* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


BI HÊZA MANEWÎ RÊXISTIN ÇÊDIBE
 

 

          

Di şertên penabertiyê de jiyîn û mezinbûn bê gûman herî zêde li ser ciwanan bandorek mezin ê psikolojîk çêdike. Mirov di temenê ciwantiyê de hewce dibîne ku di gelek aliyan de bibe xwedî zanîn. Di cîhanê de îro her kesê ku dixwaze bigihêje zanînê û fer bibe, bialikariya amûrên teknîkê di demek kurt de digihêje hemû cûre zanînê û fêr dibe. Lê ji bo vê zanînê hundirîn bike û derxe zanebûnê, pêwîstî bi tecrubeyan heye. Ji ber vê yekê ji bo mirov bibe xwedî tecrûbe û zanînek berfirek jî pêwîstî bi civakbûn, rêxistin û rêxistinbûnê heye. Ji ber vê yekê îro li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo ciwan xwe birêxistin bikin Komaleya Ciwanên Mexmûrê hatiye ava kirin.

Ciwanên Mexmûrê cara yekemîn di sala 1995’an de li wargeha Etruşê xwe birêxistin dikin û saziya xwe dadimezrînin. Bi demê re ev sazî kar û xebatên xwe rêxistin dike, rêveberiya xwe hildibijêre û di navbera rêvebiriyê de jî kar û xebatên xwe dabeş dike. Saziya ciwanan di xebata xwe ya 15 salan de gelek kar û xebatên cûr be cûr da meşandin. Endam û rêveberiya komaleyê kar û xebatên niha li Komelaya Ciwanên Mexmûrê têne meşandin û asta xebatên ciwan gihiştiyê ji rojnameya me re vegotin;

‘Ji bo xebatek berhemdar, me xebatên ciwanan dabeş kiriye’

Endamê rêveberiya Saziya Komalên Ciwanên Mexmûrê Dilşad Wan li ser kar û xebatên saziyê û rêxistina rêveberiya saziyê diyar kir ku wan xebatên xwe dabeş kirine û got: “Yek ji prensîbên herî bingehîn ê komaleya me û exlaq xebat û karê ciwanan, bi demê re guherîne rêveberiyê ye. Ji ber vê yeke di hûndirê 15 salan de saziya me gelek rêvebir gûheriye. Di konferansa Komalên Ciwanên Mexmûrê ya dawî de rêvebiriyek nû yê ji 49 kesan pêktê, hate hilbijartin. Ji bo hemû beşên xebatan û ji her qadê ciwan di nava vê rêvebiriyê de cih digre. Her ciwan di nav saziya me de dikare xwe bi awayek azad îfade bike. Me kar û xebatên rêveberiya komaleya ciwanan hem ji bo saziya me karîbe xwe xurttir rêxistin bike û kar bike, hem jî ji bo em bikarîbin bigihêjin, zêdetirîn ciwanan dabeş kiriye. Di vê çarçeveyê de rêveberiya me xwe li ser deh (10) beşan rêxistin kiriye.”

‘Xebatên perwerdê bi disîplîn tê meşandin’

Dilşad Wan destnîşan kir ku yek ji karê wan ê herî girîng jî perwerdekirina ciwanan e û axaftina xwe wiha berdewam kir; “Di şertên penabertiyê de derfetên ciwanan ê di hemû aliyan de bikaribe xwe perwerde bike, nîn e. Ji ber vê yekê yek ji karê komaleya me perwerdekirina ciwanan e. Heta astekê gelek ciwan di dibistanê de dixwînin, lê gelek ciwanên me naçin dibistanê. Ji bilî vê ji bo ciwan bibin xwedî vînek azad, xwe nasbikin û bi awayek çalak tekoşîna azadiyê bidin meşandin, di jiyana mirovan de perwerde xwedî cihek girîng e. Lewra ji bo ciwan di nava civakê de bibin xwedî zanînekê û bi vîna azad pêşengiya civakê de bikin xebatên me yên perwerdê bi awayek bidîsîplîn têne meşandin.”

