|
|
BEŞA
II.
ŞOREŞA
NEOLÎTÎK
Bi neolitîkê (berê nû) mirovahî ji jiyana kimê (parazît)
derbasî jiyana hilberîner dibe. Heta wî wextî
mirov bi milyonan sal di asta klanê de (20–30
kes) rojek têr, rojek birçî, bi çandek qels û bi
gerokî dijiya. Piştî
ji berhevkirin û nêçîrvaniyê, derbasî nêçîrvanî
û şivaniyê
bû, ji guhêzbariyê (seyar) jî derbasî dêmanîtiyê
(xwecihî) bû. Dîroknasê navdar ê cara yekemîn
têgeha “şoreşa
neolitîk”ê bi kar tînê Gordon Chîlde, balê dikişînê
ser neolitîkê û dibêjê; “ger neolitîk
pêknehatiba, her çiqas xwedî zeka merhale homo
spîens jî be mirov dê weke ajalek bêçek ku kêm
peyda bibe, bima.” Li ser girîngiya neolitîkê;
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Wallerstein û
Bookchin hemfikir in û heman tiştî
dibêjin; “şoreşa
neolitîkê herî kêm biqasî
şoreşa
sanayî girîng e.”
Dîroka klasîk, berhemên ku ji civakê re bûne rêç,
tevan bi
şaristaniya
dewletparêz dide destpêkirin. Ev manîpulasyon bi
zanebûn tê kirin. Dixwazin hemû îcadan
bidewletbûyînê ve girêbidin û neolitîkê qels
bidin xuyakirin. Ji ber ku jiyana neolitîk
jiyaneke wekheviyê ye. Di nav xwe de çîn û
tebeqeyên sosyal û cinsî nahewîne. Jiyaneke
siyasî heye lê negihaye asta kedxwarî û
îstîsmarkirinê. Çanda kedxwariyê jî, ji wê dûr
e. Herî cihetiya ji civakê re kiriye jî hunera
xwe weke rêveberî,
şerkerî
û zanyarî tevan ji xwe re li dijî civakê, bi kar
tînin. Ev jiyana xwezayî hewcekirina hilweşandina
pergala wan a 5-6 hezar salan dike.
Dema civak ji hoveberiyê derbasî
şaristaniyê
kirin, piranî di neolitîkê de hatine avêtin.
Pîvanên weke siyaset, nivîs, metematîk,
bazirganî û hwd. ji bakurê Mezopotamyayê
(Kurdistan) derket û belavî çar hêlan bû.
Hêmanên bîrdozî ên bingehîn, ên weke reveberî,
hişmediya
civakbûyînê, pêşketina
ramanî û bawerî di neolitîkê de pêşketin.
Dîsa raçandin û wergirtin, nanpêjî, aş
û destar, avahiyên bi kevirê birî û bi kerpîç
çanak û qafik, teker û gêsin û perestgeh; mirov
dikare ji îcadên Neolitîkê re weke çend mînakan
bide.
Ev tiştên
em dibêjin bêguman kifşkirinên
pisporan e. Ji ber ku em nikaribin di vê gotarê
de teva binivîsînin ji bo bibe nimûne, em ê tene
ji gotinên Braudel pasajekê bidin; “Hema hema li
gorî hemû pisporan
şaristaniya
ewil, ango çandinî, xwedîkirina sewalan, gund û
bajarên pêşîn,
hunereke kifş,
perestgeh û hwd. li rojhilata nêzîk derketine.
Lê weke ku hinek îdia dikin ne li Misir û
Mezopotamya, li pal û newalê rojavaya Zagrosê ku
bi “hîlala bi bereket” tê navkirin afiriye.” Ez
bawer im hewce nake ku em bêjin “Bi deh hezar
sal in kurd li heman erdnîgariyê jiyan e”, û dûv
rayê xwe bikevin. Ango mirov dikare vê bike
mijara gotareke din.
