|
Rumet
Qoser
Wateya tecrîdê pir girane. Di hemû wateyan de ji
cewher dûrxisitin, ji jiyanê qutkirin, tenê
hiştin, ji berhemdariyê qutkirin, jiyana civakî
qutkirine. Armanca tecrîdê mirov ji baweriya wan
ya cewherî, nasnama wan, hizirandina wan ya azad
dûrxistine. Di nava komar û sazûmaniyên dewletî
yên herî zêde bi navê azadiyê tevdigerin zêdetir
tê jiyankirin û dîtin.
Gunter
Sonnenberg girtiyekî 16 salan di girtîgeha tîpa
F de maye. Ev kes di navbera salên 1977 heya
1992 an de girtî maye. Di nava tecrîda herî
giran de hatiye hiştin. Hestên xwe yên wê demê
wiha aniye ziman: “Dema mirov demek dirêj di
cihekî girtîde dimîne, dema ku qet dengan
nebihîze, hebûna nabîne, ji derve bi tevahî were
qutkirin mirov nexweş dikeve. Ev bi xwe êşkence
ye. Min bi çavên xwe dîtine ku di tecrîda 15
rojan de mirovan axaftin jibîr kirine”.
Girtiyê bi navê Tomax Carrera Juarros yê 16
salan di girtîgeha F de maye wiha dibêje:
“Derveyî perçekirina kesayeta mirovan, zêdetir
ti wateya vê mehkumiyetê tine ye. Mirov ji
hertiştî tê mehrûm kirin. Lê bi henasegirtinê jî
tê zanîn ku cîhaneke derveyî mirovan ya ku
digere tê jiyîn heye. Dema vîna mirovan ne bi
hêz be ev hîs nayê jiyankirin”.
DI NAVBERA HEBÛN Û TINEBÛNÊ DE XETA SIFIRE
TECRİD
Di navbera hebûn û tinebûnê de, di navbera nefes
girtin û berdanê de, di navbera avêtina dil de
xeteke pir hesas heye. Di gelek bûyeran de ji wê
xeta hesas re xala sifir tê gotin. Di vê xala
sifir de mirov nîv heye nîv tine ye. Tine tê
hesabkirin. Derveyî vê rewşa xwezayî ev xet di
jiyana mirovan de dayîna avakirin hunereke ji ya
rahîbên sûmeran zêdetir hewildana bê îradekirina
mirovan dixwaze. Mirov di vê xeta ne diyar de
hiştin, di nava sînorê hebûn û tinebûnê de
hiştin di sedsala 21 an de hunera afirandina
Levîathana ye. Cinawirê mirovahiyê ye. Ev jî
kesên weke mirovkuj dikarin pêk bînin.
Mirov hebûneke pir nazike. Di vê xeta hesas de
zêde nikare jiyan bike. Nikare li berxwe bide.
An divê rastiya mirovahiya niha ya heyî pir zêde
derbas kiribe. Ji ber bi rastiya mirovbûyîna
niha ne gengaze ku li hember rastiya vê xeta
sifir mirov li ber xwe bide.
ÊŞKENCEYA BÊ DELİL, TECRİDA JIYANÊ YE
Wiha tên hesibandin ev rojên Rêberê me yên
qedexekirî. Her roj hesabên tola van rojan tên
dagirtin û nirxandin. Ev rojên biyanîbûyîna
jiyana Rêber Abdullah Ocalan nayên wendakirin.
Îro tê gotin ku belgeyên êşkencexaneya îmraliyê
hatine wendakirin. Delîlên vê werin wendakirin
jî ev tên nivîsîn û mohrkirin. Ji ber gelê kurd
bi hezaran salan bê dîrok hatibû hiştin. Îro ev
gel bihûst bi bihûst vê dîroka xwe dipîve û li
ser rayên xwe yên dîrokî cardin xwe bi wate
dike. Ev wate di kesayeta Rêber Apo de hatiye
dîtin. Ji bo vê bedelên van rojên tecrîda giran
wê ji vê tecrîdê girantir bin.
Di vê tecrîdê de ti şopê derb û êşandinê nayê
dîtin. Ji ber zirara herî mezin mejî jiyan dike.
