* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


‘Tu hêz nikare serkeftina gelê me asteng bike’
 

 

   

Devrîm AMED- Ehmed ÇÎMEN

Bi boneya 27’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê Fermandarê Giştî yê HPG’ê Nûredîn Sofî, peyamên girîng dan. Nuredîn Sofî cejna vejînê li tevayî gelê kurd pîroz kir û diyar kir ku îro di encama têkoşîna 27 salan de gelê kurd biryara Kurdistana Xweser û Azad daye û wê 15’ê Tebaxa 2011’an bibe sala gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn. Her wiha bal kişand ser listikên qirêj ên hêzên komploger û wan bi awayekî tund hişyar kir.

‘Rojên pîroz, qedera gelan diyar dike’

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG Nûredîn Sofî 27’emîn salvegera 15’ê Tebaxê li Rêber gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê kurd û hemû gerîlayan pîroz kir û di kesayeta fermandar Egîd de, hemû şehîden şoreşê bibîr anî û wiha axivî: “Di dîroka netewan de rojên pîroz hene. Di van rojan de rûmet, jiyan û qedera van miletan hatiye diyarkirin. 15’ê Tebaxê jî ji bo gelê kurd rojek wiha ye.

Gelê Kurdistan beriya 15’ê Tebaxê, bi siyaseta înkar û îmhayê re rû bi rû mabû. Bi peymana Lozanê re hemû dewletên li ser Kurdistanê metînger; Erep, Fars, Tirk, polîtîkaya îmhayê, qetlîamên fîzîkî û çandî li ser kurdan meşandin. Di warê aborî de Kurdistan talan kirin. Bi hêzên xwe yên leşkerî Kurdistan dagir kirin. Di salên 80’î de ji bo kurdan nasnameyek çandî û netewî nehîştibûn. Heta kurd wekî mirov jî nedihesibandin. Lewra pêwistiya gelê Kurd bi rojeke vejînê hebû. Tevgera Apocî, bi ala PKK’ê li Kurdistanê şansekî vejînê afirand. Lê çawa ku ji bo kurdan jiyîna çanda xwe, xwebirêxistin qedexe bû, vê carê jî li ser gelê kurd û PKK’ê darbeya 12’ê Îlonê çê bû. Bi vê derbeyê ve, hemû tiştên bi kurdî û PKK hate qedexekirin. Bi hezaran kurd hatin girtin, di zindanan de bi şêwazekî ku dî dîrokê de, li tu derê nehatiye dîtin êşkence meşandin.”

An koletî An azadî

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî da zanîn ku di îşkenceyên zindana Amedê de armanc, di kesayeta Mazlûm Dogan, M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr û hevalên wan de vîna gelê Kurd a ku bi PKK’ê re derketiye holê bê perçiqandin û wiha got: “Lê van ciwanên kurd, bi hêza ku ji hizrên sosyalîzmê, ji dîroka Gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd girtibûn, li hember wehşeta faşîzma 12’ê Îlonê dirûşma “berxwedan jiyan e” kirin felsefeya jiyanê. Xeleka ji agir a ku bi heval Mazlûm dest pê kir, bi heval Xeyrî, Kemal û Ferhatan pêl bi pêl belav bû û armanca neyaran vala derxist.

Qedexeya ku li ser kurdan hatibû danîn, perçiqandin û qetlîamên ku 12’ê îlonê li ser kurdan meşandibû, pêwîst bû bê bersîv nemîne. Yan wê berxwedan xwe gihandiba serê çiyayên Kurdistanê û carek din wê çansê vejînê li vê erdnîgariyê şîn bibûya, an jî wê ji binî ve kurd tune bibûna. Biryara ku hevalê Egît di 15’ê Tebaxa 1984’an de da, ji bo gelê Kurd bû roja vejînê. 15 Tebaxê, tercîha di navbera koletiyê û azadiyê de, tercîha di navbera teslîmiyet û berxwedanê de bû.”