‘Pêwîste xwedî li keda xwe derkevin’

Der barê xwedî derketina ciwanan a saziya ciwanan de Dilşad Wan anî ziman ku gelek ciwan hene piştî temenekî û şûn ve xwedî li komaleya ciwanan dernakevin û ev yek jî dibe sedem ku ciwanên xwedî ezmûn, tecrûbeyên xwe bi ciwanên din re parve neke û wiha pêde çû; “Li Mexmûrê gelek ciwan hene ku di demên cuda û di astên cuda de kar û xebata komeleya ciwanan daye meşandin. Her wiha ev ciwan di asta rêxistinî û zanînê de bûye xwedî ezmûnek girîng. Lê ev ciwanên me ezmûn û zanebûnên xwe bi xebatkarên nû yên saziyê re parve nakin. Bêguman ev yek jî dihêle ku xwedî derketina li saziyê, lawaz bibe. Divê her ciwanên ku di komaleya ciwanan de ked daye, xwedî li keda xwe derkeve, zanîn û tecrûbeyên xwe bi ciwanên di saziyê de nû erk digrin re parve bikin.”

‘Pêwîstî bi karekî biîstikrar heye’

Endamê Komaleya Ciwanên Mexmûrê Îsmaîl Sanri der barê kar û barên rêveberiya komaleya ciwanan de diyar kir ku ji bo xebatek xurt rêxistinbûnek xurt pêwîst e û axaftina xwe wiha domand; “Ger xebat û rêxistinek xurt bê meşandin wê karekî xurt derkeve holê. Ji bo karekî xurt jî pêwîstî biîstikrarê heye. Li gor min sedema hin pirsgirêkên ku ciwan û saziya ciwanan dijîn, bi awayek xurt nerêxistinkirina xebatan a rêveberiya saziyê ciwanan e.”

‘Bê derfetî li pêşiya xebatê asteng e’

Sanri diyar kir ku pirsgirêkên di hin karan de derdikevin holê çavkaniya xwe ji bêderfetiyan digre û wiha pêde çû; “Di saziya ciwanan de potansiyela mirov bikaribe gelek kar û xebatan bide meşandin heye, lê ji ber bêderfetiyan em nikarin karekî xurt bimeşînin. Ev yek jî bi xwe re pirsgirêkên cûda derdixe holê. Ger derfetên saziyê hebûya, ez bibawerim ku wê ji bo pêşxistina asta rêxistinkirin û zanînê kar û barên zêdetir bihataya meşandin.”

Hêza manewî

Yek ji ciwanên keç Bêrîvan Bîlen jî weke endameke Komaleya Ciwanên Mexmûrê diyar kir ku li gorî dema borî derfetên saziya ciwanan hîn zêdetir e û anî ziman ku ciwanan vê demê di aliyê manewî de hin lewaziyan dijîn û axaftina xwe wiha berdewam kir; “Saziya me dema ku nû hatibû avakirin tu derfetê wê tinebû, lê di aliyê manewî de xwedî hêzêkî pir xurt bû. Ji ber vê yekê di her aliyî de kar û xebateke baş dihat meşandin. Bi demê re ji ber di mirovan de kêmbûna hêza manewî, di kar û xebatên komaleya ciwanan de jî û di rêxistinkirin û yekîtiya ciwanên Mexmûr de jî lawazî û qelsiyek mezin, hate jiyîn. Ji ber vê yekê heta di ciwanên Mexmûrê de hêza manewî bipêşnekeve, xebatên saziyê û rêxistinbûn û yekîtiya ciwanan pêş nakeve.”

‘Têkîliyek xurt bingeha serkeftinek xurt e’

Bîlen di axaftina xwe de balê dikişîne ser têkiliya saziya ciwanan a bi saziyên din ê wargehê re û wiha dibêje; “Di bingeha xebatek xurt û serkeftî de têkiliyên xurt heye. Ji bo saziya ciwanan di wargehê de bikaribe xwe xurt rêxistin bike û hebûna xwe bi ciwanan û civaka Mexmûrê bide hîskirin, pêwîst e, têkîliya xwe bi saziyên din ê wargehê re xurt bike.”

Endama komaleya ciwanan Berîvan Bîlen di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e, hemû endamên saziya ciwanan ên kevn xwedî li saziya xwe derkevin, di kar û barê saziyê de û di rêxistinkirina ciwanan de tecrûbeyên xwe bi ciwanên nû re parve bikin.
                                                        MEXMÛR ANF/