|
Şoreşgerê
Arjantînî Che Guevara, di 9'ê Cotmeh a sala
1967'an de li çiyayên Andê ji aliyê çawişekî
Bolîvyayî ve hate kuştin.
Che Guevara, di
sala 1928 an de li bajarê Arjantinê Rosarioyê ji
dayîk bû. Di sala 1953 an de li Buînes Airesê bû
bijîşk. Che, bi tevgerên çep ên şoreşger ên li
welatên Emerîkaya Latîn ji nêz ve eleqedar dibû.
Dûre, dema ku çû Meksîkayê Fidel Castro naskir.
Ew bi tevî Castro, li dijî rêvebiriya dîktator
Batîsta, tevlî têkoşîna Rizgariya Kûbayê bû.
Salên dirêj di nava şerê gerîlla de cîh girt.
Piştî rizgarbûna Kûbayê weke Wezîrê Sanayiyê
hate wezîfedarkirin. Lê wî ev wezîfe qebûl nekir
û ji bo rizgarkirina gelên din ên bindest berê
xwe da çiyayên Bolîvya yê.
Li Bolîvyayê
leşkerên Barrientosê şeva 7 ê Cotmeha 1967 an
Che li nêzî Higuerasê asê dikin. Ji lingê xwe
birîneke giran digre û wî di zîndaneke
Hieguras'ê de hepis dikin. Che, li hemberî ti
kesî serî netewand. Gotinên dawî yên Che, bi
qasî ku bikeve lîteratura dîrokê ya cîhanê bi
wate bûn. "... Mirina Li Ser Pêyan Ji Jiyana Li
Ser Çogan Çêtir e". Û roja 9 Cotmeha 1967 an, di
saet 13:10 an de, bi fermana Dewletên Yekbûyî yê
Emerîkayê û servîsa îstîxbarata wê û bi
erêkirina Serokomarê Bolîvyayê Rene Barientos,
ji aliyê Mario Tuzan ku yek ji mêrkûjê kirêgirtî
yê Barrientos bû, bi neh guleyan can da.
Piştî kuştina
Che, Rêvebiriya Bolîvyayê bi biryareke wiha
poşman dibe, ji ber ku Che, êdî bibû efsane. Ew
bibû efsaneya şoreşgeriyê û îlhama rihê
têkoşeriyê. Dujminên wî difikirîn ku eger sax
bimaya, dibe ku bandora wî ew çend li cîhanê
belav nebûya.
Wisa jî -ji SNCC
yê Juius Lester, daxûyaniyeke pir balkêş dide
derbarê mirina Che de. Ew wiha dibêje: "Mirina
Che, ne girîng e, ya girîng ew e ku mirovekî
wisa jiya ye. Ji bo tunekirina Che, divê hûn me
hemû xelkên xîzan tune bikin; ev yek jî bê îmkan
e."
Bi yek gotinê,
ew xewna şevan ya zordar û mêtingeran bû û hîn
jî wisa ye. Ew bi kesayetiyeke xwe ya bi utopya
dagirtî, bi azwerî û xwesteka têkoşînê û
alîgiriya neteweyên bindest, di nava dilê
herkesî de cîh girt.
Piştî 35 salan
jî ew hîn ciwanekî 39 salî ye û di dilê hemû
mirovatiyê de ye. Ya girîng jî meşa mirovên ku
bi vê felsefeyê dimeşin, berdewam dike. Di
gotineke xwe de Rêber Apo wiha digot, "Heta ku
mirovahî berdewam bike wê meşa mirovê ber bi
kamilbûn û gîhîştinê ve jî berdewam bike". Di
felsefeya Che de jiyaneke tijî û dagirtî heye.
Ew dibêje, divê jiyana mirovan hertim bi
têkoşînê derbas bibe. Ew bi romantîzma şoreşgerî
dijî û dixwaze ku mirov her tim ji bo rastiyê
têkoşînê bike. Rastî li kû be mirov li wir be.
|