Bi çend kesan gişhiştin mîlyonan

Nûredîn Sofî der barê wateya 15’ê Tebaxê de maneya li gelê kurd bar kiriye vegot û wiha bi lêv kir: “Ew kefenê ku ji bo kurdan hatibû dirûtin bi 15’ê Tebaxê hat çirandin, tirba beton a ku dijminan ji bo kurdan çêkiribû, hat qelişandin. Kurd bi vê pêngavê gav bi gav ber bi azadiyê ve çûn. Berxwedana ku hevalê Mazlûm di zindana Amedê de dabû destpêkirin, bi hevalê Egît re derket serê çiyayên Kurdistanê û zincîrên koletiyê hatin şikandin. Berxwedana ku bi hevalê Egît û taximek gerîla dest pê kir, sal bi sal û roj bi roj li çiyayên Kurdistanê belav bû û bi serhildanên Nisêbîn û Cizîrê ev pêngav gihîşt milyonan.”

Nûredîn Sofî wiha berdewam kir: “Bi saya çalakiya ku bi taximek gerîla destpê kir, îro bi hezaran gerîla di çiyayên Kurdistanê de ne. Îro bi hezaran, bi milyonan kurdên welatparêz, li Başûr û Bakûr, li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, li welat û derveyê welat di serhildanê de ne. Wateya vê yekê vejîna gelê kurd Kurd e, girêdana bi jiyana azad e, bûna îrade ye. Li hember teslîmiyet û koletiya ku li ser Kurdan dihat ferzkirin, 15’ê Tebaxê ji bo kurdan bû mîladek, bû meşek pîroz, bû meşa azadiyê. Gelek dijmin û neyar, xayîn û serdestan xwestin ku vê pêngavê berovajî bizîvirînin. Îro jî di nava vê hewldanê de ne. Lê gelê Kurdistanê yê ku bi koledarî û zilmê rû bi rû ma bû, hatibû pelçiqandin, hatibû qetilkirin, tolhildana xwe, serhildana xwe û hêviya xwe bi 15’ê Tebaxê re dît û hê jî dibîne.”

“Komplo didome”

Fermandarê giştî yê HPGê bibîr xist ku planên qirêj ên nû li dijî azadiya gelê kurd di rojevê de ne û ji gelê kurd xwest ku li hemberî van lîstokan hişyar be û vîna xwe xurtir bike. Nûredîn Sofî der barê mijarê de wiha axivî: “Em wekî gel û tevger, di vê salê de dîsa bi êrişên dijwar, bi komployên navnetewî yên xedar re rû bi rû ne. Dijminên me xwe dikin yek û bi hevkariya dewletên Emperyalist dixwazin êrişan bînin ser me. Dixwazin di sedsala 21’an de jî siyaseta îmha û înkarê li ser gelê kurd bimeşînin, gelê me bê maf bihêlin.”

Hesabên şaş nekin

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê bal kişand ser listikên qirêj ên hêzên komploger û wan bi awayekî tund hişyar kir. Her wiha Sofî li ser hewildanên dewleta Tirk û planên AKP’ê jî sekinî û wiha pê de çû: “Ev komploya ku hikumeta Erdoxan çi bi Îranê re û çi bi dewletên Emperyalist re pêş dixe, -bi kê re dibe yek bila bibe, êrişên wan çiqas dijwar dibe, bila bibe, kî tevlî vê komployê dibe bila bibe,- gerîlayên kurd îro dikare bersiva tevayî êrîşan bide, gelê kurd biparêze û komployan vala derbixe. Bila dost û dijmin zanibin ku êdî gelê Kurd wêrekiya xwe ji Egîdan, ji fikr û ramanên Rêber Apo û şehîdên xwe digre. Ti kes nikare li pêşiya wê bibe asteng. Her gerîlayek îro şopdarê Hevalê Egîd e, hêza xwe ji ramanên Rêber Apo û ji berxwadana gelê xwe digre. Êdî em ne taximek gerîla ne ku karibin me îmha bikin, bi hezaran taximên gerîla hene. Êdî vîn û meşa ber bi azadiyê ve heye û bi coş diherike.”

