|
HEYDER ŞIRNEX
Me Ji Fermandarên HPG’ê DERSIM NURHAK salvegera
damezirandina PKK’ê pirskir.
PIRS:
Di 31.salvegera damezirandina PKK’dê bi taybet
piştî Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Öcalan
guhertina stratejîk diyarkir PKK kete nava
guhertin û veguhertinekî çawa?
PKK di derketina
destpêkê heya roja iro wek alternatif(bersiv)a
pergala kapîtalîst derket holê.Her çiqas
sosyalîzm stratejî diyarkir,ji bo gelê Kurd û
azadiyek dabe pêş xwe jî di cewher de ji bo
Anatoliya û ji bo Rojhilatanavîn de li hemberî
pergalên serdest dibû alternatîfek.Tevgera PKK
ev alternatîfbûna xwe di salên 90’d.e di nav
gelê Kurd’de zindîbûnek çêkir.Serhildanê ku
derketin ev alternatîfbûn mîsoger kir.Reel
sosyalizm bi navê sosyalizmê bi rêket pergala
wê têk çû lê PKK gihaşt asta xwe a herî jor.Li
dijî pergalê tekoşîna herî mezin
raberkir.Pergalê xwest ku xwe di nav nûbûnekî de
derbas bike.Bloqek tek çû bloqa din xwest xwe li
ser cîhanê ferz bike.Wê demê hebûna PKK û hebûna
Rêber APO ji hember pergalê wek astengiyek
bû.Alternatifabuna PKK ji bo gelan bu sedemê
moral û coşekî mezin.Bi taybet di salên 94-95 de
li ser Serokatî û PKK weke destpêkê êrîşên mezin
çêbûn.Di van salan de êrîş pir zêde bûn.Di
guhartina wê demê a di siyaseta cîhanê de
Serokatî jî dixwest tevgerê di nav guhertinê de
derbas bike.Lê êrîşên ji devre de ji ve re rê
venekir.Carna weke salên 93-95 û heya sala 98 jî
hewildanên Serokatî çêbûn jî hêzên dijmin
fersend ji vê re nedan.Nehiştin ku PKK li gorî
şert û mercên heyî bide guhertin.Wan famkiri bû
ku ger PKK van guhertina çê bike wê demê ewê
nekarin li dijî PKK rawestin.Komploya navnetewî
ku li ser Serok APO pêk hat bi vê armancê pêk
hat.Rêber Apo di nava civakan de felsefeyek nû
avakirî bû ji ber vê êrîşî wî kirin.Gelê Kurd ku
bê vîn bû PKK ew gel bi vîn û bawerî kir.PKK bi
hezaran şehîd dan lê bi sedan sazîbûna xwe di
siyaseta rojhilatanavîn de bû xwedî cihek
giring.Ev ji bo gelê Kurd bû şoreşek mezin.Lê
pergalê xwest vê şoreşê têk bibe.Çawa ku di şerê
yekemînê cîhanê de Kurdistan kir çar parçe û ji
xwe bikaranî disa xwest wusa bike.Pergalê henek
noker ji xwe re peyda kir û xwest hertim gelê
Kurd ji xwe re bikarbîne.Xwestin ve polîtîkaya
xwe berdewam bike ji bo vê êrîş li ser Rêber APO
û tevgera azadî kir.Gotinên serokatî kû di
balafirê de anîn ziman û dema hate girtin
destpêkê ji rayedarên dewleta Tirk’re gotin.Dîsa
piştî berxwedana gel û PKK kir û parêzerên
serokati dema diçûn hevdîtinê de anî ziman de
henek peyam şandin.Serokatî di van peyamanda
digot pêwîste pêşîlêgirtina êrîşên fiziki bên
girtin.PKK li hemberî van êrîşên fiziki rawestî
û sekinandin.Demek şûnda jî Rêber APO li hemberî
komplo guhertina stratejik esas girt.Rêbertî dît
ku ger em rê û rêbazên nû li dijî ve komplo ne
rawestin dibe ku tunebûn pêşbikevî.Serokatî
