* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


  Gerîla û Huner
 

 

  
Beşa-II-

Tevgera me têkîliya huner û deshiladariyê jî dixe ber lêpirsînê, ji ber ku em tevgerekî gel in. Helbet wê hunera me jî ya gel be. Li ba me ya herî zêde tê şermezarkirin û teşîrkirin feraseta hunermendiya ji rastiya gel dûr û qut e. Di hunermendiyê de em ti caran bijartebûnê pesend nakin. Gotinek heye dibêjin; kêm be lê bila cewherî be! Hunera çiya vê yekê temsîl dike. Ji bo me jiyan û hunera hevalên hunermend ên şehît pîvana bingehîn e. Ew her wekî hunera xwe bi jiyana xwe jî bûne nemir. Dîsa di van demên dawî de xebatên hunerî yên li çiyan tên kirin hene. Tenê ne gelê me, mirovên ji gelên dîtir jî guhdariya Şehît Delîla dikin û jê bandor dibin. Bi milyonan mirov strana Oremar dibêjin û govendê digerînin. Fîlma Bêrîtan li ti salona sînemayê de gala xwe nekir lê li Kurdistanê kes nemaye ku seyra vê fîlmê nekiribe. Sedhezaran kes şanoyekî me yê radyoyê guhdar dike. Li gorî xebatên hunerî yên gelên din, xebatên me nû ne. Şerê me yê hunerî pir nû ye. Em ê di vê qadê de ehda hezar salan bitsînin. Divê hunermend bi hêrs bibe, divê li hember vê sîstema antî-demokratîk xwedî pirsgirêk be. Di vê wateyê de, em di hunerde jî alternatîf in û hêvîne.

Gerîla her wekî barana dikeve ser rûyê axê, destpêkek nû ye. Em tevgerek in ku nuneriya çand û hunera mirovahiya nû dikin û me artêşa hunerekî klasîk bihûrandiye. Di vê mijarê de ji bo me bergeha bingehîn dahûrandinên Rêber Apo yên derbarê çand û hunerê de ne. Divê her kes van dahûrandina bixwîne. Yên li dijê me jî dixwînin û dinirxînin. Çima dostên me yên şoreşger û gelên Rojhilata Navîn nexwînin?

Heya salên 70 ê yan di rêjeyek mezin de xwestin çand û hunera Kurdan bikin ya Tirk, Erep û Fars an. Asîmîlasyon, pişaftin, şibandina xwe, ji xwe bûnê derxistin hate sepandin. Tirkbûn bû sedema bexteweriyê, jixwe Erep qewmê necîp bû, Fars bira mezinên hezaran salanbûn, ji lewra ya ji Kurdan re dima jî tenê berxwedan bû.  Di nava rastiyek wiha yê kesayet û netewî ya perçebûyî de, gerîla bi jiyan û hunera xwe bandorek mezin ê yek kirinê afirand. Niha di nava refên gerîla de hevalên ji herçar perçeyên Kurdistanê hene. Hewramî, Soran, Zaza, Kurmanc, Lor û Kelhor hene. Disa rêhevalên Erep, Tirkmen, Laz, Ecem, Fars û Alman hene.  PKK’ê bi qasê ku di nava xwe de yekîtiya neteweyî afirandiye, ew qas jî gerdûnibûnek afirandiye. Hındek komên çepê Tirkan me weke netewperest pênase dikin. Ma gelo agahiya wan heye ka li çiyan çend zimanên cihereng tên axaftin? Bi qasê ku em tevgerekî neteweyîne, ew qas jî em tevgerek jinê û tevgerekî çanî û hunerî ne. Em tevgera azadiyê ne. Li serê çiyan em parastina tevahî Kurdistanê, tevahî mirovahiyê, xwezayê, dîrokê û jiyanê dikin.

Huner û hunermend exlaqî û polîtîk e. Cewherê wî/wê wiha ye. Exlaqîbûna wê/wî ji ber civakê cem hev digre ye. Aliyê wê yê manewî li pêş e. Her awaz, her wêne û her lîsika hatiye afirandin bi qasê ku teyisandina civakê ye, ew qas jî têkariya guhertin û veguhertina civakê dike. Lêgera xweşikbûnê ev e. Lê belê wexta huner û hunermend dibe dewletparêz û ji gel vediqete, wê demê huner jî ji helwest û rexnebûnê dûrdikeve. Li Yewnana antîk û Romayê binêrin; derdê wan tenê ew bû ku bi rêya huner gel diliad bikin û bi dewletê ve girêbidin. Yekî ku hindekî alîgirê gel bû jî rexne dikirin û dixistin bin erdê. Bi beşdarkirina nav sîstema xwe û bi kedîkirinê hestên îsyanê kuh dikirin. Ma qey wateya sedan sehneyên şanoyan û stadyûmên deh hezar kesî ne eşkere ye? Êş û birînên bê tebat ên koletiyê bi huner sax dikirin. Êdî lûtkeya ji pûxteya xwe derketin û tewşkirinan dihat jiyandin. Ji ber vê yekê ji bo gelê Kurd gelparêzî û pêşengiya huner û hunermend xalekî pir jiyanî ye. Tevgerekî alternatîfa jiyana kapîtalist be divê  hunera wî û hunermendên wî jî alternatîfbin. Lê belê ev yel qels e. Jêderka sereke ya zehmetiyên di qada Hunera Şoreşgerî de tê jiyankirin jî ev e. Hem ji bo Kûrdistanê hem jî ji bo Tirkiyê giştî danehevek mezin heye. Ne pir zor e ku mirov bikare van danehevan baş bikarbîne û teşeyekê bide civakê. Bi rêya huner mirov dikare nêzikbûn û hestên nû bafrîne. Nexwe, mîna hunera deshiladaran hunera ku nakokiya serdest û bindestan şilû dike, hestê mêhtînger û deshiladaran yek dike nabe hunera me.  

Ger em weke hunera baş û ya xerap ji hev cihê bikin dibe rastir be. Her wekî bûna xwedî exlaqê baş û ya xerap…

Ekîn Ronî