Pêlên mejiyê zirar dibîne. Lê kesên ku ji van
pêlan bêpar mayîne nikarin vê rastiyê îdrak
bikin.
Ev xet dibe xeta di navbera xeyal û jiyanê de.
Axaftin tê jibîrkirin. Tenê axaftin di asta
hizir de heye. Di rastiyê de ev axaftin nayê
çêkirin. Ew girtiyê 16 salan wiha dibêje: “piştî
ez ji girtîgehê derketim li derve min hertişt
meraq dikir. Ji bo vê min gelek pirs dipirsîn.
Dema min bersivên xwe nedigirtin ez gelek hêrs
dibûm. Piştre min fam kir ku ez pirsên xwe
napirsim. Tenê di fikirim lê nayînim ziman. Ji
ber vê, yên derdora min nedizanîn ku ez çi
dixwazim. Ev encama êşkenceya bêdelîl bû. Ev
kesên di demek dirêjde, di bin tecrîda giran de
mayîne gelek hewil dane ku vê rastiyê binirxînin
û vebibêjin. Lê belê ti carî ev hewildanên wan
bi ser neketine di nêvîde mayîne. Ti carî ew
xeta hebûn û tinebûnê derbas nekirine. Ji ber di
dema xwe de ev xet bi wate nekirine.
Rêbertî ev dema xwe çawa bi wate kiriye? Bi çar
hezar rûpel pirtûkên şaristaniya navendî û
şaristaniya demokratîk nivîsandinê ev wate û
ferqa xwe ji hemû rastiya mirovbûyînê daniye
holê. Ev ferq di roja me de hiştiye ku Rêbertî
hîn kurtir bibe.
Di hindirê vê tecrîda herî giran de rêbertî
cardin bi kesên xwediyê vê heşmendiyê re dide
eşkerekirin ku divê devji vê dijmirovbûyîna xwe
berdin. Rêber APO ev xeta hebûn û tinebûnê di
kesayeta xwe de bi hewildana azadiya gerdûnê ve
da girêdan.
DI NAVA GERDÛNA MEZIN DE MIROV BÊ CİH HIŞTINE
TECRİD.
Mejî ji hemû girtinên xwezayê re tê girtin. Ev
hewildana tinekirina mirovaye. Ev hewildan bi
awayeke sîstematîk tê pêşxistin. Di nava gerdûna
mezin de mirov bê mekan hiştine tecrîd. Di
êşkenceya tecrîdê de armanc ne tenê beden
êşkence kirine bi taybet hizir tê dîlgirtin. Ya
rastî tê xwestin ku hizir were dîl girtin. Lê
belê ew kesên xwedî zîhniyeta dagirker bi xwe jî
dizanin ku hizir nayê tecrîd kirin. Tecrîda li
ser hizir encax li ser kesayetên lewaz tê
pêşxistin. Kesên xwedî vîna lewaz dikarin ji vê
rêbazê bandor bibin. Di destpêka nivîsa xwe de
jî me dabû diyarkirin ku kesê di bin wê
êşkenceyê de maye nikare bi axife û ramanên xwe
bîne ziman. Di aliyê derûnî de bandorên neyênî
pir mezin jiyan dike.
Mirovê ku ev rastî bi tevahî berovajî kiriye û
li hemberî hemû hewildanên kuştina Hizir, Rêber
APO bi hezaran rûpel pirtûkên dîroka mirovahiyê
nivîsandin. Ev tenê bersiva vê bêvînbûyînê bê
destgirtin wê bibe delîlê vîna azad ya Rêber Apo.
Lê belê heşmendiya dagirker piştî vî kiryara xwe
ya dijmirovahî ya tecrîdê hew dikare ji gunehê
xwe vegere. Ji ber vê sedemê tecrîda li ser
rêberê me ewqasî dirêj kir. Ev sîstem hew dikare
vegere dema berê. Wê rêbertî û gelê kurd aliyê
rûyên wan yê reş cardin derbixe holê. Sebra gel
û gerîla pir zêde hat ceribandin. Bedêlên vê
tecrîda giran wê, ji wê girantir be.
|