* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Erkên ciwanan çi ne?

 

 

   
       
Gelê Kurd gelê herî otantîk û kevin ê van axan e. Li ser van axan pêngavên yekem ên jiyana civakî hatine avakirin. Tevahî pêdiviyên jiyana madî û manewî li van axan bi sebr û bi gavên watedar hatine sazkirin. Ev pêngav bûne kevneşopî, bûne çand û bûne rêbazekî jiyanê. Lewma kokên jiyanê li van axan qahîmin û xurt in. Ev yek di tevahî serboriya dîrokî ya vî gelî de dikare bê dîtin. Tu pergalekî dagirker, mêhtînger, tu çandekî desiladar û tu bîr û baweriyekî nekariye di bingeh de vê hîmê jiyana madî û manewî, vê çanda civakî û vê têgehiştinê ji holê rabike. Ev bingehe ku îro tevgera azadiyê xwe li ser birêdixe.

Tevgera azadiyê di encama tekoşînek dijwar a sîh salên dawî de gelek rastî derxistin holê. Pêngava yekem a bîrdoziyê bû.  Beriya her tiştî dîroka hatiye çewtkirin rast hate dahûrandin û li ser lingên rast hatin rûniştandin. Dûvre rê û rêbazên tekoşînê hatin diyarkirin. Berxwedan û serhildana li dijê hemû awayê zulm û zordariyê, hemû awayê kevneperestî û koletiyê pêngav bi pêngav encamên giring derxistin holê. Gelê Kurd di vê tekoşînê de rastiya xwe ya dîrokî cardin naskir. Her wiha rastiya neyarên xwe jî naskir. Ev têgehiştin bi xwe re şoreşa vejînê anî. Şoreşa vejînê mizgîniya vegera kokên xwe, vegera çand û kevneşopiya xwe ya resen bû. Çawa ku di dîrokê de gelek caran bûye, vê carê jî gelê Kurd di doza azadiyê de û di rêça parastina mafên xwe de, ji gelên din ê herêmê û yê cîhanê re pêşengiyê dike. Îro li ser van axên berhemdar û li ser bingehê jiyana civakî ya herî kevin sîstemek alternatîf tê damezrandin. Ev sîstem xwedî bergeh û paradîgmayek nû ye. Xwedî felsefe, çand, exlaq û rêbazê jiyanek nû ye.

Bê guman ev tekoşîn bi dayîna berdêlên pir mezin heya roja îro hatiye. Gelek keç û xortên hêja û delal xwe fedakirin. Gelek mal wêranbûn, şewitîn, gund xerabûn, mirov aware û koçberbûn. Gelek îşkence û êş hatin kêşandin. Ya herî xeter jî bi durûtiyê, bi lîstikên zirav û bi planên qirêj komployan li dijê Rêber Apo, tevgera azadiyê û her wiha li dijê gelê Kurd organîze dikin. Bi pêşbîniya Rêber Apo gelê me komplo valaderxistin, lê belê qonaxa komployên nû roja îro di meriyetê de ne. Rêber Apo qonaxa nû ya komployê weke komploya kesk nirxand û got ku ev komplo ji yên din xetertir e. Ji lewra komplo divê ji aliyê me ve baş bê eşkerekirin. Divê em bizanin ka armanca vê komployê çiye. Armanca vê komployê tunekirina Kurdê azadîxwaz e. Dixwazin Kurdê noker, yê bûye dûvikê sîstemê bafrînin. Dixwazin polîtîkayên asîmîlasyonê bi şêwazek zirav û nepenî serbixin. Ji bo wan Kurdekî ku ji tevahî nirxên xwe dûr ketiye, doza nasnameya xwe nake Kurdê makûl e. Vê polîtîkayê bi rê û rêbazên cûrbecûr dimşînin. Ji bo vê yekê hêza siyasî, ya leşkerî ya aborî û ya medyayê bikartînin. Ji ber vê yekê erkê sereke ya her Kurdekî ew e ku li hember hemû plan û projeyên komploya kesk şiyar be û li dijî derbikeve.       

Bê guman  wek ciwanên wargehê rısta me jî giringe. Divê em wek malbat û ciwanên wargehê bi jiyan û ramana xwe bi tekoşîna azadiyê re bikin yek. Divê em çanda xwe şoreşgerî ji bîr nekin. Bi taybet em wek ciwanên wargehê di alîyê derûnî de fetisandinekê dijîn. Ger em hinek cewherî binerin em ê bikevin ferqa van tiştên ku jiyanî de rojane jiyankirin. Divê em di ferqê de bin ku Rêber Apo û  gelê me ji me hêvîyên pir mezîn dike. Ji me bi rihê şoreşgerî  niviskar, ronakbîr, mirovê zane rewşenbîr û wêjevan hêvî dike û bi vî awayî me nasdike. Başe ma gelo em çiqas xwe nasdikin? Gelo em çiqas zane ne? Em çiqas lêkolinvan in? Gelo em li gor rastiya xwe jiyandikin an jî em li gor daxwaza neyaran jiyandikin? Ev pirsen giring in û divê em zanibin ku zanîn ne tenê di dibistan û zanîngehan de tê wergirtin. Zanîn disiplîna fikrî ye, disiplîna jîyanê ye. Jiyanek şekli a bi çend peyvan ne zanîn e. Ger wisa nebe ji ciwantî ya me re jî heyfe, em temenê bi wate û qedir wenda dikin. Ger mêjî û deruniya me valatîyê bijî, ev dibe sedem ku bandora pergalên serdest yên li ser me serwerbe. Sîstema modernîteya kapîtalîst mejiyê me tewizandiye, zanîna me tenê kiriye jiyana rojane, cil û berg şiklî û teqlîtane jîyankirîn. Divê em bizanin ku ciwanên gelê Kurd îro li her deverê, li serê çiyan û li kolanan, di her aliyê jiyanê û tekoşînê de pêşengiyê dikin. Ji bo wê divê em jî weke ciwanên wargehê her roj xwe nujen bikin. Divê li hemberî hemu êrişên modernîteya kapîtalîst yên çandî, fizîkî xwe zane bikin. Li dijê wê tekoşînê bikin. Ji bo vê jî divê em xwe birêxistin bikin û li rêxistina xwe xwedî derkevin. Taybet jî azadkirina Rêber Apo erka me ya pêşîye. Tekoşîna me serdema xwe ya herî bi coş jiyan dike. Lê coşa me ne li gor coşa tekoşînê ye. Ji bo wê di zanebûna rista xwe de, divê coşa herî mezîn em bijîn û bidîn jîyankirin.

                                                            Dilşad Artos