* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

 

                          Şêniyên Mexmûrê: Bi rihê şoreşa vejînê em xweseriya demokratîk silav dikin

                                  Agirî Faraşîn – Mizgîn Gûvercîn


MEXMÛR / ANF –Beriya niha bi 27 salan di 15’ê Tebaxa 1984’an de di bin fermandariya Mahsum Korkmaz ango fermandar Egîd de li Dihê guleya yekemîn a hate teqandin, di dîroka gelê Kurd de bû guleya yekem a li hember dagirkerî û mêtîngeriya li Kurdistanê tê meşandin. Her wiha gelê Kurd guleya yekem a di 15’ê Tebaxê de hatiye teqandin weke guleya ku di zihniyeta koledar a Kurdan de hatiye teqandin nirxand û ji lewre weke şoreşa vejînê li 15’ê Tebaxê û PKK’ê xwedî derdikeve û weke cejnekê pîroz dike.

Şêniyên Mexmûrê der barê 27. salvegera şoreşa vejînê 15’ê Tebaxê de ji ajansa me  ANF’ê re axivîn. Der barê 27. salvegera 15’ê Tebaxê de şêniyên Mexmûrê diyar kirin ku guleya yekem a di 15’ê Tebaxa 1984’an de hate teqandin ji bo gelê Kurd bû şoreşa vejînê û îro piştî wê bi 27 salan gelê Kurd bi rihê 15’ê Tebaxê xweseriya demokratîk silav dike. 

15’ê Tebaxê ji dîroka serberjêr diçe ya Kurdan re got ‘êdî bes e’

Tekîn Kanat: Guleya ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de hate avêtin ji dayikbûna gelê kurd û ji dayikbûna dîroka gelê kurd bû. Ji sala 1984’an heta niha gelê Kurd, ciwanên Kurd û zarokên ku di wê demê de ji dayikbûne, li ser bingehê xwe naskirin û li ser bingehek xwedî dîrokek tekoşer, şoreşger, berxwedanvan û serhildêr mezin dibin. 15’ê Tebaxê çawa ku vejîna gelê kurd e, di heman demê de jî afirandina ciwanên 15’ê Tebaxê, afirandina nifşê çand, ziman, nasname û gotina ‘me bi ciwanî destpêkir, em ê bi ciwanî biser bixin e’ û îfadeya welatparêziya ciwanên kurd e. Vejîna me, rojbûna me bi guleyekê û bi çalakiyekê destpêkir û ev 27 sal in, şoreşek mezin ê ku xwedî îdeolojî, felsefe û zihniyeta APO’yî ye, li hember tevahî pergalên kedxwar tekoşînê dide meşandin û tirs xistiye nava dilê hemûyan. 15’ê Tebaxê ji dîroka Kurdan a serberjêr diçû re got ‘êdî bes e’.

Asya Turan: Di serî de ez vê rojê li Rêberê Gelê Kurd û mamostayê mezîn Rêber APO û fermandarê çalakiya 15’ê Tebaxê Heval Egîd, li hemû qahreman û lehengên şehîd ên Kurdistanê û kedkarên vejînê gerîlayan pîroz dikim.

Gelekî bê ziman, bê çand, bê nasname û li ber deriyê tinebûnê radiwestiya, bi çalakî û guleya 15’ê Tebaxê ji xewa mirinê hişyar bû û hate vejandin. Îro em weke gel û civaka Kurd bi saya 15’ê Tebaxê li ser dika dîrokê hene. Êdî dewleta Tirkiye dixwaze qebûl bike yan jî neke, êdî gelê kurd bûye hebûnek. Rastiya roja vejîna 15’ê Tebaxê jî vê dide nîşan ku di cîhanê de bûye xwedî hêzek mezin. 15’ê tebaxê ji bo gelê Kurd bû jiyan, bû vejîn, bû nasname, bû çand û ziman. Li ser vê bingehê ez bang li tevahî gelê kurd dikim em bi vejîna 15’ê Tebaxê serdema çaremîn û Xweseriya demokratîk pêşwazî bikin û bigihêjin serkeftinê. Ez cejna 15’ê Tebaxê li tevahî jinên kurd, ciwanên kurd û li tevahî gelê Kurd ê welatparêz pîroz dikim. 

‘Bi saya şoreşa vejînê em xwedî li çand, ziman û nasnameya xwe derdikevin’

Ebûbekir Bezek: 15’ê Tebaxê ji bo me rojek ji tinebûnê afirandina hebûnê, ji tarîbûnê avakirina ronîbûnê û roja vejîna gelê kurd e. Dîroka ku ji mirovahiyê re dergûşî û afrînerî kiriye, bi hezaran sal hatibû înkarkirin, tune hatibû hesibandin. 15’ê Tebaxê, roja pîrozwer, roja vejînê, roja ji dayikbûnê, roja civakbûnê, roja ji gora hatibû betonkirin rizgarbûyîn û gelê Kurd ji mirinê xilaskirinê îfade dike. Çalakiya 15’ê Tebaxê a di bin rêbertiya Rêber APO û fermandariya Rêheval Egît de hatiye destpêkirin bû sembola ji dayikbûn û vejîna bi milyonan gelê kurd. Berê me ji şerman û ji tirsan ne digot ‘em kurdin’ û me nedikarî em bêjin ‘em kurdin’. Lê îro asta gelê Kurd gihîştiye pir bilind e û a girîng jî em bêtirs xwedî li Kurdewariya xwe, çand, ziman û nasnameya xwe derdikevin. Her wiha li gorî min 15’ê tebaxê roja şikandina kedxwarî, xiyanet û faşîzma sîstêmên dethilatdar e. Em bi rihê vejîna 15’ê Tebaxê bi coş û hêzek mezin xweseriya demokratîk pêşwazî dikin.

