|
Ehmet Ozer
Dema dibêjin
ciwan an jî ciwantî tişta destpêkê tê bîra mirov
hêza têkoşînê ya guhertina civakê û situnên
lingê jiyana civakê tên bîra mirov. Bi rastî jî
ciwan hêza dînamîk ê civakê ne. Piraniya
karûbarên civakê li ser pişta ciwanan dimeşe û
tê birêvebirin. Ger ciwan bikarin vê hêz û
mîsyona xwe nas bikin û veguherînin rêxistinê
dikarin di guhertin û veguhertina civakê de jî
rolekî erênî bilîzin.

Em weke şêniyên
Wargeha Penaberan a Mexmûrê niha serdema nifşê
sêyêmin dijîn. Di wargehê de nifşê yekem beriya
têkoşîn derbikive li welat dibin zorî û
zordariya dijmin de mezin bûn. Nifşê duwemîn jî
bi pêşengê têkoşîna azadiya gelê Kurd PKK’ê re
mezin bû û ev nifş bû xwediyê têkoşeriyekî mezin.
Nifşê sêyemîn jî nifşê niha ku di penariyê de
hatiye cihanê û di nava têkoşîna gelê Kurd de
mezin dibe. Pêwîste ciwanên me giringî û wateya
van hersê nifşan baş bizanin û sekna xwe, asta
zanebûn û rêxistina xwe ya ku niha di nav de ye
bîne beranberî hev û bipîve ku ka li kû derê
disekine, di çi astê û di çi rewşê de ye bibîne…
Her nifşekî li gorî xwe êş, zorî û zehmetî
kişandiye. Lê divê ku ev zorî û zehmetiyên
hatine kêşandin tu cana neyên ji bîrkirin. Ger
ev zorî û zehmetiyên pêşiyên me neba me nedikarî
îro li vir em hîmê jiyanekî sazûmankirî,
birêxistinkirî û rêkûpêk avabikin. Helbet hîna
jî kêmasiyên me hene. Bêderfetî û zoriyên jiyana
me hene. Lê belê divê em raboriya xwe jî jibîr
nekin.
Rastiya gelê me
berçav e. Ji aliyê dagirkeran ve civaka me
rûbirûyê gelek şer, talan, zext, êşkence, girtin,
lêdan, kuştin û qirkirinan maye. Li hemberî van
tiştan jî, dema em li cîrok û serpêtiyên
qehremanên welatparêz ên ciwanên Kurd dinerîn,
gelo çiqas şahanê vê bîranîna lehengî û
qehremaniya dîrokî û pîroz e. Gelo sekna ciwanên
me yên penaber li hemberî vê têkoşîna niha li
ciyayên Kurdistanê yê li zinadanan û yên li
bajaran di çi astê de ye. Ma qey gelo ev rewşa
niha ya ciwanên wargehê ji ciwanên me re ne ser
şoriyeke? Têkoşîn û sekna ciwanên me ya niha li
hemberî vê têkoşîna pîroz gelek qels û kême. Li
bakurê Kurdistanê her roj ciwanên me ji bo çand,
ziman û nasmeya xwe bê sekin di nava çalakiyan
de nin.
Raste, em li vir
peber in. Lê em li ser bingehê fikrekê û
têkoşînekê û redkirina koletiyê bûn penaber.
Niha hind derfetên ku li bakurê Kurdistanê bi
salane gelê me têkoşîne dimeşîne hîn ne
gihiştiye me li vir bidest xistiye. Dibistanên
me hene. Em bizimanê xwe yê dayikê dixwînin û em
gihiştine pileya ku êdî em diçin zonkoyê. Başe,
çiwanên hêja; ev derfet kê/kî û çawa ji me re
avakir. Ev derfet bi kîjan berdêlan hatin
afirandin. Ma hûn jî dizanin ku ne ji ber bejin
û bala me, ne jî ji ber çavên me yên reş belek
mafên me pejirandine û ev derfet çêbûne. Ev bi
saya berdêlên ku me dane û bi saya têkoşîna
ciwanên Kurd ên li her deverê Kurdistanê û bi
saya bingeha vê têkoşînê avabûne. Ev keda
tekoşîna gelê Kurd, PKK’ê û şehîdên pakrevan in,
herwiha ev hemû tişt ji ked û wildanên mîmar û
afirênerê vê têkoşînê Rêber APO ye.
Ciwanên penaber
pêwîste ku diher warê jiyanê de rola xwe, erkên
xwe bizanin û bi pîvan û exlaq tevbigerin. Her
seknekî xelat yê ciwanên me dibe sedemê
serşoriyek me ya li hemberî nirxên têkoşînê.
Ciwanên me çiqasî têkoşîna xwe bilind bikin,
erkên xwe pêkbînin, barê li ser milê me jî sivik
dibe. Îro berpirsiyariya me ew e ku em zimanê
xwe, çanda xwe, nasnameya xwe, exlaqê xwe û ya
herî giringî jî rûmetên ku ji me re bi xwînê
hatiye avakirin biparêzin û xurtbin. Welatparêzî
û Kurdîtî jî ji parastina van nirxan pêvetir bi
tu tiştekî din nikare bê wate kirin.
Her dayik û
bavekê ciwanan qasî ciwanên me li hember jiyanê
û sekna ciwanan berpirsyarin û diber her
kêmasiyek ciwanên me de qasî wan teşwîqkar e. Ji
ber çi min ev tişt anîn ziman û bi taybet
girîngî da rewşa ciwanan? Niha bi rastî jî li
bakurê Kurdistanê û di parçeyên din ên
Kurdistanê de ciwanên Kurd û gelê Kurd di nava
şerekî mezin de ne. Di her warê jiyanê de êrişên
mezin li ser wan berxwedanvanan heye. Rewşa
ciwanên me yê penaber li hember vê têkoşînê
gelek li paş û lewz e. Divê em vê yekê
nepejirînin. Divê em her kêliyê xwe li ber çavan
derbas bikin. Divê em şayanê nav û nasnameya xwe
ya civakî bin. Divê em bi sekna xwe bibin mînaka
ciwanên şoreşger. Divê em xwedî li tekoşîna xwe
ya azadiyê derbikevin. Rêbertî ji dibê je me bi
ciwanti despêkir em bi ciwanti bidomînin. Divê
em ala tekoşînê di har warê jiyan û xebata xwe
de hidin destê xwe û ji civaka xwe re pêşengiyê
bikin.
|