|
|
Ehmed Hesen
Dewleta Tirk li
hemberî gelê Kurd di bi her awayî şerê taybet
dimeşîne. Her roja ku diçe rêbazên tunekirinê
yên nû diafirîne. Hikûmeta AKP’ê bi dijwarkirina
polîtikayê tasfiyeyê û meşandina şerê taybet re,
dixwaze encamên ku 51 hikûmetên beriya niha bi
dest nexistiye, bi riya siyaseta xapînok bi
destxê. Ji bo vê yekê jî, rêbazên ku nayê hişê
mirovan, di serdema AKP’ê de, li ser civaka Kurd
meşandiye. Rêbazên herî berçavan ew in ku rojane,
di polîtikayên AKP’ê de xwe didin der. Berovajî
kirina rastiyan e. Weke mînak, di ziman de
misilman, lê di piratîkê de bawerî bi Xwedê nîne.
Xwe çepgir, sosyalîst û mirov hez nîşandan, lê
faşîzane tevdigere. Zalim e, lê di dîtinê de yê
zilim lê hatiye kirin xwe nîşan dide. Xwe
xizmetkarê mirov û niştiman nîşan dide, lê bi
feraseta yek netewe, yek al û yek welat yê herî
ziyanê digihije netewe û mirov AKP bi xwe ye.
Dema AKP’ê vê yekê dike, bi saziyên dewletê re,
di nav ahengekê de û bi rêxistin vê yekê dike.

Li hebar van
kiryarên AKP’ê Kurd çawa dikarin şiyar bin û xwe
biparêzin? Ev mijareke pir jiyanî ye û berfereh
e. Ji ber ku ev êrîş piralî ne. Divê mirov jî di
bingeh de mijara xwe parastinê ango parastina
rewa nas bike û li gor wê tev bi,gere.
Di gerdûnê de,
hemû zindî xwe diparêzin. Xwezaya bê parastin,
ne zindî ye berovajî vê yekê miriye. Zindiyên ku
xwe nekaribin biparêzin bi tunebûnê re, rû bi rû
dimînin. Parastina rewa, ango parastina xwezayî
xwe li hemberî gef û êrîşên ji devre bên, çi ev
êrîşên fîzîkî, yan jî bîrdozî bin, xwe parastin
e. Di vê de parastin tê wateya berdewama ango
domandina jiyanê.
Parastina rewa û
xwezayî, nayê wateya ku tenê xwe parastina li
hemberî êrîşên leşkerî. Her wiha tê li dijberî
hemû cureyên êrîşan derbasdar e. Çawa ku
parastina rewa mafekî xwezayî ye. Di heman demê
de, li hemberî gefxuran jî, xwe bi rêxistin
kirin û amadekirin jî rewa ye. Bi çanda xwe
parastinê, civak amadekirin û bi rêxistin kirin.
Mafekî xwezayî ye.
Têgeha civaka bê
parastin bi rêxistin e, ji aliyê civaka Kurd ve
wisa tê xwendin. Çendî parastin, hindî rêxistin.
Çendî xwe bi rêxistin kirin hindî xwe parastin.
Bi vê têgehê civakê ji hemû êrîşên fîzîkî, çandî,
aborî, siyasî, leşkerî û birdozî xwe dikarê xwe
biparêzê û dîroka xwe bi tîpên zêrîn neqş bike.
Ji ber Xweseriya
Demokratîk, rêvebiriya civakê xwe bi xwe ye.
Pêwîste civaka di xala xwe parastinê de jî xwedî
rêxistineke qewîm be. Ji ber vê yekê divê bi
rêxistin kirina hemû cureyên civakê, biçûk û
mezin weke erk li ser milê KCD’ê be. Di
Xweseriya Demokratîk de, çendî hêza te hebe û
çendî hiqûqa te li pêş be û aboriya te bi rêk û
pêk be, lê dema tu nezanî xwe biparêzî û ji bo
parastinê xwe bi rêxistin nekî, ti weteya wê
tune ye. Ewlekariya civakê bi rêxistinê çêdibe.
Ewlebûna civakê,
ne tenê bi avakirina yekîneyeke leşkerî yan bi
arteşekê tê misogerkirin. Helbet ev yek jî
pêwîst e, lê ya girîng di Xweseriya Demokratîk
de, hest û refleksên xwe parastinê li pêş bin û
bi rêxistin kiribin. Li cihê çalakî pêwîst be
divê çalakî hebin. Civaka Kurd bêyî ku cûdabûnê
bi xwe navbêra çalekiyên biçûk û mezin, pêwîste
li her qada ku çalakî hewceye amadebe, li gorî
taybetmendiya qadê şêwaza û cureyên çalakiyan
pêş bixê. Dema ev yek bê kirin, civaka Kurd bi
rêxistin kiriye û dikarê ewlekariya xwe, misoger
bike û hîn nêzî serkeftinê bibe.
|