Behlûl Kabul: 15’ê Tebaxê çiruska hebûnê, çiruska vejînê, çiruska jiyanê, çiruska hebûna çand, ziman, nasneme û dîrokakekê ye. Çalakiya leşkerî ya Eruhê di mejî û dilê dewleta faşîst a Tirk de teqînek pêk anî. 15’ê Tebaxê roja çarenûsa gelê Kurd a serberjêr diçû, ji tinêbûn û qirkirinê berbi hebûn û jiyana azad birin e. Ger roja 15’ê Tebaxê û guleya yekem a di 15’ê Tebaxê de hate avêtin nebûya êdî ti kesî nedikarî xwe ji mirin û tinebûnê xelas bike. PKK’ê rastiya dîrokê bi 15’ê Tebaxê û di bin fermandariya rêheval Egîd de berovajî kir. Çalakiya 15’ê Tebaxê dilsozî, welatparêzî, girêdan û milîtantiya îdeolojiya APO’yîbûnê ye. Ez cejna vejînê li Rêber APO, hemû şehîdan û li hemû gelê Kurd pîroz dikim. 

‘15’ê Tebaxê rihê ciwantiyê îfade dike’

Salih Unver: Guleya yekemîn a di 15’ê Tebaxê de hate avêtin, hebûn û jiyana min e, ez di vê rojê de bûm xwedî hebûn, bûm xwedî çand, ziman û nasname. Ev guleya ne bihêsanî û asayî hatiye teqandin, bi ked, xwîdan û berxwedanek gelekî mezin û bi berdelên giranbiha hate avêtin û di encema vê ked û xwîna gelê kurd daye de vejîna gelê Kurd pêk hat. Li ser vê bingehê ez roja vêjîne di serî de li Rêberê gelê kurd Rêber APO pîroz dikim û ez di şexsê fermandarê mezin rêheval Egîd de bejna xwe li hember hemû şehîdên tevgera azadiya gelê kurd de ditewînim û soza girêdana bi rêya wan dûbare dikim.

Rizgar Adanmiş: Çalakiya 15’ê Tebaxê îspatkir ku gelê kurd xwedî vîn e, xwedî rûmet e, xwedî şeref û namus e. Tekoşerên tevgera azadiya gelê kurd ên di rêya azadiyê de canê xwe dane, ev dîrok bi xwîna xwe afirandin. 15’ê tebaxê weke di rastiya PKK’ê de jî hatiye ispat kirin, serkeftina rihê ciwantiyê. Partiya Karkerên Kurdistan bi ciwanî destpêkirin û di vê çalakiyê de rihê ciwanî derxistin pêş û 27 sal in, heta roja me ya îro jî bi ciwaniyê rihê tekoşeriya çalakiya vejînê didome. Çawa ku çalakiya 15’ê Tebaxê bi rihê ciwantiyê destpêkir û vejîna gelêkî pêk anî, pêwîste her ciwanekî kurd jî li ser vê bingehê tevbigere û têkoşîna xwe bilind bike. A herî girîng jî divê di roja vejînê 15’ê Tebaxê de hemû ciwanên Kurd xwedî li xweseriya demokratîk derkeve û bi rihê 15’ê Tebaxê li qadan xweseriya demokratîk pêşwazî bike. Pêwîst e gelê Kurd bi rih û baweriya 15’ê Tebaxê xweseriya demokratîk rêxistin bike û ciwanên Kurd jî pêşengiya vê bike. 

‘15’ê Tebaxê hêza afrînerî û pêşengiya jinê derxist holê’

Oznur Kaya: Pêngava 15’ê Tebaxê bi qasî ji bo hemû gelê Kurd ji bo jinên Kurd jî hêviya azadiyê. Jin bi guleya 15’ê Tebaxê bû xwedî hêz, rêxistin, têkoşîna azadiyê da destpê kirin û bingehê afirandina civakekî azad û wekhev ava kir. Beriya 15’ê Tebaxê û tekoşîna PKK’ê civaka kurd hatibû asta nebûnê, jin deh qatan jê zêdetir hatibû tunekirin û bê îrade kirin. Ji afrîneriya jinê ku ji dîrokê pêşkêşî kiriye, tu bermayî nemabû. Jin êdî di nava çar dîwaran de hatibû xeniqandin û kuştin jê re weke çarenûs hatibû diyarkirin. Mirov dikare bêje bi gule û çalakiya 15’ê Tebaxê jin ji pergala desthilatdar a 5 hezar salan rizgar bû û em niha hêza jinê di nava civaka kurd de û di cîhanê de dibînin. Çalakiya 15’ê Tebaxê ji jina kurd re hêvî, rûmet, vîn, vejîn û ji êşa hezaran salan rizdarbûn e.