|
|
Heqî Şiyar
Ji
bo ku mirov asta pêşketina netewekî bibîne divê
mirov berê xwe bide rewşa jinên wê netewê. Bi
heman rengî, ji bo ku mirov asta jîrbûyîn û
sazbûyîna netewekî jî bibîne divê mirov berê xwe
bide rewşa ciwanên wê netewê. Dîyalektîka jin û
pêşketina netewan bi serê xwe mijareke,
dîyalektîka ciwan û sazbûyîna netewan jî
mijareke bi serê xwe ye. Ji ber vê yekê em ê îro
li ser rola ciwanên Kurd di nava Xweseriya
Demokratîk de rawestin.
Tevgera azadiya gelê Kurd bi ruhekî ciwantî 38
sal beriya niha dest bi meşa azadiyê kir. 38 sal
beriya niha ezbera hemû ruhberan hate xerakirin.
Ev bi serê xwe şoreş e. Komek ciwanên Kurd û
welatperwer ji bo ku zilma dagirker û mêtîngeran
li ser gelê Kurd rabe, ji bo ku talankerî li ser
xaka Kurdistan rabe dest bi vî karî kirin. Ango
hîmê şoreşa Kurdistan avêtin. Bi gotinekî din,
di pêşengtiya ciwanên Kurd de yekemîn
sazbûyîna xwe pêkanîn. Ev pêkanîn û
derketin ji bo gelê Kurd tê wateya pêngaveke
dîrokî. Dîroka gelê Kurd ya ku bi destê
mêtîngeran hatibû nivîsandin sedî sed di saya vê
derketina şoreşgerî de hate redkirin û ji nûve
hate nivîsandin. Lê belê her tişt di nava çend
kêliyan de kamil nabe. Her xweşikbûneke ku ji
aliyê tevgera şoreşger ya gelê Kurd ve hatiye
afirandin hewcedariya parastina xwe heye. Ger
wisa nebe gelo neyarên ku li ber deriyan dest li
ser tetikêne wê ziyanê nêdin wan nirxan? Ger ku
neyê parastin wê sedî sed zirarê bibîne.
Asta ku îro tevgera azadiyê xwe gihandiyê, asta
tayînkirina çarenûsa xwe ye. Ango derbarê
dahatûya xwe de bi xwe dikare biryara xwe bide.
Ev tê wateya hêzbûyîneke mezin. îro navê
çarenûsa gelê Kurd Xweseriya Demokratîke û dem
dema sazkirina Xweseriya Demokratîke. Li gorî
danezana Rêber APO, Xweseriya Demokratîk bi
awayekî azad bikaranîna zimanê dayîkê ye, bi
çanda xwe jiyankirine, cewherê hebûna xwe
parastine. Ev xalên sereke yê çarçoveya
Xweseriya Demokratîk in. Bi taybetî ev hersê xal
ew xalin ku ji destê gelê me bi darê zorê hatiye
girtin. Dema em di vê şibakê de jî binêrin, em ê
bibînin ku Xweseriya Demokratîk, paşve girtina
hemû nirx û rûmeta gelê Kurd e. Di vê astê de
eger em neyaran jî bigirin ber çav, ji bo ku em
Xweseriya Demokratîk avabikin û nirxên xwe yê
desteserkirî rizgarbikin têkoşîneke bêhempa
pêwîst dike. Ev têkoşîn têkoşîna hemû neferên
gelê Kurd e. Lê belê wekî zagona xwezayê, ji bo
ku ew hêza di cewherê gel de heye bikeve tevgerê
pêdivî bi pêşengtiyê heye. Ev pêşengtî jî encax
ji hêla ciwanan ve dikare pêk were. Xala
pêşengtiyê ya ciwanan evqas zelal e.
Ji
bo ku ev pêşengtiya ciwanan pêk were jî pêwîste
beriya herkesî/ê ciwan xwedî li wan xalên ku
Rêber APO diyarkiriye derkeve, bi ziman-çand û
cewherê Kurdî ve bijî- bide jiyandin. Li
deverekî lu parçeyeke Kurdistana xweser û
demokratîke, divê ji bo tu çandeke desthilatan
destur neyê dayîn. Ji her cureyên bişavtinê re
bêje na û bertekeke tund nişan bide. Divê ciwan
ewqasbi baldarî li ser vê esasê raweste û xwe di
cewher de disipline bike ku ji bo rola
pêşengtiyê xwe bidin pejirandin. Di vê xalê de
disiplin şertekî jiyanî ye divê teqez bê pêkanin.
Ev yek rengê têkoşîna demê ye. Di encama vê
têkoşinê de jî çawa ku ciwanên welatperwer yên
Kurd 38 sal beriya niha yekemîn sazbûyîna xwe
pêkanîn, iro jî divê em ciwanên APOYÎ sazbuyîna
statuya gelê xwe pêkbînin û rola ku Rêbertiya mê
daye pêşiya me bicih bînin. Encax wê demê em
dikarin jiyaneke bi rûmet bijîn, hesab bidin
dîrokê û rûyê me reş nebe. Ev hêza ciwanên Kurd
heye. Sala 2011 ji niha ve sala seferberiya
têkoşineke bêhempa ye û em bi biryarin ku
pêşengtiya vê têkoşinê bikin.
|