* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


 Hîroşimayên Kurdan jî hene!

Sedeya 20’ê bi herikîna xwînê derbas bû. Her kes digot ez ê bibim desthilatê cîhanê. Ji ber wê jî bi milyonan mirov bûn qûrbanê bengiya destilatdariyê. Japoyan jî alîgirek ê Cenga Cîhanê ya II. bû. DYE dawiya cengê ango sala 1945’ê bombe avêt bajarên Japonya Hîroşima û Negazakî. Nêzî 140 kes jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî bombeya atomê cara yekemîn li ser gelê Japon hat bikaranîn. Lê ew ên bombeya atom li ser japonan ceribandine, vê carê çekên kimyewî, bi destê rejîma Baas li ser kurdan dan ceribandin.

9 û 10’ê Tebaxê 65. salvegera komkujiya Hîroşima û Negazakî bû. DYE ya ku komkujiyê bi serê gelê Japon anî, jibo bîranîna komkujiyê nûnerê xwe yê taybet dişîne Hîroşima û Negazakî. Her wiha sekreterê giştî yê NY Ban Kî Moon jî di 9’ê Tebaxê de li Hîroşimayê bû û got: “Divê cîhan hemû ji bo ji holê rakirina çekên nûkleer di nava hevkariyê de be”. Japonya dixwaze DYE lêborîna xwe ji Japonyayê bixwaze.

CÛDAHIYA GELÊ JAPON Û KURDAN

Lê Japonya di dema komkujiyê de aliyek girîng ê şer bû. Bi vî awayî navê gelê japon “bi komkujiyên Hîroşima û Negazakî” li rûpelên dîrokê hat nivîsandin. Di sedeya 20’ê de çarenûsa gelê japon û kurdan hema bêje heman bû. Lê dîsa jî cêwaziyek pir mezin hebû. Japonya aliyek xurt ê Cenga Cîhanê ya II. bû. Her wiha welatek dagirker bû. Bi deh hezaran gelê Japon, bû qûrbanê vê bengiya desthilatdarî û dagirkeriya Japonyayê. Di vî warî de welatê kurdan di bin dagirkeriyê de bû. Kurdan ji destpêka dîrokê heta niha welatê kesekî dagir nekiriye.

DEWLETA TIRK BI KOMKUJIYA DÊRSIMÊ GEF LI KURDAN XWAR

Kurd jî di sedeya 20’ê de bi dehan komkujiyan re rû bi rû man. Bi deh hezaran kurd hatin kuştin. Hîn kesek nizane gorên wana jî li kî derêne. Komkujiya Dêrsimê ya di dema serhildana Seyîd Riza de, bi deh hezaran Kurd hatin windakirin, hîn niha jî kes tam nizane çi bi serê Kurdan de hatiye. Heta niha jî dema kesek li Tirkiye behsa vê komkujiyê bike dikeve ber lêpirsînan û têne girtin. Heta niha jî rayedarên dewletê, nûnerên partiyên siyasî, siyasetmedar û heta bi dehan dîrokzanên Tirk behsa vê komkujiyê nekiriye û rastiya ev komkujî di kûrahiya dîrokê de maye. Vê dawiyê jî, zihniyeta dewletê bi devê parlementerê CHP ya bêhna komkujî û xwînê ji nefesa wê tê, bi komkujiya Dêrsimê, bidarvekirina Seyîd Riza û Şêx Seîd gef li Kurdan xwar.

Kurdan ne tenê li Dêrsimê, li Agirî, Amed û Başûrê Kurdistanê jî bi komkujiyan re rû bi rû ma. Kurd piştî her serhildanek biçûk bi komkujiyan re rû bi rû diman.

MIROV NIKARE HÎROŞIMA Û HELEPÇEYÊ JI HEV CÛDA BIKE

Mirov nikare ciyawazî bixe navbeyna Hîroşima û Helepçeyê. Trajediya di wêneyên Helepçeyê de heta niha jî li tu deverên cîhanê nehatiye dîtîn. Di dema bombe dibarînin ser Helepçeyê, di wêneyek de bavek xwe diavêje ser zarokekî. Ev wêne her tim nûneriya rûreşiya mirovahiyê dike û wê bike. Heta niha jî birîna Helepçeyê germ e û xwîn jê tê.

KESEK NIZANE ÇI BI SERÊ 20 HEZAR KURDÊN FEYLÎ HAT

Her wiha, dîsa li Başûrê Kurdistanê bi deh hezaran kurd bûn qûrbanê Enfalê. Bi deh hezaran Kurdên Feylî hatin binaxkirin. 30 sal ji beriya niha dertixubkirin û kuştina Kurdên Feylî dest pê kir. Ji sala 1980’ê heta 1990 tu kes nizane çi bi sere 20 hezar Kurdên Feylî hatiye û heya niha çarenûsa wan nediyar e. Li Iraqê piştî sala 2003’ê her çendî gelek komegor hatine dîtin, heta niha tu kes nizane çi bi serê 20 hezar Kurdên Feylî hat. Hinek dîrokzanên Kurd dibêjin rejîma Baas ji berî ku çekên kîmyawî li ser Helepçeyê bi kar bîne, li ser kurdên Feylî bi kar aniye û bi vî awayî wana ji holê rakiriye. Heta niha tu kesê gorên wan jî nedîtiye.

ÇEKÊN LI SER KURDAN BI KAR ANÎN YÊ KÊ BÛN?

Heta niha kesek nizane çend hezar Kurd di komkujiyên li Başûrê Kurdistanê de hatiye kuştin. Mirov dikare bêje ji 200 hezaran zêdetir e. Her wiha hîn tu kes, parêzvanên mafê mirovan, rêxistinên navnetewî behsa komkujiya kurdan nekiriye. Çekên ku rejîma Baas li ser Kurdan bi kar aniye, bi xwe yên welatên rojava bû.

Ev komkujî û qirkirinên fîzîkî yên di sedeya 20’ê de bi serê kurdan de hatîn, heta xwe gihand destpêka sedeya 21’ê. Bi deh hezaran kurd li Bakûrê Kurdistanê bûn qûrbanê faîlên kiryarên wan nediyar. Dema Kurd bi komkujiyên fîzîkî neqediyan, dest avêtin qirkirinên siyasî û çandî.

Lê kesek heta niha behsa komkujî û qirkirinên kurdan nekiriye. Heta niha tu nûnerên NY nehatiye serdana Helepçe û Dêrsimê. SILÊMANÎ - ANF