|
|
Dûran
Kalkan
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan
di nirxandina 33’emîn Salvegera Damezrandina
PKK’ê de bal kişand ser daxwiyaniya Serokomarê
rejîma Tirk Abdûllah Gul a ‘PKKê tiştên ku dê me
bikira vala derxist’ û got: “Yanê xwest bibêje,
‘planê me yên tasfiye û jinavbirinê vala derxist’.
Belê, me bi berxwedêriya sala 33’emîn hem dek û
dolabên AKP’ê xera kir, hem jî êrîşên bîrdozî,
siyasî û leşkerî yên tasfiye û jinavbirinê,
şikand.” Kalkan deshilatdariya AKP’ê weke
‘Tirkperestiya Kesk’ bi nav kir û got, “Hewl tê
dayîn ku civaka Tirkiyeyê bikin dijminê Kurdan û
PKK’ê”.
Di pîrozbahiyên Roja 27’ê
Mijdarê Damezrandina PKK’ê de digel endamê
Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan, Endama
Konseya Rêveber a HPG’ê Delal Amed, Endama
Konseya Leşkerî ya YJA STAR’ê Dîlan Meletî,
Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Alî Kîçe, yek ji
fermandarê HPG’ê Koçero Amara gelekî gerîla
amade bûn. Piştî rêwresma leşkerî, gerîlayan
27’ê Mijdarê li hev pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de 51
gerîlayên perwerdehiya xwe ya felsefî, bîrdozî,
leşkerî û siyasî temam kirin, bi rêwresmekê
dîplomayên/şehadeyên xwe wergirtin.
Endamê Konseya Rêveber a
KCK’ê Dûran Kalkan di axaftina xwe ya li vir de
qala pêşkevtina PKK’ê ya dîrokî kir û li hemberî
pêşkeftinên roja îroyîn helwesta PKK’ê nirxand.
Kalkan di destpêka axaftina xwe de 33’emîn
Salvegera Damezrandina PKK’ê di serî de Rêber
Apo, li hemû rêhevalên xwe, li gel û li
mirovahiyê pîroz kir û diyar kir ku li hemberî
şehîdên têkoşînê yên bi Hakî, Mazlûm, Kemal û
Xeyriyan dest pê kir û di 2011’an de bi Ristem,
Çîçek, Alîşêr, Brûsk û Rûkenan berdewam kir
minedar in.
Kalkan, da zanîn ku 5 sal
pêvajoya amadekariyan 33 sal jî bi awayekî fermî
bi tevahî pratîka wê ya 38 sale heye û wiha
domand: “PKK’ê bi têkoşîn û pêşkeftinê xwe
afirandî û bi tevgerbûna gel xwe peyîtandî.
Hebûna wê hema bigire ber bi nîv sedsalê diçe.
Ger em îro berçav bigire û li rabirdûyê binêrin,
bi zelalî tê dîtin ku bi PKK’ê re jiyan li
Kurdistanê ji hemû deman bedewtir, kelecantir û
watedartir e. Ger di dîroka nêz a gelê Kurd de
qala serdemeke birûmet, serbilin, azad û bivîn
bê kirin, bê guman dê serdema herî pêşkeftî
serdema PKK’ê ye.”
Kalkan, destnîşan kir ku
hinek kes dibêjin ‘Di 2011’an de li Rohilata
Navîn bahara Ereb pêk tê, Kurd jî hewl didin ji
vê yekê îlham bigirin û bahara Kurd biafirînin’
lê dostên gelê Kurd jî di vî warî de bi fikar
in, gelê dê pêk bê yan na û wiha berdewam kir:
“Dijminên me îdîa dikin ku dê nikaribin pêk
bînin. Lê heqîqet ev; bi PKK’ê re her rojê
Kurdistanê, her roja jiyan û civaka Kurd, her
demsala gelê Kurd, her sala gelê Kurd bû bahar.
Rêber Apo gotibû ‘Me gelê ku her dibe bahar
afirand’. Gelê Kurd gihişt serdema herî watedar
û pêşverû ya dîrokê.” Kalkan diyar kir ku di
afirandina vê dîrokê de helwesta PKK’ê ya
felsefîk, bîrdozî, polîtîk, stratejîk, taktîk û
mîlîtaniya li ser xeta lehengiyê/qehremaniyê
rolek mezin bi cih anî; ev yek heqîqeta Şehîdan
û Rêbertiyê ye.”
