Zarokên ku di ciwantiya xwe de bersivek di cih de û rasteqîn diyar neke, diyare bêje ku wî/ê baş li lorîka dayîka xwe guhdar nekiriye û di nav tarîtiya bêbextî de fetisî ye.

Belê, ez dibêjim em bi hev re bersiva van her du pirsan bidin wê baştir be. Her ciwanek, an jî zarokek pirsên me bixwîne, bal bide ser û hewl bide ku tevlî lêkolîna me bibe, em ê gelekî bextewar bibin ku wê kelecana me ya di nav lêgerîna rastiya gerdûna mirov de kurtir û rakêşwertir bibe. Tevlîbûna her ciwanekê/î ji gotûbêjên me re hêzek mezin dide lêgerîna me. Ev jî bîr û baweriya serkeftina vegera ji nirxên dayîka azad re ye. Gelo, kê/î dikare bêje ku ez dayîka xwe nasnakim û heznakim? Ez bersiva vê pirsê jî ji we ciwanê me yê hêja re dihêlim. Mirovê van peyvan bi lêv dike ma dikare bêje ez dijîm an jî, ji jiyan ê hez dikim? Ez dibêjim na!… Lê ya girîng ew e ku hûn çi dibêjin. Her mirov di hemêza dayîkê de fêrî hezkirinê dibe, hîs dike û di hest û ramanê xwe de bi cîh dike, dijî û dide jiyan kirin. Her wiha em hemû jî dizanîn her mirov li ser destê dayîkê fêrî gava jiyanê ya yekemîn dibe û bi hestên dayîkê dest bi hizrandinê dike. Ji ber vê berî her tiştî û her kesî divê yên ku zarokên civakê ne, pêşengê azadiyê ne û enerjiya jiyanê ne ciwan bibin parazvanê jiyan û nirxên dayîka bi rûmet… Lewma berî her tiştî pêwîste ciwanên Kurd fêrî çend xalên bingehîn bibin.

1-     Bizanibin xwedî li xwe derbikevin û fêrî parastina cewherî bibin.

2-     Çand û zimanê xwe parastin û bi her awayî û li her derî ji bo fermîkirina ziman  bibin xwedî hewldanek bê hempa.

3-     Li hember hemû polîtîkayên dewleta Tirk yê ji bo pişaftina (asimilasiyona) zimanê kurdî  divê her ciwanek Kurd gelek hişyar be û  xwedî helwestek tund be. Li gorî vêna jî divê xwedî alternatîfek çareseriya pêşxistina zimanê Kurdî be. Ji bo vê jî divê berî her tiştî ciwanê Kurd xwe bi xwe mamoste û pêşengê xwe yê zimanê Kurdî avabikin ku dijmin nekari be dest bavêje nirxê me yê herî girîng zimanê me.

4-     Di hemû qadên sivîl de bikaribin pêşengtiya çalakiyên demokratîk bikin.

Hemû warên ku gelê Kurd lê hene ger li ser van bingehan tevbigerin em bawerin ku kes nikare pêşiya têkoşîna azadiya ciwana bigre. Ji ber ku tişta herî zêde dijminê me jê ditirse hêz, enerjî, bîr û baweriya ciwana ya têkoşîna berxwedanê ye. Eger îro li Kurdistanê û li hemû warên ku Kurd lê dijîn serkeftina berxwedanek bê hempa rû daye, ev jî hêz û vîna ciwanê Kurd ya ji evîna azadiyê re dide nîşandan. Kesekî qasî ciwanê Kurd azadî ji nêz ve hîs nekiriye. Ji ber vê jî bedelê herî giran jî ciwanê me da ne bêgumane ku di asta herî bilind de fedekariyek gelekî mezin raber kirine. Tu cararî û ti demî xwe bi paş ve nedane. Em di wê baweriyê de ne ku wê ji vir şûn ve jî pêşengtiya ciwanê Kurd yê serfîraz ji her demî zêdetir xwe bide nîşan. Bi taybetî, di hemû sazî, malbat, wargeh, dibistan, gund û bajaran de li ser pêşxistina zimanê Kurdî sekinandin erkê her ciwanekî yê sereke ye.

Werin em hemû bi hev re doza mamoste Medya bi serbixin, em li hember polîtîkayên dijmin bi înat hevalbendiya xwe bi mamoste Medya re bi kiryarên (piratîka) xwe ve bidin nîşandan. Dema mamoste Medya got; “eger hûn hemû di mala xwe de bi Kurdî biaxiviyan wê doz li min nehatibûya vekirin” ev nêrîn di rastiya xwe de ji bo me tevan rexneyek gelekî giran e. Wijdan û rûmeta kîjan ciwanî dest dide ku em xwîşka xwe ya biçûk û mamosteya xwe ya hêja di destê dijmin de bihêlin. Ji ber vê, ev rastî derdikeve beramberî me, li zimanê xwe û hemû pêşeng û xebatkarê ziman xwedî derketin, li nirx û namûsa xwe xwedî derketine.

Herî dawiyê Rêber APO got; “ziman beden e. Erdnîgarî beden e. Çand beden e. Li bedena xwe xwedî derbikevin” werin em bi hev re vê felsefê bikin feraseta xwe ya jiyana azad. Em bi hev re li bedena xwe xwedî derbikevin, biparêzin û destê ku dirêjî bibin em bi hev re bişkînin. Dema ku me ev bi serxist kes nikare li pêşiya azadiya gelê Kurd û Rêber APO bigire. Ev ê ji me re bibe rêgezek jiyanê yê herî bingehîn.

Bi vê feraseta jiyana azad ve her şad û bextewar bin ciwanên hêja û canfeda!…..                                                           

 

 

Fereşîn CUDÎ