|
Cemîl BAYIK
Rêberê Gelê Kurd got ku ew ne ew kes e ku bê
mijûlkirin û îdarekirin û vekişiya. Dubare û
pirbare got ku ew ê nehêle kut e kes bi rûmeta
gelê Kurd bilîze. Ligel vê diyar kir ku ger
derfetên ji bo tenduristî, ewlehî û tevgerîna
azad bên pêkanîn dê pirsgirêk di nava heftiyekê
de bê çareserkirin. Rêberê Gelê Kurd
destnîşankir ku heke dil û nêta dewletê ji bo
çareseriyê hebe dê van şert û mercan pir bi
hêsanî jî dikare pêk bîne.

Rêberê Gelê Kurd bi dehan caran ji bo ku bi
karibe di çareseriyê de rol û rista xwe baş bi
cih bîne, xwest ku pêşiya wî bê vekirin. Got ku
jê tê xwestin ku di nava hewzele bê av de
avjêniyê bike lê ev ne mimkûn e.
Li Îmraliyê televîzyon tune, bir êk û pêk
rojname jî nadinê; yan jî pir dereng didinê û
piştî ku li serad, bêjin û moxilê dixin didinê.
Ji ber van sedeman jî Rêberê Gelê Kurd der barê
bê ka kes û kûs çi difikirin û polîtîkayên wan
çi ne, ewqasî kui hewce ye nikare bibe xwedî
agahî. Gelo mirov dikare bi vî rengî nêzîkî
şexsiyetekî, bibe?
Heke televîzyon nadinê, rojname jî piştî ku tên
sansurkirin didinê, bes radyoyek FM ku tenê
îstasyona dewletê di weşîne didinê, mirov di nav
van de dikare nêteke baş bibîne? Di destpêkê de
vê pirsê divê ku mirov ji serokwezîrê ku behsa
nêta baş dike bike.
Tu yê rabî ambargoyên bi vî rengî deynî ser
şexsiyetekî ku di çareseriyê de rol û rista wî
nayê nîqaşkiririn jî, têkiliyên wî yên bi derve
re jî bi hevdîtinên bi parêzerên wî re ku best
saeteke netemam e jî bi sînor bikî û tu yê rabî
behsa çareserkirinê bikî! Tu kesekî ku ji vê
yekê bawer bike jî tu nikarî peyda bikî. Bê şik
û guman dayîna televîzyon, radyo, rojname û
pirtûkan nayê wê wateyê ku dewleta Tirk ji bo
çareseriyê biryar daye û niyêteke baş nîşan dide.
Encax rewşa îro jî diyar dike ku tu nêt û
hewldanên wan ên ji bo çareseriyê tune û
zîhniyeteke wan ê wisa jî tune.
Rêberê Gelê Kurd bi dehan caran bi bîr xist ku
di nava şert û mercên wisa de nikare rêbertiya
pratîkî bike. Got ku heke ji bom in derfet neyên
amadekirin gelo ez dikarim çi bikim. Ji bo rist
û rola xwe baş bi cih bîne ji ber ku derfetên
tenduristî, ewlehî û tevgerîna azad nehatine
pêkanîn jî got ku vedikişe.
Her çiqas ji bo çaerseriyê raya giştî, gelê Kurd
û rêxistina xwe amade kiribe jî, AKP ber bi
çareseriyê ve çawa ku gav navêje, ket nava
pozîsyon û nêzîkatiyeke wisa ku xwest her kes
bila li gorî polîtîkayên wê, li gorî dilê wê
tevbigere. Heta AKP xwest li ser Îmraliyê jî
polîtîkayên tasfiye û mijûlkirinên ku di esasa
xwe de tu eleqeyên wan bi çareseriyê re tune
ferz bike. Dema ku dît van polîtîkayên wê nayê
qebûlkirin, behsa stratejiya xwe ya nû kir; berê
xwe da polîtîkayên tasfiyeyê yê bi rê û rêbazên
tundûtûj. AKP dema ku dît bi rê û rêbazên ku wan
re digot ‘hêza nerm’ nikare Tevgera Azadiya Gelê
Kurd tasfiye bike, vêca polîtîkayên tasfiyeyê
yên bi ‘hêzên tundûtûj’, yanî operasyonên
leşkerî û polîsan xist dewrê. Di esasê xwe de vê
biryarê li dû refarandûma par hatibû standin. Lê
piştî hilbijartinên 12’ê hezîranê xistin
merîyetê. Dê piştî hilbijartinan an ew ê
polîtîkayên xwe bidaya qebûlkirin an jî ew ê bi
hêzên tundûtûj berê xwe bidaya polîtîyayên
pelçiqandin, tepeserkirin û zorê. Xisûsa ku
serokwezir digot; ‘ji nêta baş fêm nakin me
stratejiya xwe ya li hemberî wan guherand’ di
esasê xwe de ev bixwe ye.
Qesta wî ya ji nêta baş ew e ku tiştên ku dibêje
û ferz dike bên qebûlkirin e. Fetullahî û AKP’î
îro rabûne dibêjin; ‘em ê bi rê û rêbazên
leşkerî çareser bikin’ Duh artêş nikaribû wisa
çareser bike, niha dibêjin ew ê bi tîmên taybet
hel bikin! Duh di nava artêşê de kesên petiyayî
û kurmî ku nikaribûn li hemberî ‘terorê’
têbikoşin hebûne, ji ber van sedeman tasfiye
negihîştiye armanca xwe û encam bi dest
nexistiye! Nêrîn û nêzîkatiya AKP’î û
Fethullahiyan a li hemberî vê pirsgirêkê niha
wisa ye. Ev nêzîkatî û jargona ku bi kar tînîn
jî jargon û vegotinên generalên ku teqawid bûne
jî paşdetir e.
