|
Serbest Demîr
Em dibêjin ciwan
pêşeroja civakêne. Rêbazê jiyan, perwerde,
têgehiştin û exlaqa ciwanan pêşeroja civakê jî
diyar dike. Exlaq jî hîm û bingehê civakê ye.
Civakek bê exlaq nikare di nava yekîtî, pevratî,
biratî, aşitî û azadiyê de bijî. Ji lewra hebûna
exlaq û fêmkirina teoriya wê ji bo me pir
giringe. Em ê hewl bidin di vê mijarê di sê
xalan bînin ziman. Xala yekem civak û exlaq çiye?
Em divê civaka bi exlaq çawa nasbikin? Xala
duwem roja îro rewşa exlaqî ya ciwanên wargeha
me çawaye? Ya sêyem jî çareserî çiye û
berpirsiyariya me ya ciwanan çiye?
Civak tenê li
ser esasê pêwîstiyên madî ava nabe. Dîsa tenê li
ser esasê pêwendiya xwînê jî pêk nayê. Elbet ji
bo komên mirovan bikarin di xwezayê de debara
jiyana xwe bikin çend şert pêwîstin. Dermale
yanê debara rojane ya jiyana aborî mijarekî
giring e. Mirov ji bo pêkanîna vê yekê di nava
xwe de kar parve dikin. Hindek çandiniyê dikin,
hindek endustriyê dikin, hindek amûr û xurekên
ji wan re pêwîst hildiberînin. Yanê her kesek li
gorî derfet û şiyîna xwe kar û xebatekî dike. Ev
xal ji bo hebûna civakê giring e. Em van tiştan
weke polîtîkaya civakê dinirxînin. Yanê ji bo
xizmet û jiyana hevpar ê civakê tevahî karên ku
mirov dikin dibin polîtîkaya civakî. Lê xala
esasî ya ku dihêle civak li ser lingan bisekine
û bikare bi hev re bijî, ji hev fam bike exlaq
e.
Exlaq di nava
civakê de prensîb û qanûn, huquq, tore, edet û
teqalîta jiyanêye. Nivîskî nîne. Yanê tiştekî
madî nîne. Bi temamî manewî ye. Yanê xercê
manewî yê civakî ye. Lê belê ji aliyê her kesî
ve baş tê zanîn û her kes li gorî pêwîstiyên wî
nîzîk dibe. Her kes baş dizane ku exlaq nebe di
nava jiyana civakê de heskirin, rêzgirtin,
parvekirin, ji hev famkirin, alikarîdayîna hev,
empatîkirin jî nabe. Ger ev jî nebin jixwe mirov
nikarin bên gel hev û bi hevre komekî civakî
avabikin.
Exlaq di heman
demê de rengê çanda civakan jî diyar dike.
Civakek exlaqa wê çiqas xurt û bihêz be ewqas
çanda wê jî xurt û bihêz e. Exlaq di heman demê
de parastina nirxên civakê ye jî. Di her deverê
jiyanê de em rastê prensîbên exlaqê tên. Em
dibêjin gelê Kurd xwedî çandekî dewlemend e. Ev
tê wê wateyê ku exlaqê gelê Kurd jî exlaqek
dewlemend e. Kurd bi çand û exlaqa xwe ve pir
girêdayîne. Ji ber vê yekê di dîrokê de heya
niha karîne hebûna xwe bidomînin. Ger ev nirxê
gelê me neba wê ji mêj ve gelê Kurd di bin ev
qas qirkirin, înkarkirin, dagirkerî, mêhtîngerî
û polîtîkayên asîmîleyê de biheliyaba û tune
biba. Tekoşîna azadiyê van nirxên gelê Kurd esas
digre û li ser vê yekê hewl dide civakekî exlaqî
û polîtîk avabike. Civaka exlaqî û polîtîk
civakak azad e.