NAVENDA BÎRDOZÎ
Îro hemû netewe di nava pêlên dîrokê de li
şopê
xwe digerin. Mixabin ji ber sedemên diyar ev
derfetên kurdan çêne bûye. Lê ev nayê wê wateyê
ku kurd ne xwedî dîrokek qedîm in. Berevajî,
riyên ber bi
şaristaniyên
pêşî
ve diçin tev di Kurdistanê re derdikevin. Kêm jî
bin, lêkolînên li ser erdnîgariya Kurdistanê,
yan jî ji aliyê dagirkeran ve, an jî ji aliyê
biyaniyan ve hatine kirin. Bêguman di nava van
xebatan de, pisporên hêja û objektîf jî hene. Çi
tevirê (amûrê kolandina erdê) li axa Kurdistanê
derdikeve pisporan matmayî dihêle, agahî û
tezên der barê dîrokê de serûbin dike. Tenê
dîmenên ji kolana Gobeklitepe derketin holê,
tezên weke dibêjin; “Hiyeroglîf pêşî
li Misrê derketin.” “Olîmpos çiyayê yekemîn ê
xweda û xwedawenda ye.” Perestgehên pêşî
li Sumerê derketin.” Tev têk birin.
Klauss Schmidh’ê ku li Gobeklîtepe’ya ku tenişta
Rihayê de, nêzîkî deh sal berê dest bi xebata
arkeolojîk kiriye, di encama xebata xwe de
dibêje; “Gobeklîtepe hêjaye, weke mîrateya çandî
yê cîhanê bê nirxandin. Ev cih dê pêşdaraziya
di serê me de biguherînê.” Derketiye holê ku
Gobeklîtepe berî niha nêzî 12 hezar salan weke
navendeke perestgehê ava bûye. Di heman demê de
mirov dikare bêje navenda bîrdozî! Di vê navendê
de li ser dehan textên weke abîdeya çikilandî bi
hiyeroglîfa xemilîne.
Niha jî agahiyek heye ku di wateya xwe de gelek
wateya dihewîne. Dixwazim bi we re parve bikim;
berî niha 60 hezar salan hezkiriyên hev, gul û
kulîlk diyarî hev dikirin. Li cihnişîna
şanîdarê
(Zagros) di tirba jinekê de destgul hatin dîtin.
Wiha dixuye ku romantîkên pêşî
li ser vê axê jiya ne! Ev asta hestiyariyê nîşaneya
gelek nirxan e.
Talanên ji hêla
şaristaniya
kapîtalîst ve bi hezaran sal in li ser xwe ne;
li ser civak, exlaq, wijdan û bedena mirovan
hatine kirin îro mirovahî bi kaosekê ve rûbirû
hiştine.
Xilasbûna ji kaosê, weşandineke
xurt dixwaze. Divê hemû sazî û disîplînên
dewletparêz ê civakê bi rêve dibin, bi dijwarî
bên lêpirsîn. Ji bo îstîsmarkirin û
manîpulekirina mejiyê mirovan dîrok disîplîneke
sereke ye. Bi hezaran sal in tenê gotina
serdestan derbasdar e. Pêdivî bi dîrokeke nû
heye. Dîrokek a maskeya li ser rûyê
desthilatdaran rake û rastiyên bi hezaran salan
hatine veşartin,
derbixe holê... Gava ev were kirin zîhniyeta
dewletparêz a ku mirovan ji xwezaya wan dûr dixe,
çilvirî dike û rizandina exlaqî dike wê têk biçe.
Wê rê li pêşiya
xweşikahiya
zihniyeta civaka neolitîk vebe û çanda neolitîkê
çawa ji hîlala zêrîn li cîhanê belav bû;
şaristaniya
demokratîk jî wê pêl bi pêl li cihanê vegerê.
Çavkanî:
* Çand û kurd - M.Saît YILDIRIM
* Dîroka ramangeriyê - Avşar
TÎMÛÇÎN
* Şaristanî
- Abdullah OCALAN
* Ji dewleta sumer rahîp ber bi komara gel ve -
Abdullah OCALAN
* Şaristaniya
Maddî - F. BRAUDEL
FAYSAL SARIYILDIZ
|