|
|
Şevîn Murad
Bîngol
Endamê
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik
derbarê nîqaşên ‘Xweseriya Demokratîk û
axaftinên rayedarên Tirk de daxuyaniyên girîng
dan. Bayik diyar kir ku nîqaşên ku bên kirin
divê bikevin bin xizmeta çareserkirina
pirsgirêka Kurd. Bayik wiha pêde çû; “Ez vê
komxebatê baş dibînim. Tevgera Azadiya Gelê
Kurd, dixwaze pirsgirêka Kurd bi pêşnûmeya
Xweseriya Demokratîk çareser bike.” Herwiha
Bayik bal kişande ser biryara ‘du-zimanî’ ya
BDP’ê û diyar kir Serfermandariya Tirk ji AKP’ê
hêz girt, lewra gef li BDP’ê xwar”. Bayik got;
“Bi vê pêşnûmeyê KCD dixwaze li Tirkiyeyê
demokrasiyê pêş bixe. Eger li ser bingehê
xweseriya demokratîk pirsgirêka Kurd were
çareserkirin, ev yek wê ne tenê li Kurdistanê
civakek demokratîk pêş bixe, wê li Tirkiyeyê jî
civakek demokratîk derxe holê.”
Cemîl Bayik got;
“Li Amedê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) kom
bû, nîqaş kir û gihîşt hinek encaman. Ev girîng
e. Mîrov dikare bêje kongreyeke wisa dereng jî
hatiye li darxistin. Divê KCD van civînan
zêdetir pêş bixe. Divê ku him aliyê Kurd him jî
aliyê Tirk tevlî van civînan bike. Çiqas
tevlibûn çêbibe ewqas encamên baş wê derbikevin
holê. Ji ber ku ev nîqaş li ser xweseriya
demokrat çî ye? Divê ku çawa were fêmkirin?
Mirov çawa dikare fêm bike? Pirsgirêka Kurd çawa
li ser bingeha xweseriya demokratîk çareser bibe?
Divê ku bersiva van pirsan bide. Ew dîtinên
berovajî, çewt, nebaş û yên kêm divê hemû bi van
nîqaşan ji holê werin rakirin. Nîqaşên ku bên
kirin divê ku bikeve di bin xizmeta
çareserkirina pirsgirêka Kurd de. Ji bo vê, ez
vê komxebatê baş dibînim”.
PKK dixwaze
pirsgirêkê bi Xweseriya Demokratîk çareser bike
Endamê
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik
axaftinên xwe wiha domand; “Tê zanîn ku Tevgera
Azadiya Kurd PKK, dixwaze pirsgirêka Kurd bi
pêşnûmeya Xweseriya Demokratîk çareser bike. Ji
bo vê têkoşîn dike. Bi vê pêşnûmeyê jî dixwaze
li Tirkiyeyê demokrasiyê pêş bixe. Eger li ser
bingehê xweseriya demokratîk pirsgirêka Kurd
were çareserkirin, ev ne tenê li Kurdistanê
civakek demokratîk pêş bixîne, li Tirkiyeyê jî
civakek demokratîk derxine holê. Ev di siyaseta
Tirkiyeyê de jî demokratîkbûnê pêş bixe, di
pergala komara Tirkiyeyê de jî guhartinan çêbike.
Li şûna dewleta olîgarşîk, dewletek demokratîk
derxe holê. Wê ev yek bandora xwe li ser
Rojhilata Navîn jî bike. Wê li Rojhilata Navîn
jî xizmeta demokrasiyê bike. Divê ku mirov wisa
nêzîkî vê pirsgirêkê bibe”.