Îro em dibînin
ku sîstema serdest ji bo exlaqê civakê têk bibe
çi ji dest tê dike. Mirovan fêrî jiyanekî madî
dike. Her tişt êdî tê kirîn û girohtin. Di bin
navê azadiyu azadiya ferdî de ezeziyê pêş dixe û
têkiliya ferd ji civakê qut dike. Ferd dikeve
pey berjewendiyên xwe yê kesî. Sîstem çima
exlaqê civakê xerap dike? Divê em vê pirsê ji
xwe bikin. Ji ber ku ger civak ji nirxên xwe yê
manevî dûr bibe û bikeve pey berjewendiyên xwe,
hemû nirxên xwe bifiroşe sîstem dikare wî/wê
baştir bikar bîne û birêve bibe. Bi vî awayî
dikare mirovan baştir bêhiş bike û bixapîne. Ji
bo vê jî jixwe hemû derfetên xwe yê zorî, madî û
teknîkî bikartîne. bi kurt û kurmancî mirovan ji
exlaqê civakî dûr dixe.
Bi taybet sîstem
bi gelek rê û rêbazan berê xwe dide ciwanan.
Xeyal û fikrê ciwanan digre bin serweriya xwe û
tîpekî ciwanan ya li gorî rastiya xwe avadike.
Ciwanekî ku ji exlaqê civakî bê agah, dûr û li
pey ajoyên xwe yên rojane direve avadike. Her
wiha civakekî li gorî rastiya xwe ava dike. Ji
ber ku civan hêza dînamîk ya civakê ne. Em jî
dibêjin qey em mirovên azad in. Baş e, gelo
rojane tiştên ku em dikin çiqas li gorî exlaqa
civakê ne, çiqas li gorî bê exlaqiya sîstemêne?
Em dikarin vê
bandora sîstemê ya li ser civaka me jî bînin
ziman. Weke gelê wargeha penaberan a Mexmûrê em
xwedî çand, exlaq û kevneşopiyekî şoreşgerîne.
Di dîroka penaberiya me de berxwedanek mezin û
bê hempa heye. Gelek şehîdên me hene. Me kariye
di encama vê berxwedanê de hebûna xwe biparêzin
û bibin xwedî nasname. Civaka me ya penaber bi
vî awayî kariye nirxên xwe yê manewî biparêze.
Ev nasnameye ku dihêle em di nava her kesî de
serbilind bin. Başe ji me ciwanan re pirsa min
ev e; gelo em çiqasî vê rastiyê di jiyana xwe ya
rojane de ber çav digrin? Gelo em çiqasî li gorî
exlaqa xwe ya şoreşgerî dijîn û li gor wî bi
mirovan re didin û distînin?
Ger em kiryarên
xwe yên rojane bibînin em ê bizanin ku zêdetir
em li pey daxwazên sîstemê de dimeşin. Yanê
sîstem bê exlaqiyê li me ferz dike û em jî ya wî
dikin. Ji ber vê yekê jî sîstem dikare me zû ji
rastiya me dûr bixe. Di vê mijarê de
berpirsiyariya mezinan jî heye. Helbet malbat jî
di şikilgirtina ciwanan de xwedî par û
berpirsiyariyan in. Lê ger em dibêjin ciwan
pêşengê civakê ne, divê em rastiya xwe baştir
analîz bikin û baştir bibînin.
Di encam de çareserî di destê me de ye. Berî her
tiştî divê em her tim exlaqê xwe yê civakî yê
şoreşgerî li ber çav bigrin. Divê em bibin xwedî
jiyan û kesayetek bipîvan û prensîb. Divê em
berjewendiyên xwe tu caran nedaynin pêş
berjewendiyên civakê. Divê em rastiya xwe û ya
sîstema serdest û zûlûmkar tu caran ji bîr nekin.
Erkên bi vî awayî em dikarin zêdetir jî rêz
bikin. Her wiha em dikarin gelek mînakên jiyana
xwe ya rojane jî bidin. Ji bo baştir bê fêmkirin
ev yek pêwîste jî. Bê guman ev mijarek berfereh
e. Em ê hewl bidin di nîvîsên xwe yên din de jî
vê mijarê binirxînin.
|