|
Gelê
kurd berxwedana demokratîk bi rêbazên dewlemend
didomîne. Herî dawî diyarkirin ku dê li pişt
meleyên
Fetullahvan û AKP'î nimêj nekin. Li pey melayên
welatparêz ên kurd nimêja Înê kirin. Nerazîbûna
herî tund a li hember vê yekê ji hikûmeta AKP'ê
û Serokatiya Karê Diyanetê hat. Yên ku her
daxwaz û berxwedana gelê kurd mîna cûdakarî
nîşan didin, vê carê jî ji nimêja kurdan a li
pey meyalên xwe jî cûdakar binav kirin.
Sedema
nerazîbûna di vê astê de, ku AKP nîşan dide ji
ber ji destê wê derxistina çeka wê ya herî mezin
a şerê taybet e. AKP xwedî îdiaya; "Herî zêde ez
dikarim kurdan bixapînim, herî baş ez dikarim
Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bikim".
Diyar dikir ku
vê yekê jî dê bi îstîsmarkirina hestên olî yên
kurdan dê karibe pêk bîne. Ji ber vê yekê bi
piştgiriya leşker û burokrasiya sivîl wekî
hikûmet hate destek kirin. Lê kengî li konên
çareseriya demokratîk nimêja înê hate kirin,
Tayyip Erdogan mîna zarokekî ku lîstoka wî jê
hatibe standin da ber qîran. Ji ber ku AKP'iyekî
ku nikaribe kurdan bixapîne tê wateya ku ketiye
xeteriyê.
Bê bandor
hiştina îstîsmara olê ku wekî amûreke şerê
psîkolojîk li hemberî kurdan tê bikaranîn, tê
wateya ji holê rabûna hîmê dawî yê ku
mêtîngeriya dewleta tirk li Kurdistanê xwe
dispêriyê. Vê yekê ne tenê AKP tevahiya dewletê
xiste di nava tirsê de. Ji ber ku ne tenê AKP,
artêşê jî ol li dijî kurdan bi kar dianî. Yek ji
karê destpêkê yê darbekarên 12'ê Îlonê ew bû ku
li mizgeftên Kurdistanê li dijî Tevgera Azadiya
Kurd xutbeyan bidin xwendin. Tê zanîn ji
helîkopteran belavokên Serokatiya Karê Diyanetê
dihatin avêtin. Wezîfeya herî girîng a
Serokatiya Diyanetê di her demê de pêşîlêgirtina
daxwazên neteweyî yên kurdan bû. Bi navê
biratiya olî wezîfeya bincilkirina xespkirina
mafên kurdan dimeşand.
Rolekî girîng
dane Diyanetê
Di projeya AKP'ê
ya ji aliyê Konseya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ve
hate erêkirin û tê xwestin bi rêbazên psîkolojîk,
civakî, aborî û çandî Tevgera Azadiya Kurd
tasfiye bike de roleke girîng dane Diyanetê. Li
gorî vê projeyê melayên ji aliyê Diyanetê ve
hatine wezîfedarkirin dê weazên ku kurdan
dixapînin li mizgeftan bidin. Dê propogandaya ku
hikûmeta AKP'ê di çareseriya pirsgirêka kurd de
gavên girîng avêtine bikin. Her wiha dê Tevgera
Azadiya Kurd bi weazên van meleyên AKP'î û
Fetullahî reş bikin, xirab nîşan bidin. Mîna tê
zanîn dema berxwedana gerîlayan dest pê kir
gelek melayan di weazên xwe de gerîlayên ku
şehîd diketin mîna ermenî yên ne sunetkirî nîşan
didan. Ji ber ku vê derewê cihê xwe negirt dest
bi reşkirinên nû dikin. Gelê kurd bi nimêja înê
ya li pey melayên welatparêz polîtîkaya AKP'ê ya
ji MGK'ê re pêşkêş kir û pê dixwazin olê
îstîsmar bikin jî protesto dike.
Ya rast ne tenê
kurd divê tirk û gelên din ên misilman jî divê
li dijî bikaranîna AKP'ê ya olê di şerê qirêj ê
li hemberî kurdan de nerazîbûnê nîşan bidin.
Nirxên herî bingehîn ên olê maf, dad, wekhevî û
wijdan e. Nayê qebûlkirin ku ji bo bêmafî,
bêdadî, cudakarî û bêwijdaniyê wek amûr bê
bikaranîn. Ji ber vê yekê jî AKP û Feltullahvan
dij îslam in. Yên ku xirabiya herî mezin li
cewherê pîroz ên olê dikin ev in. Mijara anîna
Konseya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya dê çawa
mele bên bikaranîn mînaka vê yekê ya herî
berbiçav e.
Kî dikare ji
kurdan bixwaze ku li pey van melayên bi van
wezîfeyan şandine herêmê nimêj bikin? Ji ber ku
ev mele mizgeft û nimêjê dixwazin ji kirêtiyê re
bikin amûr. Kurd bi nimêja Îna Sivîl diwxazin vê
yekê asteng bikin. Diparêzin ku mizgeft wek cihê
pîroz bimînin. Dixwazin rê lê bigirin ku têgînên
mîna maf, dad, wekhevî û wijdan bi weazên
dewletê neyên girêjkirin û pêşiya wê bigirin. Bi
vê yekê re jî ji bikaranîna baweriya xwe re
dibêjin 'bes e'. Ev helwest heya dawiyê rast û
di cih de ye. Yên li dijî vê derdikevin yên
dibêjin, "Bila dewlet bikaranîna olê bidomîne"
ne.
Bi Înên Sivîl ne
tenê li dijî polhitîkaya asîmîlasyonê û zextê ya
dewleta tirk derdikevin; her wiha dixwazin pîr û
pakiya baweriya xwe jî biparêzin.
Di xutbeyên li
mizgeftan têne dayin de qala pirsgirêkên Amed an
Wanê nayê kirin. Ev xutbe li navenda Diyanetê ya
ku dewlet budçeya wê pêşwazî dike tên amade
kirin. Mela jî weazên xwe bi rengekî azad
nikarin bidin. Gel naxwaze xutbeyên li navendekê
tên amadekirin û pirsgirêkên civaka kurd nayînîn
ziman guhdarî bike.
Pirsgirêkên
kurdan nabînin
Xutbeyên ku
Diyanet amade dike pirsgirêkê misilmanên li
aliyekî din ên cîhanê an pirsgirêkên tirkan
tînin ziman, lê belê pirsgirêkên kurdan ji
nedîtî ve tên. Mîna 80 salên dawî polîtîkayên
mêtînger û asîmîlasyonê yên dewleta tirk meşrû
dikin. Gelê kurd ne li dijî mizgeft û meleyan e,
li dijî bikaranîna mizgeft û meleyan a mîna
amûreke şerê psîkolojîk e. Kurd naxwazin xutbe
bi tirkî bên xwendin. Dixwazin xutbe û weaz bi
kurdî bên dayin û pirsgirêkên berbiçav ên civaka
kurd bînin ziman.
Kurd bi Înên
Sivîl senteza Tirk-Îslam red dikin, birayita
rastî ya olî û çanda umetê diparêzin. Li dijî
bikaranîna ol a ji bo rakirina cudabûnan
derdikevin. Li ser bingehê çareseriya demokratîk
a pirsgirêka kurd re Komara Tirkiyeyê ya bibe
welatê gelan diparêzin.
|