Bayik got; “Niha
pirsgirêka Kurd dîrokî, civakî û siyasî bi her
alî ve çareseriyê ferz dike. Pirsgirêk gîhîştîye
vê qonaxê. Divê ku ev pirsgirêk, bi pêşnûmeya
xweseriya demokratîk çareser bibe. Berjewendiyê
Kurd, Tirk û hemû gelê heremê jî vê dixwaze. Li
derveyê vê pirsgirêka Kurd çareserkirin ne rast
e. Ya rast bi xweseriya demokratîk çareserkirin
e. Niha Tevgera Azadiya Kurdistanê ev bingeh û
derfet afirandiye. Gelê Kurd bi her awayê
amadeye û li ser vê bingehê çareserkirina
pirsgirêka Kurd jî dipejirîne. Di nav civaka
Tirkiyeyê de, rewşenbîr, hunermend û nivîskar jî
heman nêrînê dipejirînin. Bi giranî civaka
Tirkiyeyê jî dixwaze pirsgirêk li ser vê bingehê
çareser bibe. Yên ku ji vê re ne amadene dewlet
e û hinek partîne ku oligarşiyê esas digrin. Hin
saziyên ku bi dewletê ve girêdayîne jî vê re ne
amade ne. Ew di zîhniyeta berî ya înkar û îmhayê
de israr dikin. Lê, çiqas di vê de israr bikin
jî ev zîhniyet êdî di vir de nameşe. Li gorî vê
zîhniyetê dixwazin li Kurdistanê qirkirina
siyasî, çandî, civakî, aborî û leşkerî pêş bixin.
Diyar e ku êdî nikarin vê pêşxin. Ji ber ku di
gelê Kurd de guhartinên gelek mezin çêbûne. Gelê
Kurd xwe mehkûmê azadiyê kiri ye. Ji bilî jiyana
azad ti tiştî napejirîne û qebûl nake. Gelê Kurd
dixwaze bi nasnameya xwe, xwe rê ve bibe. Li ser
vê esasî xwe him rêxistin bike him jî bi nav
bike. Gelê Kurd dixwaze bi zimanê xwe perwerdeya
xwe bibîne, çanda xwe pêş bixe û bi çanda xwe
bijî. Di nava pergalek demokratîk de xwe bi nav
bike, xwediyê li nirxên xwe derkeve. Dixwaze di
Kurdistanê de qedera xwe bixwe tayîn bike. Vê
yekê jî dixwaze di warê siyasî, civakî, aborî,
çandî, dad, ekolojî û parastina cewherî rêxistin
bike. Vê bi xweseriya demokratîk dixwaze pêk
bîne”.
Cemîl Bayik da
zanîn ku ji bo ku bedelên hîn girantir neyên
dayîn, divê ku pirsgirêk hîn zûtir werê
çareserkirin û got; “Di nav civaka Kurd de divê
ku her Kurdek bi şeref yên ku li ser nasnama xwe
ya azad dixwaze bijî, xwe rêxistin bike û rêve
bibe, divê ku di bajaran de meclîsên gel saz
bike û bi hêz bibe. Divê ku derdorên wan bajaran
çiqas bajarok û gund hene meclîsên xwe avabikin.
Li gundan heya navçe û bajaran xwe rêxistin
bikin. Di van meclîsan de vîna xwe derxin holê.
Bi vê awayî divê Kongra Civaka Demokratîk
bikaribe di warê siyasî de çareserî pêşbixîne.
Vîna xwe xurt bike ku pirsgirêkê çareser bike”.
Tenê nîqaş
nabe
Endamê
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik
diyarkir ku komxebata KCK’ê nîqaş kir û hinek
encam derxistin holê lê hîna civîn û nîqaş
bidawî nebûne û berdewam dikin û wiha pêde çû;
“Lê tenê nîqaş nabe, xweseriya demokratîk bi van
nîqaşan divê ku were fêmkirin. Nîqaş û biryar
divê li ser bingeha çareserkirina pirsgirêkê be.
Nîqaşên çêbûn, biryar û encamên ku derketin holê,
ji bo destpêkê berdewam bikin. Tu dinêrî yên ku
rast nêzîkî dibe û vê baş dibînin hene, yên ku
dixwazin baş fêm bikin hene. Ev kî ne, yên ku bi
rastî dixwazin pirgirêka Kurd bê çareserkirin.
Yên ku dixwazin li Tirkiyeyê û Kurdistanê
demokratîkbûn pêş bikeve. Yên ku dixwazin rast
nêzîkî pirgirêkê bibin, dixwazin di komara
Tirkiyeyê de guhartin çêbibe, demokrasî pêş
bikeve û jiyanek demokratîk bê avakirin. Lê yên
ku naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, di
komara Tirkiyeyê de demokratîkbûyîn pêşbikeve,
ew in ku Tirkiyeyê heznakin, li ser şer ranta
aborî û siyasî bidest dixin. Yên ku di fikrê
şoven û faşîst de jiyan dikin, naxwazin
xweseriya demokratîk fêmbikin. Bi zanebûn ji rê
derxistin û berovajîkirinê pêş dixinin. Wisa
dibêjin “ne dema van tiştan e, KCD’ê hin tiştan
zû tîne rojevê. Bi vê jî nahêlin ku pirsgirêk
çareser bibe” an jî wiha dibêjin “ KCD ê tiştên
pir mezin dixwaze. Tiştên ku Tirkiye nikare
qebûl bike. Nêvenga çêbûye sabote dikin.” Bi van
helwestên xwe nahêlin pirsgirêk çareser bibe”.
