|
Serkaniya tevahî
nirxên civakî civaka neolîtîk e. Civaka neolîtik
civaka şoreşan e. Civakekî bi temamî exlaqî ye.
Civak li ba hev e, perçe nebûye, çînayetî
çênebûye. Ji mirovahiyê dûr neketiye. Li wir hîn
serdest û bindest nînin.
Di civaka
neolîtîk de bi qasê şoreşa ziman, çandinî û gund,
di mijara huner de jî şoreş pêkhatiye. Çavkaniya
fîgûr û wêneyên yekem ên hêsan, awaz û vegotinên
yekem û peykerên yekem jî civaka neolîtîk e. Li
cihê ku exlaq têk neçûbe, kesayet perçe nebibe
huner dibe nirxê hevgirtinê û dibe malê civakê.
Raveya herî bedew a danehevan e. Karê mirovahiyê
ye.
Di civakên
dewletparêz ên ku em ji wan re dibêjin şaristanî
de çawa ku mîtolojî bûye malê dewletê û çîroka
tîran û rahîban vegotibe, huner jî kirine malê
dewletê. Fîgûrên xwedayan û yê rêvebirên
dewletan bi hevre xêzkirine. Zayenda peykeran
hatine guhertin. Di xîtabetê de û di xapandin û
îqna kirinê de rolên giring lîstine. Mîmarî jî
êdî bûye pêşandana mirina mirovan; ji bo
zîguratan, pîramîdan, Nemrût û Fîrawûnan bi deh
hezaran mirov hatine binaxkirin. Di perestinan
de mûzîk tê bikaranîn. Hunera ku civakê dijîne
bûye belayê serê civakê. Ji bo bişavtin,
helandin, xelitandin û dagirkirina dil û mejiyê
mirovan huner pir alî hatiye bikaranîn û ketiye
bin xizmeta sazûmana dewletparêz. Kesên huner
dikirin jî bûn dewletparêz. Lê belê ev yek nayê
wê wateyê ku tu kesî/ê ji bo civaka exlaqî û ji
bo azadiyê huner pêşnexist. Ev yek jî rastiye ku
her ku şaristanî mezinbû û belavbû di huner de
jî qadekî deshiladariyê hate avakirin.
Di kapîtalîzmê
de jî ev yek gehişte simtê. Kirêtî hate
serwerkirin. Êdî huner can dide. Bi rêya huner
derbe li huner didin. Tiştên bi rêya sînema,
mûzîk, şano, wêne û wêje tên kirin li holêne.
Êdî fermandarê hunermend pereye. Ji wî ferman
digre, ji bo wî dijî û diafirîne. Êdî dîn û îman
bûne pere. Manewiyat miriye. Hunera cihana madî
cîhana manewî dixeniqîne. Êdî civak ji ber vê
nikare henase bigre.
Li Kurdistanê
rewş erjengtir e. Demek dirêr li Kurdistanê
rolekî dogma û tevgera dagirkeriyê dane huner.
Bû zimanê şîrîn yê tîjî jehr a polîtîkayên înkar
û tunekirinê. Xwestin bi rêya bişavtinê,
Tirkkirin, Fars û Erepkirinê çanda Kurd qetl
bikin. ev jî ne bes bû xwestin em bibin evîndarê
qatilên xwe. Xwestin bi arabeskê, bi çanda
popûler û ya dagirker û serdest jiyanê li gelê
me heram bikin.
Di naverastek
wisa de tevgera Azadiya Kurd derket. Di bin
pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de
vejîna jiyana azad û çanda azad hate jiyandin.
Bi berxwedaneke mezin mirovê bikare hunerê bike
û welatê ku bikare lê huner bêkirin hate
afirandin. Dewlet ji vê mirov û welatê azad aciz
in. Dixwazin tune bikin. li gel êrîşên leşkerî û
siyasî divê em êrîşên wan ên di bin qilifê huner
de dikin jî bibînin. Di serî de dewleta Tirk,
tevahî dewletên dagirker van êrîşan dikin û
dixwazin li Kurdistanê de hunerê bikin
dewletparêz. Tişta ku nekarîn bi qetilkirina
fîzîkî bikin dixwazin bi valakirina giyanan, bi
kirîn û firohtinê pêkbînin.
Tê zanîn ka
dixwazin bi rêya Tv, sînema, mûzîkê li
Kurdistanê çi bikin. li xebatên hunerî yên salên
dawî binerin; diyar dike ku tev jî ji navendekî
tên kirin, behremê heman ferasetêne, li dijî
sekna azadiyêne. Eşkere li holêye ka ev behrem
ji aşa kî re avê dikêşin. Heye ku huner û
hunermendê herî zêde bûye malê gel di bin destê
dewletê de be. Ji ber ku cihên talîmat lê tên
wergirtin, saziyên ku jêre leşkerî tê kirin
diyar in. Dewlet dixwaze van li gorê kiryarên
xwe bikarbîne. Herî zêde jî wê bixwaze van
tiştan bi rêya hunermendên Kurd bike. Çawa ku di
roja me de bi destê huner li huner dixin heman
awayî dixwazin bi Kurdîniyê li Kurdê azad bixin.
Hewldidin her
kesî/ê bikêşin nava vê plana tunekirinê. Tevahî
cîhan girtin pişt xwe û her kes xapandin lê
nekarîn tenê Kurdan bixapînin. Wer bawer kirine
ku wê Kurdan jî bi vê riyê bixapînin. Bêyî ku
şerm bikin hew maye ku bêjin di bin navê
vekirinan de operasyona Kurdan ji PKK’ê
veqetînin pêktînin. Hunermend û rewşenbîran jî
bigrin pişt xwe û bikarin bêjin ku sedemê vê
birçîbûn xizaniyê PKK’ye wer bawer dikin ku wê
pirsgirêka Kurd çareser bibe.
Divê mirov vê
yekê bêje; dema ku tevahî cîhanê piştgiriya
Qralê Fransa dikir şoreşa Fransiz pêk hat û dema
ku dixwestin Çariya Rûs li ser lingan bigrin
şoreşa Sovyet mohra xwe li dîrokê da. Tekoşîna
azadiyê ya di bin pêşengiya Rêber Apo de tê
meşandin jî nirxekî mezin afirandiye. Di
pêşengiya şoreşa Kurd de şoreşa Rojhilata Navîn
jî di asoyê de diyar dike û nêzîk e. Helbet divê
hunermend û siyasetvanên şoreşek wiha jî mezin
bifikirin û karên mezin bikin. Li her qadê bi
berxwedaneke birûmet dikare çareseriyek
demokratîk pêk were û bi vî awayî dikarin
bigehijin azadiya ku hezaran sale hesreta wî tê
kêşan.
An jî bi
hunermendî û siyasetvaniya dewletê cihê ku herî
dawî mirov biçe cem feraseta înkar û tunekirinê
ya kapîtalîzmê û tenekeya guhûr a şaristaniya
dewlerparêz e.
Ronî Ekîn
|