ewilî tunebûna fîzikî ji holê rakir.Piştre wek
me di parêznamê wî de jî dît guhertina stratejîk
esas girt.Rêber APO ji civaka neolotîk destgirt
heya zilam û pergala serdest çareser kir.Li
hemberî pergala serdest alternatîfa civaka
komînal diyarkir.Ew civaka ku mirov mirovbûna
xwe naskir ew civak bi hemdemî kir.Ev civak bi
pir rengan li hemberî serdestiyê rabûye.Carna
rengê eşîran carna rengê netew rabûye.Carna wek
serhildana jin rabûye.Her ku berxwedaye ew
nirxên komînal heya roja me a îro aniye.PKK jî
bi van nirxan dest bi tekoşînê kir.PKK ji nav
civakê derket.Li hemberî desthilatdaran
alternatîf civak bi xwe ye.Serokatî deh sale
stratejiyek nû da pêşiya me û ev deh salên em
xwe di vê stratejiyê de kûr dikin.Rêbertiya me
ji sala 1993’ê heya niha pêvajoyek aştî
destpêkirî.Di sala 1999’de du komên aştî şandin
Tirkiyê û vê dema dawîn li ser bangawaziya
Rêbertiya me komên aştiyê çûn Tirkiyê.Gelê me
komên aştiyê ji Silopî heya Amedê bi milyonan
pêşwazîkirin.Vaya hêza Rêbertiya me û PKK’ê
raxist ber çavê hemû cîhanê.Yek ji sedemek vê yê
bingehîn jî guhertina stratejiyê bû.Ji bo demên
pêş jî em li ser vê stratejiyê bimeşin sedi sed
emê bi serbikevin.
PIRS:
Tevgera azadiya Kurd wê di vê pêvajoyê şunda li
hember pêvajoyê çawa tevbigere?Hûnê rêkin çawa
bişopînin?
Di tekoşîna me a
36 salan de me polîtîkayên dewleta Tirk qederekî
deşîfre kir û me dewleta Tirk têk bir.Ger îro
pirsgirêka Kurd tînin ziman,bi navê reforman
pengavan davêjin(gavên çav boyaxkirinê ne)wer
xuya ye hemû derewin.Eger berê yekê ji dewleta
Tirk re bigota “Wê rojek bê tê van pêngavan
bavêjî”dewleta Tirk ew di axa xwe de derbas
nedikir.Tu kesî bawernedikir ku rojek wê ev
nîqaşan li Tirkiyê pêş biketana.Eger heneka
gotiba wê Tirkiye rojek neçarî van nîqaşan bike
wê Dewleta Tirk ew bi cûdaxwazî teombar
kiriba.Lê roja îro li Tirkiyê herkes li ser
mijara çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaşan
dike.Dewlet bi xwe van gotinan bikartîne.Van
tiştan hemû berhemên tekoşîna me ne.Dewlet îro
tengav bûye dixwaze gavan bavêje sedemê vê
bingehîn asta ku tekoşîna me gehiştiyê diyar
dike.Mirov temaşe dike ku mexsedê dewletê ne
çareserî li cihê vê tûnekiraina tevgera azadiyê
ye.Dewlet pêwiste dev ji van politikayên eşkere
bûne devjêberde.Dewlet bi riya çapemeniya şerê
taybet digot me rewşa Rêberê Gelê Kurd û şertên
wî hê baştir kirine lê xuya ye ku hê xiraptir
kirine.Xastin bi propaganda “Emê şertên Öcalan
başdikin”da
Kurdan bi
xapînin.Lê gelê Kurd di vê derbarê de hişyare.Em
wek tevger nikarin çavê xwe ji vê rewşê re
bigirin.Eger şertên Serokatî de çi guhertin nebe
di polîtîkaya tunekirin de berdewam bikin;Emê jî
xwe ji bo şerekî parastina rewa re amade
bikin.Ji ber ku dewlet ji me re tu rêyek din
nahêle.Ji bo vê em ji bo Rêbertî û gelê xwe li
ser bingehê parastina rewa bi parêzên emê her
cûre amadekariyan bikin.