Dixwazin hemû
Kurdan tawanbar nîşan bidin
Cemîl Bayik got;
“Dixwazin KCD ê, PKK ê, Rêber APO weke gunehbar
û tawanbar nîşan bidin. Hemû Kurdan tewanbar
bikin. Bi zanebûn vê dikin. Ji ber ku hedef û
armanca wan de çareserkirina pirsgirêka Kurd
nîne. Di armanca wan de demokratîkirina
Tirkiyeyê nîne. Dixwazin Tirkiye weke xwe bimîne
û tunekirina Kurd berdewam bike. Hin kes vê pir
bi vekirî tînin ziman, hin kes jî naynin ziman.
Rêber Apo, PKK, KCD ê û gelê Kurd hemû dibêjin;
em dewletê naxwazin! Em parçebûnê naxwazin! Em
dixwazin di nava sînorên Tirkiyeyê de pirsgirka
Kurd bi riyên siyasî û demokratîk de bi aştiyane
çareser bikin. Em dixwazin civakek, jiyanek,
kesayetek azad ava bikin. Civakek exleqî û
polîtîk bê avakirin. Em nasnameya xwe dixwazin.
Yên ku bi komara olîgarşî dijîn û îmhakirinê de
israr dikin wisa dibêjin “ Kurd van tiştana
dibêjin lê ev ne rast in, Kurd dewletê dixwazin.
Dixwazin dewletê parçe bikin.” Bi zanebûn vê
propogande pêş dixin. Naxwazin gelê Tirk
xweseriya demokratîk fêm bike. Fikrê şovenîst
dixwazin, ew tovên ku li hemberî PKK ê û Kurdan
di nava gelê Tirk de hatiye çandin berdewam
bike. Ji bo berjewendiyê xwe yên aborî û siyasî
berdewam bikin wisa dikin. Hinek kes dibe ku
xweseriya demokratîk fêm nekin, sedemê
fêmnekirinê jî zîhniyeta ku hatiye avakirin e”.
Yekîtiya bi
darê zorê nameşe
Endamê
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik
diyar kir ku xweseriya demokratîk Tirkiyê parçe
nake, yekîtiyê Tirkiyeyê hîn bi hêztir dike û
got; “Ew naxwazin vê fêm bikin. Naxwazin fêm
bikin ku ew yekîtî bi darê zorê çêbûye. Yekitî
bi darê zorê nameşe, zirarê dide Tirkiyeyê.
Rêber Apo, PKK û gelê Kurd dixwazin ku yekîtiya
bi darê zorê û zilmê çêbûye li ser hîmê biratî û
azadiyê bidin rûnişkandin. Pirsgirêka wan a
fênekirinê heye. Hinek fêm dikin xweseriya
demokratîk Tirkiyeyê parçe nake. Yekîtiya
Tirkiyeyê li ser hîmê azadiyê, xweseriya
demokraîk hîn zêdetir xurt dike. Lê ji ber ku
îmhayê bingeh werdigirin, zulimkarin, bi vê jî
berjewendiyê siyasî û aborî qezenc dikin,
naxwazin vê winda bikin. ji ber vê çendê ye ku
ên ku fêm dikin jî, nahêlin fêm bikin. Naxwazin
rastî were fêmkirin”.
Bayik got; “KCD
ê bi vê komxebatê di Tirkiyeyê de rojevek ava
kir. Hemû kes li ser vê rojevê nîqaş dikin.
Hinek rast nîqaş dikin û dixwazin rast fêm
bikin. Hinek jî ketine nava liv û tevgerê de ka
wê çi bikin ku ev rojev neyê fêmkirin. Ji bo
neyê fêmkirin kar dikin û dixwazin rojevê jî
biguherin. Nîqaşên şaş pêş dixin. Mebest û
armanca wan bi van nîqaşên şaş, navenda ku
xizmeta çareseriyê dike holê rabikin. Êrîşeke
dijwar pêş dixin. Heqaretek e mezin dikin, ji rê
derxistin û berovajîkirinek heye, çi rast e çi
şaş e bê ku neyê fêmkirin. Ev nîqaş jî ji bo
berdewamkirina îmhakirinê ye. Divê hemû kes vê
bizanibin. Bi van nêzîkatiyên xwe dixwazin
pêşiya nîqaşên rast jî bigirin. Hemberî nîqaşên
şaş jî helwest pêwist e. Bi helwest mirov dikarê
pêşiya nîqaşên şaş bigire”.
