* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

 

                                                       DÎROKA VEJÎNÊ

             Di dîroka hemû gelan de hin rojên dîrokî hene ku qet nayên jibîrkirin. Di dîroka gelê Kurd de jî 15’ê Tebaxê ciheke dirokî û girîng digre. 15’ê Tebax darbeya yekemîn a li hemberî artêşa Tirk e. Şerê çekdarî û şerê gel ê demdirêj vejîna gelê Kurd e. Di bin rêbertiya fermandarê mezin rêheval EGÎD û HRK (Hêza Rizgariya Kurdistan) fişeka destpêkê hate teqandin. Armanca vê pêngavê bandora 12’ê Îlonê de a li ser gel û şoreşgeran sekinandin û hêzeke gel avakirin e. Ji ber vê yekê jî bersva demê ye. Pêngava 15’ê Tebaxê dengê PKKê li hemû Cîhanê belav kiriye û li her deverê cîhanê hatiye naskirin ku hêzek çekdarî ya Kurdan li hemberî dagirkeriya Tirkan dest bi şer kiriye. Hêzeke çekdarî, siyasi û bîrdozî ya Kurdan li Rojhilata Navîn bi vê çalakiyê bûye qedera paşeroja gelê Kurd. Di heman demê de ji bo gelên bindest ên Rojhilata Navîn bûye hêviyeke paşêrojê. Bi pêşengiya Rêheval EGÎD çalakiya destpêkê ya li hemberî politikayên înkar, îmha û bişaftinê bûye bingeha artêşbûna gelê Kurd.

15’ê Tebax berxwedaniya zindana Amedê û gotina Rêheval Mazlum a di dadgeriya Tirk de “wê rojek artêşa gel a Kurdistanê ava bibe” pêşwazi dike. Rihê berxwedaniya zindana Amedê bi pêngava 15’ê Tebaxê gihiştiye asta herî bilind. Berxwedanî, yekîtî, cesaret, zanistî û egîdiya 15’ê Tebaxê bêhempa ye. Tola komkujiya 28 serhildanên Kurd û darbeya 12’ê Îlonê bi vê çalakiyê hatiye girtin. Lewra jî 15’ê Tebaxê gelek qehremanî, şoreşgerî û berxwedanî ava kirine. Em jî îro li ser van kevneşopiyên ku Rêheval EGÎD bi çalakiya 15’ê Tebaxê ava kirine dimeşin. Û  têkoşîna xwe ya azadiyê li ser van bihgehan bihêztir dikin. Wê biserketina vê şoreşê jî bi rihê berxwedaniya 15’ê Tebaxê be.

Kerîm Bradost