AKP û Fethullahî bi vê zîhniyetê hincetên şerê
ku dê pêş bixin amade dikin û jê re zemîn
çêdikin. Li gorî wan bes bi rê û rêbazên leşkerî
dikarin çareser bikin, lê artêşa berê nikare vê
çareser bike. Mantalîteya ku berdewamkirina
pirsgirêka Kurd û netasfiyekirina Tevgera Azaiya
gelê Kurd bi baş bi cih neanîna rê û rêbazên
leşkerî ku şîrove dike, di esasê xwe de ew
zîhniyet e ku di şer de israr dike. Ger ku mirov
pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka gelekî ya ji bo
azadiyê û hebûnê nebîne noqteya ku morov
bigihîjê jî ji wê zîhniyetê cudatir nîn e.
Pirsgirêk hê jî wekî pirsgirêkeke ‘terorê’ tê
dîtin. Dema ku wisa bê dîtin, jixwe dê rê û
rêbazên leşkerî jî bikevin dewrê.
Nêrîna li pirsgirêkê ya wekî ‘teror’ û
cihêwaziyê û bi vî awayê lansekirina pirsgirêkê
bi awayekî zanebûn tê kirin. Ji ber van sedeman
Xweseriya Demokratîk wekî ciyêwazî dibînin.
Xweparastina li hemberî hereketa tasfiyeyê jî
wekî terorîzm bin av dikin. AKP êdî bûye wekî
dewlet. AKP wekî xwediyê nû yê dewletê teşeyên
nû yên polîtîkaya îmha û înkarê dixe meriyetê û
pêş dixe.
Li Kurdistanê ji sedî 60-70’yê gelê Kurd kul i
hemberî dengê xwe dan BDP’ê jî, hê jî AKP dibêje
ez wekî partiya yekemîn ji hilbijartinan
derketime û bi vî awayê rastiyê berovajî dikin,
ev tev ji berk u tu polîtîkayeke wan a
çareseriyê tuneye, ye. Bi van hewldanên xwe
dibêjin ku daxwazên we nayên kirin lê hûn ê
werin ser gotina me û tiştên ku em li we ferz
dikin hûnê qebûl bikin. Bi polîtîkayên şerê
taybet û asîmîlasyona bi sedan salan e tê
meşandin di nava hin Kurdan de jî xwe îmkar pêk
hatiye ku ew Kurd di hilbijartinan de dengê xwe
dane AKP’ê wan ji bo neo-înkariyê ji xwe re
dikin hincet. Bes vê nêzîkatiyê bi serê xwe jî
aşkera dike ku nêta wan a çareseriyê tune ye.
Jixwe sedama van nêzîkatiyan e kut ê gotin
pirsgirêka Kurd êdî nemaye.
Xweseriya Demokratîk bi zanebûn tê şolîkirin.
Bi vî rengî dixwazin vîna gelê Kurdistanê ya
siyaseta demokratîk asteng bikin. Dixwazin
serdestiya xwe ya faşîst a ser gelê Kurd
berdewam bikin. Dixwazin daxwaza Xweseriya
Demokratik wekî ku rêxistin derebeyiyê dixwaze
bidin xuyakirin. Bi vî rengî îspat dikin ku ji
helwesta xwe serdestiya siyasetê û qirkirina
çand, civak û siyasetê venagerin.
Xweseriya Demokratîk projeya demokratikbûnê ye.
Ev model, dê hemû paşverûtiyê ji holê rake. Bê
guman ger ku vîna gelê Kurd a demokratîk û
rêxistinkirina gelê Kurd neye qebûlkirin, gelê
Kurd ji bo van daxwazên xwe têxe meriyetê dê
têbikoşe û ev mafê gelê Kurd ê herî demokratîk
e. Jixwe KCD’ê Xweseriya Demokratîk îlan kir û
gelê Kurd jî dest bi xebatên sazkirina wê kir.
Îlankirina Xweseriya Demokratîk gavek dereng
mayî ye. Bêguman di vê pêvajoya ku sazkirina
makeqanûna nû di rojevê de ye, mudaxaleyek
siyasî ya di cih de ye. Êdi di avakirina
makeqanûna nû de dê Xweseriya Demokratîk mohra
xwe lê bide. Makeqanûnek Demokratîk û Tirkiyeyek
Demokratîk bê guman ancax li ser bingehê
Xweseriya Demokratîk pêş bikeve.
AKP û CHP’ê li gorî xwe pêvajoya makeqanûneke nû
dane destpêkirin. Bi vî rengî dixwaze têkoşîna
gelê Kurd a demokratîk ku bi salan e li
Tirkiyeyê dimeşîne vala û pûç derxe. Divê
Xweseriya Demokratîk û têkoşîna azadiya gelê
Kurd, ji bo gelê Tirkiyeyê wekî hamleya
demokrasiyê bê dîtin. Her wiha divê wekî
mudaxaleya avakirina makeqanûna demokratîk bê
dîtin.
Kesên dibêjin ev bê dem e, kesên ku polîtîkayên
AKP’ê baş fan nekirine. Piştî dem di navre
derbas bibe dê nû bizanibin ku ev tê çi wateyê.
Ger ku dewleta Tirk û kelemşorên AKP’ê çaresriyê
dixwazin divê ji bo başkirina şert û mercên
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tenduristiya
wî têkevin nava hewldanan. Her wiha divê rê li
pêşiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan vekin ku karibe
rola xwe ya çareseriya demokratîk bilîze. Di
nava van şertan de bendewariya ji Îmraliyê ne
samîmiyetî ye û niyêta xerab e.
|