Serfermandariyê ji helwesta AKP’ê hêz girt
Endamê
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik
qala helwestê serfermandariya Tirk jî kir û got;
“Dema dîtin hin kes dixwazin fêm bikin û rojevê
bişopînin û têbigîhêjin, wê demê teng bûn. Di cî
de AKP ê mûdexeleyê vê kir û tehdît pêş xistin.
Heke pîştre serermandariya Tirkiyeyê tehdît li
ser BDP’ê, KCD’ê û Kurdan pêş xist, sedemê
tehdîda serfermandariyê jî rêvekirina AKP’ê bû.
Serfermandariya Tirkiyeyê ji helwestên AKP ê hêz
girt. Eger AKP’ê ew tehdîd pêşnexistana,
serfermandarê Tirkiyeyê jî nediwêrî ku tehdît
pêş bixe. Zehmet bû serfermandarî partiyeke
siyasî tehdît bike. Ew hêz AKP ê da
serfermandariyê. Rastî ev e û divê ku her kes vê
fêm bike. Pîşt re di nava AKP ê de hinekan gotin
ku; divê serfermandariyê ev gotin nekiribana. Ev
nêzikatî jî durûtiyeke mezin e. AKP ê dît ku ev
nêzîkatî partiya wan rûreş dike û rastiya wan di
nav Kurdan de derdixe holê. AKP’ê di vir de
zerarek mezin dît. Dema ku ev zerar dîtin wê
demê hinek axaftin derbarê daxuyaniya
serfermandariyê de kirin. Xwestin wisa bidin
diyarkirin ku qaşo ew ji vê daxuyaniyê nerazîne.
Ev nêzîkatî xapandin û derewek mezin e. Ji bo ku
AKP ê şerê derûnî dimeşîne, partiya wî ye,
hikumet ya wî ye. Rastiyê nadin diyarkirin, ji
bo ku rastî neyê fêmkirin her tiştî dikin. Heke
AKP wisa diaxife ji ber vê çendê ye, ji ber ku
şerê taybet dimeşîne. AKP li hember Kurdan bê
sînor şerê derûnî dimeşîne. Ji bo ku siyaseta
qirkirinê ya ku li ser Kurdan tê meşandin neyê
fêmkirin, şêlûbûn û berovajîbûnê pêş dixe. Heke
di rastiya xwe de hikumeta AKP ê pirsgirêka Kurd
qebûl dike û dixwaze bi riya demokrasî û
aştiyane çareser bike, wê demê lazim dikir ku
dema Amedê komxebata KCD ê çêbû, nîqaşên ku di
wir de hatine kirin, encamên ku derketine holê
de dibû ku AKP ê jî tevlî bibûya”.
Herî zêde AKP
ji nîqaşên xweseriyê bêzar bû
Cemîl Bayik da
zanîn ku ya ji AKP ê dihate xwestin van gavan
hîn zêdetir pêşve bibe û heke niyet û mebesta
AKP’ê ya çareseriya pirsgirêka Kurd heba wê demê
dibû ku ew van gavan xurtir bike û got; “Eger
yên ku di mebest û niyeta xwe de çareserî tine
be, yên ku li ser xapandinan dixwaze xwe pêş ve
bibe, bi van nêzikatiyan wext qezenc bike,
tesfiye pêş bixe ancax civînên wisa eciz û teng
bibin. Li Tirkiyeyê li pêş herkesî yê ku herî
tengbûn û acizbûn AKP ê bû. Ji nîqaşên derbarê
xweseriya demokratîk de bêzar bû. Ev tengbûn çi
derdixe holê, mebest û armanca AKP ê de
pirsgirêka Kurd çareserkirin tine ye. Di hemû
nêzikatiyên wan de xapandin û li ser derewan pêş
dikeve. Ew komxebata ku li Amedê çêbû, rastiya
AKP ê carek din raxist ber çavan. Ji ber vê ye
ku AKP ewqas teng bû û dest bi tehdîtan kir”.
