|
Dîcle
EFRÎN
Perwerde beriya
her tiştî tê wateya fêrbûna jiyanê. Di dîroka
mirovahiyê de jî perwerde xalekî sereke digire .
Bê perwerde sîstema civakê nayê avakirin. Bi
perwerdê pergala civakê tê xuliqandin û civak li
gorî vê pergalê xwe bi tevger dike. Perwerda
yekemîn jî ji aliyê dayik ve tê dayîn. Dayik bi
berwerdekirina zarokan civakek ava dike. Heke
perwerde nebe wê demê pergala civakek jî nayê
avakirin. Dayik bi perwerdekirina zarokan
civakek ava dike û zarokan dike di bin xizmeta
pergala civaka xwezayî de. Hemû kesên ku di nava
civaka xwezayî de dijiyan beşdarbûna xwe ji dil
û can didan pêşxistin. Bi perwerdeya dayikê ango
xwedawendê civakek exlaqî û polîtîk hatiye
afirandin. Di nava civaka exlaqî û polîtîk de
hemû rengên jiyanê tê de cih digire. Ji bo
civakek wisa bê afirandin kedeke bi hezaran
salan hatiye dayîn.
Piştî ku sîstema
dayiksalariyê ji aliyê baviksalaran ve hate
dagirkirin û bi dest xistin vê carê perwerdeya
desthilatdariyê hate damezirandin. Ev perwerde
sîstema ixtîdarê ya dewletê da avakirin. Dewlet
hemû hêza xwe bi perwerdeyê kir pergal û civakê
bi darê zorê da qebûl kirin.
Di roja me ya
îroyîn de jî ev berdewame. Hemû sîstemên
desthilatdar bi perwerdê sîstema xwe bi hêz
dikin, bi perwerdê parezvanên civaka xwe ya
desthilatdar dixuliqînin. Mînaka vê ya herî li
ber çavan jî moderniteya kapîtalîzmê ye.
Kapîtalîzm dixwaze hemû civakê bixwe di bin
xizmeta xwe de. Vê jî di bin navê perwerdeyê de
bi xalên zirav pêk tîne. Mirovan bê hiş dihêle,
bê refleks dihêle, mirovan civakê qut dike. Heke
mirov ji civakê qut bibin wê demê pir hesan
dikare van mirovan bi rêve bibe û bike di bin
xizmeta berjewendiyên xwe de. Heke tu mirovan ji
civaka wî/ê qut bikî wê demê tu ew kes çand û
sîstema wî/ê ya civakê qut dikî. Tu wê/î
ditevizînî û bê mejî dihêlî. Civaka desthilatdar
di bin navê perwerdê de jî vê pêk tîne. Kesan ji
rastiya civaka wan an jî ji wan bixwe dûr dixîne.
Dema ku kes ji rastiya civaka xwe qut bû wê demê
rastiya xwe jî qut dibe. Rastiya xwe qutbûyîn jî
tê wateya weke mirîşkek serî jêkirî li derdorê
xwe zivirandinê. Dema kes wisa bûn wê demê
îdeolojiya xwe empozeyî wan dike.
Niha perwedeya
herî sereke li ser ciwanan tê meşandin. Heke
ciwan ji bo dema pêş neyên perwerdekirin wê demê
civaka desthilatdar nikare xwe li ser piyan
bigire. Ji bo vê jî hewldanên mezin didin.
Yane mirov
dikare beje ku şerê herî mezin bi riya
perwerdeyê tê meşandin. Perwerde xebatek herî
zirave û herî serkeftiye jî. Ji bo hemû beşên
jiyanê pêwistiya perwerdeyê heye. Bê perwerde tu
tişt nayê guhartin û veguhartin.
Di civaka me de
em çawa nêzik perwedeyê dibin? Girîngiya
perwerdê bi rastî qasî ku tê xwestin em dizanin
an na? Perwerde şerê herî girîng û mezin e.
Rêber Apo gelek girîngî dide perwerdê. Eger
girîngî nedaba perwerdê wê demê gelê kurd jî
nedigîhişt di vê astê de. Gelek kesên serdest
henin ku dibêjin: hemû tiştan bidin lê tenê
zanebûnê nedin gelên bindest. Ev peyv girîngiya
perwerdê an jî zanistê bi her awayî radixîne li
ber çavan.
Rêberê gelê kurd
hemû hêza xwe da perwerdekirina gelê kurd, gelê
kurd roj bi roj perwede kir û bi perwerdeyê bi
tevger kir. Eger perwerde nebûya gelê kurd
nekarîbû xwe bi tevger jî bike. Perwerdekirina
zarokan gelek girîng e. Erkên herî mezin dikerve
li ser milê dayik û bav de. Divê perwerdekirina
me ya zarokan li ser civaka exlaqî û polîtîk de
be. Civaka exlaqî û polîtîk ne civakek xeyaliye.
Civakek xwezayî ye. Bi kurtasî vegera rastiya
xwe ye. Çandek wekhev, bi dad, demokratîk û tê
de cinsiyetparêzî tune ye. Ji bo ku em bigîhêjin
civakek wisa perwerde pêwist dike, perwerde ji
bo hemû kesên civakê pêwist dike. Bi taybetî ji
bo jin, ciwan û zarokan pêwsit dike. Jin bixwe
movik an jî girêçik (omurga) civakê ye.
Dînamîkên civakê jî bê guman ciwanin. Divê hêza
herduyan bibe yek û bikeve di bin xizmeta civaka
exlaqî û polîtîk de. Jin û ciwan divê bibin
parezwanên civaka xwezayî.
Wargeha me jî
divê di vir de erkek mezin bide li ser milê xwe.
Ji xwe wargeha me weke modelek tê nîşandayîn, lê
divê em di vir de xwe nexapînin. Em vê ji xwe
pirsbikin me çiqas xwe ji sîstema desthilatdar
an jî zihniyeta sîstema desthilatdar xilas
kiriye? Ev pirs pir girîng e. Em bi perwerdeyê
dikarin bersiva vê pirsê jî bidin. Ji bo vê jî
divê di wargeha me de tu zarok bê perwerde neyên
hiştin. Di serî de malbat û hemû civaka wargehê
xwe li ber perwerdeya zarokan de berpirsiyar
bibîne û zarokên ku nayên dibistanê teşwiqî
dibistanê bike û astengiyên ku hene çareser
bikin. Zarokên me layiqê her tiştîne. Zarokên me
pêş e roja me ne. Pêş e roja me jî civaka exlaqî
û polîtîk e. Eger em ji bo vê civakê hewl bidin
wê demê em dikarin xwediyê Rêberê xwe û şehîdên
xwe derkevin.
|