* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

 

GELO PÊVAJO BER BI KU VE DIÇE?

Dema îro em temaşeyî pêşketinên li bakurê Kurdistanê (Tirkiyê) dikin, em dibînin ku ji nû ve polîtîkayek ya şerê hovane derdikeve pêş. Polîtîkayek ji ya salên 1980’yan xiraptir tê meşandin. Hevdîtinên AKP' ê bi SP (saadet partiyêre), hem bi BBP re hevdîtina çêkirîda, xwestekên xwe yên berdewamkirna şer dubare kirine û ji bo vê planên şirîk dimeşînin. Di van civînande qala duristkirna gurubên pispor yên leşkeran kirye...yanî êdî wê şer gurtir bikin û bi leşkerên pispor şer bidin meşandin... di aliyek dinda jî dixwazin pêşî li siyaset kirna  Kurdan (BDP) bigrin û wek hedef tên nîşakirin.  

Di civîna gel CHP û partiyên din de jî, wê heman tiştan nîqaş bikin. AKP 160 pleyan ziviriye û gihaye siyasetekî ku faşizma HİTLER li Almanya dabû meşandin. Vê dawiyê li ser cenazêyên  gêrîla leyistina wan û bêser û berkirina cenazan ji aliyê hikmûetê ve jî vêyekê bi awayekî ber bi çav dide raxistin ku, ka çawa AKP û artêşa Tirk gihane faşizma HİTLER. Îro  ERDOGAN hitlerê Tirkêyê ye...polîtîkayek Hîtler evqas dirû hebaya Hitler wê hîn jî sax maba... Hîtler jî qasî Erdogan durû nebû. Erdogan her roj maskeyekê yanî ropoşekê diguhare. AKP ji MHP jî faşîsttir e, MHP’ê jî bi rûyê Erdogan bawernekir... Bahçelî jî nikare derewên Erdogan bipejirîne, gelo Kurd wê çawa bi derewên (virên) Erdogan bixapin...

Zanî ku êdî nikare herkesê bixapîne ji bo wê jî Erdogan 160 derecan zivirî ser rastiya xwe, vekirina îmhager û înkarker ku ji bo Kurdan digot, "ev vekirina Kurdane, bila dayik negrîn, pêwîste em tiştekê bêjin dayîkên herdû aliyan, pêwîte êdî Zelîxa û Fatma negrin". Gelo Faşist Erdogan wê bi artêşa pispor rondikên çavên Zelîxa'yê û Fatmayê bide rawestandin, an bi girtin û kuştina zarokên wan? Gelo çend maskeyên rûyê Erdogan hene? Kî dizane? Belku Erdogan bixwe jî hejmara maskeyên xwe nikaribe bihejmêre... Gelo Emîne Erdogan yanî hevsera wî çawa dikare bivî zelamê derewînre jiyanbike...?

Erdogan ji siyasetê derbazî artêşê bûye û karê Başbug jî ji dest wî girtiye û artêşê jî ew rêve dibe... yanî ji siyasetê pitir bi karên leşkerî û şerve mijûle...Rêya siyasetê qut dike û heman darbeya leşkerî ya 12 îlona 1980 yan pêktîne...Erdogan niha behsa referandum û guhartina zagonên destûra bingehîn dike, lê behsa daxistina bendên hilbijartinê nake, behsa negirtina partiyên siyasî û parastina wan nake, behsa naskirina gelê Kurd bi zagonên bingehîn nake...dîsa behsa yek al, yek netew û yek welat dike...Gelo divê çarçovêde ma  çi zagon tên guhatin? Hêj şerim nake dibêje, emê vekirina Kurdan berdewam bikim... TUSİAD'ê (rêxistina civaka sivîl) jî da diyarkirin ku naveroka vê  vekirina kurdan valaye, pêwiste bê dagirtin. Eger  bi şeweyekî zagonî Kurd neyên naskirin wê çawa vekirina Kurdan berdewam bike...dibêje, yek gel heye, ew gel jî gelê Tirke, bi vî awayî her weku gelê Kurd jî wek tiştekê ye (eşyayekêye) li Tirkiyê bi wî çavî nêzîk dibe... Kurdan ji derveyî zagonan û fermiyetê  nasdikin ... dema tê fermiyetê nasnakin... naskirina Kurdan wek cerdevanên demiye (geçici köy kurucusu), dema bixwaze dike cerdevan dema bixwaze çeka wî ji milê wî dike... dewlet û AKP  li gor xwe dileyîze, kurdan muxatab nagirin, tinê dixwezin bixapînin....lê bila jibîr nekin hemû Kurd bi cerdevaniyê qayîlnabin, gelê Kurd dibîne ku di vê pêvajoyê de AKP’ê belku bi şêweyekî eşkere rewşa awarte (olanüstühal) îlan nekiriye, lê bi fêlbaziyekî mezin şert û mercên wê dide meşandin....her roj zindan tejî dibin, her roj şer gurtir dibe, her roj nijadperestiya Tirk pitir tê pêşxistin û her roj maskeyên bixwiyn pirtir li ser şaşeyên tv.'yan diaxivin yên wek Pamukoglu roj bi roj zêde dibin, êdî Bahçelî û MHP pêşwan milyaketin....

Bi kurtasî eger pêvajo bi vî awayî berdewam bike wê Erdogan jî wek Suleyman Demirel û Tansu Çîller di nav rupelên dîroka siyasetêde cihekî xwe yê reş hebe û cihê wan namîne,  wê dawiya wan bê...lê gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê wê roj bi roj hîn bihêztir bibe...xeta berxwedana MAZLUM DOGAN an wê heta dawiyê berdewam bike.

                                                                                                         ABDÎ ACAR