Bayik got;
“Serokê meclîsa Tirkiyeyê Mehmed Alî Şahîn pir
vekirî tehdît kir. Serokomarê Tirk jî tehdît kir.
Serfermandarî jî ji van tehdîtan cesaret girt û
ew jî dest bi tehdîtan kir. Pîştî vê MHP û hinek
akademîsyen û nivîskaran jî dest bi tehdîtan
kirin. Êrîşek pêş xistin. Weke ku Kurd dixwazin
Tirkiyê parçe bikin, Kurd cudaxwaziyê dixwazin,
dixwazin hêzên xwe yên parastinê ava bikin û hwd.
Û gotin ‘Ev Tirkiyeyê parçê dike û kî vê bike em
nahêlin, dibe ku xwe encamê van re jî amade
bikin’ Mehmed Alî Şahîn bang li dadê kir û got,
pêwîste dozger têkevin nav tevgerê. KCD, BDP û
saziyên legal ên Kurdan deng wergirtin. Yên ku
deng girtine û van nîqaşan didin meşandin divê
bikevin girtigehan. Pêwiste qirkirina siyasî,
çand berdewam bike. Ji ber ku di armanca xwe de
naxwazin pirsgirekê çareserbikin, dixwazin têk
bibin. AKP’ê ji bo wê hatiye desthilatiyê. Ji bo
çareseriyê nehatiyê desthilatiyê. Sala 2007’an
Erdogan û Yaşar Buyukanit li Dolma Bahçe li ser
vê bingehê li hev kirin. Bush û Erdogan jî dîsa
li ser vê li Emerîkayê li hev kirin. Li ser
AKP’ê di pergala Tirkiyeyê de cih bigire,
dewleta Tirkiyeyê jî bikaribe li Kurdistanê
qirkirinê pêş bixe. AKP’ê ev qirkirin pejirandin
û bi vî awayî di nava pergalê de hate pejirandin.
Li ser qirkirina Kurdan tevlî pergalê bû û cihê
xwe nav pergalê de girt. AKP ê dixwaze di nava
sîstemê de bi her awayî serwer be. Serwerbûna
xwe jî li ser îmhakirina Kurdan dixwaze avabike”.
Dixwazin
stratejiya Îslama siyasî pêş bixin
Endamê
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik
got; “AKP dixwaze di warê siyasî de li ser
Kurdistanê desthilatdariya xwe xurt bike, bi vê
desthilatdariyê bikaribe qirkirinê berdewam bike
û li Tirkiyeyê jî desiladariya xwe rêve bibe û
berdewam bike. Bi vê siyaseta xwe dixwazin di
nava pergalê de xwe serwer bikin, an jî
desthilatdariya xwe pêşbixin. Pergala modernîta
kapitalîst jî vê dixwaze. Ji ber ku wan AKP anîn
ser desthilatiyê. Bi AKP ê dixwazin li Tirkiyeyê
stratejiya îslama siyasî pêş bixin. Tirkiyeyê li
ser vê hîmê amade dikin. Ji bo ku Tirkiyeyê li
ser vê lihevkirinê, di Rojhilata Navîn de
bikaribin AKP’ê li ser berjewendiyên modernita
kapilasîst û saziyên wê anîn li ser desthilatiyê.
AKP’ê li ser vê bingehê dimeşe. Dixwaze Kurdên
azad ji holê rakin. Ne ku pirsgirêkê çareser
bikin. Hemû Kurdan bikin bin xizmeta pergala
modernîta kapîtalîst”.
AKP rê li ber
êrîşan vedike
Endamê
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik
diyar kir ku di komxebata Amedê de li ser
bingehê çareserkirina pirsgirêka Kurd nîqaş
hatin pêşxistin û ev nîqaş xizmeta çareseriyê
dikin û wiha domand “Lê belê AKP êrîş dibe ser
vê xebatê. Di heman demê de rê li ber êrîşan jî
vedike. Yên ku dixwazin pirsgirêk di warê siyasî
de were çareserkirin çima tehdîtan pêş dixin?
Çima AKP nerehet dibe? Çima dozgeriyê dixin nav
tevgerê? Ev durûtî û sextekariya wan derdixine
holê. Ji bo ku nerehet dibin diçin ser vê mijarê
û dixwazin pêşiya çareseriyê bigirin û îmhaya
gelê Kurd pêş bixin.
|