|
|
Ji bo ku em
bibin xwedî welatekî azad û demokrat, ji bo ku
daxwaza şehîdên me yên bi rûmet bi cih bê, em
bikarîn ji bo hemû şehîdên xwe gorekî pîroz
çêbikîn, ji bo ku zarokên me bi zimanê xwe
biaxivin, bi nasnameya xwe ya azad bijîn, ji bo
ku em dijminên xwe têk bibin û bizivirin hêza
xwe ya azadiyê.
Belê ji bo van û
gelek tiştên din yan azadî yan azadî. Tevgera
gelê Kurd ji roja despêkê heya niha bi şîarên
yan azadî yan mirin destpêkir, lê bi pêşketina
têkoşînê re em hemû ji dizanîn gelê me û tevgera
me şîara xwe guhart û got; yan azadî yan azadî.
Bi têkoşînê navê mirinê jî guhartin, bi mirinê
jiyanek azad afirandin û gotin em ji bo jiyanek
azad biafrînin dimirin, navê wê jî ne mirine,
jiyan e. Me ji bo jiyanek azad û bi rûmet dest
ji gund,nafçe û bajarên xwe berda, ji bo em bi
rûmet bijîn û li gel dijmin cih negirin em bûn
penaber. Me tu caran li hemberê dijminê xwe serî
netewand û me herdem bi giyanekî xurt li
berxweda.
Weke hûn hemû ji
dizanin em di demek pir girîng û pir xeter re
derbas dibin, yan mirin yan jiyanekî bi rûmet,
yan serkeftin yan serkeftin bi van şîaran
têkoşîna xwe em didomînin bilind dikin. Em bi
êriş û planên nû re rûbirûne. Dijminên gelê Kurd
vê carê bi awayek hîn berfirehtir û hîn
dijwartir bi ser gelê me û têkoşîna me de tên.
Ji serdegirtin, binçavkirin, êrişên li ser
gerîlla û axaftinên Erdogan yên di civîn û
kombûnên dawî de ev yek pir zelal radixine li
berçavan. Bi giştî li dijî nûnerên Kurdan,
têkoşîna gelê Kurd û Rêber Apo planek yê
reşkirin û tunekirinê heye. Li hemberê hemû
hewldanên Rêber Apo û nûnerên têkoşîna rizgariyê
yên ji bo aştî û aramiyê jî, ev êriş û projeyên
tunekirinê tên domandin. Wiha xuya dike ku dê
helwest û sekna dijmin ya êrîşkar berdewam bike.
Êdî ji bo gelê
Kurd û têkoşîna azadiyê tenê riyek maye û ew jî
riya serhildan û berxwedanê ye. Ev dem dema ku
gelê Kurd têkoşînê di asta herî bilind de
bimeşîne û bersiva herî mezin bide dijmin e.
Pêwiste gelê Kurd ji demên berê bêhtir li nirxên
xwe xwedî derkeve û wan bi parêze. Weke Rêber
Apo jî di têbiniyên hevdîtinên dawî de bi lêv
dike, dem ew deme ku gelê Kurd ji bo jiyanekî
birûmet û ji bo parastina nirxên xwe yên pîroz
serê xwe li hember dijminan rake û bi girseyî
biherike kolanan. Ji ber ku weke min li jor jî
da diyar kirin, wiha diyare ku yên li hemberê me
tu riya ku em xwe îfade bikin nahêlin, em her
roj çend ciwanên xwe yên hêja û birûmet di
encamên êrîşên wan de dispêrîn axê. Li hember
çalekiyên demokratîk yên gelê Kurd û li hemberê
çadirên çareseriya demokratîk êrişên pir hovane
ji alî polîsên nîjad perest ve pêk tên. Herî
dawî weke tê zanîn hem Erdoganê ku bi xwe
misilmanek sexteye û endamên desteya civîna
bilind ya dewleta Tirkiyê zimanê xwe yê qirêj
dirêjî nimêja pîroz ya gelê Kurd kirin û dan
diyar kirin ku ew ê ji îro pê de rê nedin
çalekiyên bi vî rengî. Bi van êrişan dixwazin
gelê Kurd ji Rêber Apo û şervanên azadiyê
dûrxinin û çavên gel bidirsînin. Lê berovajî vê,
her gotinek, her êrişek, her binçavkirinek yên
ku li dijî Rêber Apo, şervanên azadiyê û gelê me
pêktê em xwe hîn zêde rêxistin û bi hêztir dikin,
ev êrîş me hîn zêdetir dozê ve dide girêdan. Ji
xwe gelê Kurd bi helwesta herî dawî ku li
hemberî biryara desteya bilind ya hilbijartinan
dayî nîşan dan û bi xwedî derketina şehîdên bi
rûmet û nûnerên xwe diyar kir ku ew dê têkoşîna
azadiyê bilind bikin. Herwiha dan diyar kirin ku,
ew bi van êrîşan tu gavan paş ve neavêjin û dê
têkoşînê di asta herî bilind de bidin meşandin.
Belê dem dema
serhildanêye. Dem dema berxwedanêye. Ji gelê
wargeha Mexmûr, ku divê riyê de gelek bedel daye
û her tiştê xwe fedayê şoreşê kirin û ketin li
ser riya azadiyê, divê îro jî bi wan hestên dema
borî nêzî têkoşînê bibin û xwediyê dîrok û
şehîdên xwe derkevin. Dîsa pêwiste gelê Kurd
xeteriya heyî bibîne, bi hişyarî tevbigere û
herdem li ser piyan be. Pêwiste li hemberê
dijminan em şîara demê yan azadî yan azadî, bi
dengekî herî bilind bi qêrîn û ji bo parastina
nirxên pîroz li her cih, qad û kolanan de
têkoşînê bilind bikin.
Bi hêviya wê
têkoşîna me ya azadiyê ya li hemberê dijminên
nîjadperest û faşîst bi serbikeve û dê hemû plan
û projeyên dijmin yên tunekirinê vale derbikevin
û gelê Kurd berxwedana herî birûmet nîşan bide.
Ji bo vê jî dibêjim: Yan azadî, yan azadî!
|