Li gorî we di nava hêzên gerilla de Gazî xwedî
çi erkin?Gaziyek ji bo vê şoreşê tê çi
wateyê.?Bi wesîla 27’ê Mijdar’ê peyamên we ji bo
Gaziyan çine?
Rêber APO digot
“PKK partiya şehîdan e”.Di nava tevgerê de li
pêşî herkesî pêwîste hevalên gazî hêjayî şehîdên
qehreman bibin.Her şervanekî ku tevlî nava refên
HPG bû li ser bingehê felsefa Rêber APO tevlî
dibe.Di nava vê felsefê de her hevalek dizanî ku
di şoreşê de fedakariyên mezin pêwîst dikin.Di
nava şoreşê de bi rengekî berçav ên ku fedakarî
dikin hevalên gazî ne.Ên ku ji laşê xwe parçek
fedayî şoreşê kirin bêgûman hevalên gazî
bûn.Vaya eşkere û berçave.Gaziyên şoreşa PKK
naşibin tu gaziyên cîhanê.Gaziyên dewleta li
hemberî pere ji dewletan re kar dikin.Li
Ewrûpa,Emerîka û Tirkiyê bi vî rengiye.Di van
dewletan de ger yek leşkerek wan parçek ji laşê
xwe ji dest da karê wan bi şer û artêşê
diqedê.Êdî li bendêye ku ka dewlet wê çi bide wî
û wî çawa xwedî bike.Dibêje êdî min berpiryariya
xwe li hemberî dewletê pêk anî êdî dewlet
pêwîste li min xwedî derkeve.Ew felsefe di
tevgera APOCÎ de nîne.Berovajî dewletan hevalên
me yên gazî dema birîndar dibin berpirsyariyê
wan zêdetir dibin.Her çiqas perçek ji laşê xwe
dabe dîsa ji serkeftina tevgerê
berpirsyare.Mînaka Şehîd Dilgeş da;Heval Dilgeş
hevalekî gazî bû di nava HPG’de cihê xwe
digirt.Di xebatên leşkerî de hevalekî erkdar
bû.Di nava şertên dijwar ên çiyayê Kurdistan’ê
de di xeta Rêber APO’de bê sekin dimeşiya.Ev
fedakariyek pir mezine.Hewildanên hevalên gazî
yên sazîbûnê hene.Konferansa 4.a gaziyan pêk
hat.Saziya gaziyên Kurdistan’ê ji rista dikevê
ser milê wê dixwaze bi cih bîne.Hevalên gazî di
nava xebatên HPG’ê da ji bo her hevalekî dibin
sedemên çoş û moralê.Dema hevalên gazî xwe bi
rengekî rêxistinkirî tevli xebatan dike,ev ji bo
rêxistin û ji gaziyan serkeftine.Gazî endamên
HPG’ê ne û encama şerê vê şoreşê ne û rûmetekî
mezinin.Hevalên gazî di warê perwerde û
pêşxistina qada ideolojîk û leşkerî de rista xwe
dilîzin.Dema gaziyên şoreşê tevlî şer dibin ev
ji bo hemû hevalan dibe coşekî pir mezin.Ji ber
gazî parêzvanê xeta APOCÎ’ye.Hevalên gazî
pêwîste zêdetir hewceyên partî pêk bînin.Yekî
herkesî pêhtir nirxê şoreşê pêş bixe û biparêze
hevalên gazî ne.Xebata hevalên gazî xebatekî
pîroze.Me di konferansa HPG’ê de li ser hevalên
gazî nîqaş meşandin.Ka emê hevalên gazî çawa hê
çalaktir bikin em li ser van mijaran
rawestan.Dem dema şerê hebûn û tûnebûnê
ye.Hevalên gazî jî di vî şerî de xwedî ristek
mezinin.Li ser van rastiyan di kesayeta hevalên
gazî de em 27’ê Mijdar’ê li SEROK APO û hemû
şehîd û gaziyên şoreşê piroz dikin.
|