“Ciwan dibê bibin pola”

Fermandarê Giştî yê HPG’ê Nûredîn Sofî da zanîn ku 28 sal in ew têkoşîna azadiyê didin û di encama vê têkoşîna bênavber de gelê kurd îsal ji bo Kurdistaneke Azad biryara Xweseriya Demokratîk îlan kiriye. Nûredîn Sofî bang li gelê kurd kir ku li Xweseriya Demokratîk û hemû nirxên xwe yên netewî hê xurtir xwedî derkeve, serhildanên xwe geş bike û diyar kir ku hêza gerîla li pişt wan e.

Nûredîn Sofî biryara xwe ji navberê kişandina Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan jî bi bîr xist û diyar kir ku ew ê bi ruhê 15’ê Tebaxê şerê şoreşgerî yê gel bigihînin encam û ji ciwanên kurd jî xwest ku pêşengiya meşa azadiyê bikin. Nûredîn Sofî wiha got: “Pêwiste îro ciwanên kurd li derûdora Rêber APO bibin xelek, bibin wek pola. Ji ber ku Rêber APO biryar da û xwe şûnde kişandiye. Rêber Apo 18 salan ji bo pirsgirêka kurd bi riya demokratîk û aştiyane çareser bibe xebitî. Lê dewleta tirk hemû niyetên baş ên Rêber APO, hemû hewildanên wî yên aştiyane asê kir. Hukûmeta AKPê bi bêbextî û firsetçî nêz bû û niha dixwaze hewildanên Rêber Apo yên ji bo aştiyê vala derbixe. Ji bo wê, ciwanên kurd divê peyamek xurt bidin dewleta tirk. Em ê jî wek HPG’ê peyamek wiha bidin: ‘Di heremê de, bi gelan re jiyanek azad wê bi Rêber Apo re hebe. Ji ber ku bi tenê şansê aştiyê, bi Rêber Apo re heye. Mîmarê jiyana azad, wekhev û biratiya gelan, Rêber APO ye. Ji bo wê Rêber Apo ji bo gelê herêmê şansek mezin e.”

Jiyana azad mafê gelê Kurd e

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em dijminên gelê Kurd hişyar dikin û dibêjin bihara gelên Rojhilata Navîn e, meş ber bi Demokrasiyê ve ye. Îro li Bakûrê Efrîka û li Rojhilata navîn şoreşên gelan çê dibin. Ew hemû li ser ronahiya fikrên Rêber Apo û şoreşa Kurdistanê çêbûn. Gelê Kurdistanê jî mafê xwe yê jiyana azad heye. Astengiyan ji gelê me re dernexin. Ger astengiyan derxin û hesabên şaş bikin, wê hesabê wan di qirika wan de bimîne, wê êrişên wan vala derbikevin. Ew hêza gerîla heye ku li berxwe bide. Bila kes hesabên şaş li ser gelê me neke. Dijmin kî dibe bila bibe, li Bakûr, li Başûr, li Rojhilat û Rojava gelê kurd xwedî nirxên netewî ye, xwedan vîn û wêrekiyê ye. Ji bo wê çi êrişek li ser çi Kurdekî dibe, li kîjan perçeya Kurdistanê be bila bibe, em ê van êrîşan wekî ku li hemberî HPG’ê ne bibînin û bê bersîv nehêlin. Lewma dewletên serdest, divê hesabên xwe di ber çavan re derbas bikin.”

“Tu hêz nikare li pêşiya me bibe asteng”

Em jî wekî HPG, li ser şopa Rêber APO, li ser riya şehîden xwe, şerê gelê şoreşgerî berdewam bikin. Heta serkeftinê jî em ê li ser riya Egîdan bimeşin. Ti hêz wê nikaribe li pêşiya me bibe asteng. Ji ber ku em temsîla vîna gelê xwe dikin. Careke din em dibêjin wê 15’ê Tebaxa 2011’an wê 15 Tebaxa Şerê Gelê Şoreşgerî be, 15 ‘ê Tebaxa azadiyê û serkeftinê be.

Bi vê baweriya serkeftinê em ji vir heta Îmraliyê Rêber Apo silav dikin û 15’ê Tebaxa roja mîlada Kurd li wî, li gelê Kurdistanê û li hemû hevalan pîroz dikin.”