|
Mirovahî
bi hinek rojên ji bo wan bûne sembol tên
naskirin. Van rojên bûne sembol hiştiye ku mirov
careke din li xwe vegere û hebûna xwe bide diyar
kirin.
Gelê Kurd bi
dirok û erdnîgeriya xwe ya dewlemed her tim ji
bo dagirkeran bûye qada mêtingerî û dagirkeriyê.
Dijminên gelê Kurd gelek caran êrîşên mezin û
dij-mirovahî li ser gelê Kurd pêk anîne û
xwestine ev dîrok û çanda dewlemend ji ser
rûpelên dîrokê rakin û hebûna gelê Kurd tune
bikin. Lê tevî van êrîşên ne mirovane, gelê Kurd
dest ji tekoşîna parastina hebûn û bidestxistina
azadiya xwe berne daye û gav paşve neavêtiye.
Diroka ku dijminên Kurdan digotin me tune kiriye
û di bin betonê de veşartin, ji aliyê komek
ciwanên Kurd, bi tekoşînek bêhempa navê Kurdan
dîsa li dirokê dan nivîsandin. Gelê Kurd ê
hatibû tunekirin bi guleya di 15 ê Tebaxê de
hatiye avêtin disa derket qada jiyanê û hate
vejandin. 15 Tebaxê ji bo qirkirina li hember
nebun û mirinê, pêngava hebûn û jiyanê ye. Dema
vejînê ye û dema ji dijmin û dagirkerên Kurd
hesab pirsîn û mafê xwe bidestxistinê ye.
Em weke zarokên
Botanê bûn şahidê vê gava vejînê û bi germahiya
15 ê Tebaxê me çavê xwe li jiyanê vekir. Bi vê
germahiyê me jiyan naskir û em bi dilên germ
mezin bûn. Bêguman ev şahidiya me bi xwe re
gelek zorî û zehmetî jî anîn û me gelek bedel
dan. Lê belê li beramber bedelên me dane, me
gelek serkeftin jî bi dest xistin û em bûn
xwediyê dilek mezin û hêviyên pêşerojê. Ev
hêviyên me yê ji bo pêşerojê bi tekoşina Rêber
APO û çalakiya fermandarê bê hempa heval Egîd a
di 15 Tebaxê de de jinûve şîn hatin. Ev pêngav,
ji bo me bû pêngava ku em bikarin tekoşîna hebûn
û azadiya xwe û mirovahiyê bilind bikin û bibin
xwediyê rumet û hêviyê. Divê em weke ciwanên
wargehê xwedî li van rojan û hêviyên mezin
derkevin. Em çawa bi van hêvîyan mezinbûn, niha
jî em di encama tekoşina azadiya gelê Kurd û bi
bedelên mezin û tekoşînek giranbiha em gihîştin
van rojana. Ya ji me tê xwestin em bikarin bibin
şopdarê vê şahidiyê û êdi pêşeroja xwe bi xwe
biafirînîn. Ji bo em bikarin jiyanek bi rumet
bijîn, pêwîst e em her tim di nava çalakî û
hewldanên ji bo tekoşinkirinê de bin.
Gelê Kurd ê
nedihat naskirin û dijminan digot me tune kiriye
di nava 27 salan de, di encama tekoşîn û
berxwedana 27 salan de gihîşt asta avakirina
xweseriya demokratik. Çawa dayîk û babên me li
dora pêngava vêjînê ya 15’ê Tebaxê civiyan û
xwedî lê derketin, pêwist e em jî li dora
pêngava nû ya xweseriya demokratîk kom bibim û
em ji bo mayindebûn û pêkanîna xweseriya
demokratîk her tim di nava tekoşînê de bin. Divê
em weke ciwanên wargehê bibin pêşengê hebûn û
rumeta Kurdan. Divê em li erka xwe ya pêşengbûnê
derkevin û xwe pêş bixin. Ji ber ku dema em
xwedî li xweseriya demokratîk dernekevin û
nekevin nava tekoşîna wê, ew tişt dibin
tahlukeyê de dimîne. Ji bo em vê tahlukeyê ji
holê rakin pêwist e em tişta heye baş fêm bikin
û li gorî vê xwe amade bikin. Da ku em bikarin
hebûn û azadiya xwe biparêzîn. Çawa nifsên
pêşiya me ev tekoşîn gihandin vê astê, em jî
dikarin vê tekoşînê mezintir û xurtir bikin û
bigihînin nifşên pey me tên.
15’ê Tebaxê bû
vejîn û hebûna me, xweseriya demokratik jî wê
bibe pêşeroja me, pêkanîna hêvî û xeyalên Kurdan.
Divê em pêşeroja xwe li ser bingehê xurt ê 15
Tebaxê hatiye ava bikin, biparêzin û pêşde bibin.
Leyla Îlhan
|