Endamê Konseya Rêveber a
KCK’ê Dûran Kalkan got ku PKK xwedî analîz û
feraseteke bihêz a civak û dîrokê ye. Kalkan,
diyar kir ku di PKK’ê de gotin û kirin bi hev re
dimeşe, hev du digire; karekterê PKK’ê ew e ku
ne xwe ne jî civakê bi tu awayî naxapîne. Kalkan
wiha domand: “PKK partiya şehîdan û Rêbertiyê
ye, taybetmendiyên wê ji vir tên.”
Kalkan, bal kişan ku PKK
bûyeye heqîqeta gel û gel bi xwe û wiha axivî:
“Nêzî 25 sal in, gel daketiye qadan û dibêje
‘PKK gel e, gel li vir e’. Gelê Kurd PKK’ê wekê
giyan, rih, nasname, bîr, azadî û jiyana xwe
demokratîk dibîne.” Kalkan derbirî ku PKK; jin,
ciwan, kesayet, kedkar, civaka azad û vîna Kurdê
azad temsîl dike.
Kalkan, diyar kir ku PKK
tevgera hest û ramanê ye û 40 salên dawî de bûye
tevgera çalakiya mezin û ev yek di gel de rê li
ber coş û heyecanan vekir, di hêzên mêtinger û
komkujer de jî tirs û fikarek mezin çêkirin.
Kalkan anî zimên rewatî,
mirovatî û mafdariya ku berxwedêriya gelê Kurd
bi pêş dixe herî baş heqîqeta berxwedêriya mezin
a zîndana Amedê radixe berçavan.
Kalkan, di axaftina xwe de
bal kişand ser derbeya leşkerî û faşîst a 12’ê
Îlonê ya di1980’an de li Tirkiyeyê qewimî û got
ku di rastiya xwe tenê PKK’ê negot, ev derbeyek
faşîst e divê li hemberî faşîzmê berxwedêriya
çekdarî bê destpêkirin, lê yekane tevgera ku hêz,
wêrekî û fedakariya vê yekê ravekir, PKK bû.
Di pîrozbahiya 33’emîn
Salvegera Damezrandina PKK’ê de Endamê Konseya
Rêveber a KCK’ê diyar kir ku di çarçoveya
pergala sermayedariya global de bi derbeya
faşîst a 12 Îlonê pêvajo û pêngava ‘xeta kesk’
li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin; pergala dewletê
ya heta wê demê li ser
nijadperestî-netewperestiyê bû, ber bi ‘faşîzma
olperest’ yan jî ‘Ergenekona Kesk’ ve dest bi
guhertinê hatiye kirin. Kalkan got ku dema hêzên
faşîst-neteweperest ‘bi çepgir, rastgir,
lîberalên’ xwe ve li hemberî berxwedêriya Kurd a
di bin pêşengtiya PKK’ê de têk çû, yekane hêza
ku zînde mabû ‘li ser Îslamiyeta sexte’ hingava
ku plangeriyên navneteweyî li ji dijî Tevgera
Azadiya Gelê Kurd PKK’ê xistin dewrê. Kalkan got
ku di rastiya xwe de ‘xeta kesk’ ji aliyê rejîma
Enqereyê ya Tirk ve dihat redkirin, lê dema
‘Tirkperestiya Spî’ li hemberî berxwedana gelê
Kurd şikest xwar, ‘Tirkperestiya Kesk’ xistin
dewrê û hêza ku nasnavê wê AKP çêkirin.
Dûran Kalkan got: “Digel
ku derfet ji AKP’ê re hat naskirin, hat dîtin ku
tirkperestiya kesk a AKP temsîla wê dike
çareserî jê dernakeve, bi bi fêl û ewirandinên
tirkperestiya kesk hewl tê dayîn ku li dijî gelê
Kurd pergaleke din a înkar, îmha û jinavbirinê
bê cîgirkirin.
|